Xwedîderketina li nirxan erka hemû civakê ye

Yek ji stûnên herî bingehîn ên vê dozê, bîranîna şehîdan û xwedîderketina li nirxên wan e. Ev demek e li bakurê Kurdistanê şehîdên azadiyê bi merasîmên herî biheybet û girseyî tên bibîranîn. Tevlîbûna bi dehhezaran kesî li van merasîman nîşan dide ku gelê kurd çiqasî bi rûmet û bi biryar e ku xwedî li ked û xwîna zarokên xwe derkeve.

•
1 deqe xwendin
  Xwedîderketina li nirxan erka hemû civakê ye

Li bakurê Kurdistanê dîroka têkoşîna azadiyê bi berxwedanî, ked û bedelên giran hatiye nivîsandin. Her gav û pêvajoyek nû, rastiya vê axê û îradeya polayî ya gelê me careke din derdixe pêş. Pêvajoya ku bi banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27ê sibata 2025an dest pê kir, ji bo tevahiya gelê kurd û Rojhilata Navîn deriyê qonaxeke nû ya siyasî û civakî vekir. Ev bangawazî, ne tenê banga rawestandina şerê çekdarî, di heman demê de banga avakirina jiyaneke nû, demokratîk û birûmet bû.

Banga 27ê sibatê careke din nîşan da ku mifteya çareseriya pirsgirêka kurdî li Îmraliyê ye. Rêber Apo bi nêrînên xwe yên ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk", nexşerêya çareseriyeke mayînde danî holê. Tevgera Azadiya Kurdistanê li hemberî vê bangê bi berpirsiyarî û bi cidiyeteke mezin nêzîk bû. Gavên ku ji aliyê tevgerê ve hatine avêtin, nîşaneya biryardariya ji bo aştiya birûmet û siyaseta demokratîk in. Ev gav tê wateya ku kurd di her şert û mercî de xwedî îrade ne ku çarenûsa xwe diyar bikin û di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêkan her tim deriyê diyalogê vekirî hiştine. Lê, ev aştî bêalî nîne; aştiyeke ku azadî, wekhevî û nasnameya gelê kurd misoger bike ye.

Li aliyê din, helwest û gavên dewleta tirk her tim bi guman û bi pirsan re hatine pêşwazîkirin. Avakirina komîsyonên li meclisê û derxistina qanûnên bi navê "Hevgirtina Civakî û Piştevaniya Millî" her çendî ji aliyê civakê ve kêm bên dîtin jî di vê pêvajoyê de dikarin bi girîngî werin nirxandin. Divê qanûn beriya her tiştî ji bo guhertineke rasteqîn û demokratîkbûna Tirkiyeyê bibe gavên ewil. Ji bo ku ev gav bi wate bin, divê bi gavên pratîkî yên wekî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û naskirina mafên demokratîk ên gelê kurd werin piştrastkirin. Bi tenê bi gotinên li meclisê û qanûn ku ji wijdana MGKê re hatine hiştin çareserî bi pêş nakeve. 

Yek ji stûnên herî bingehîn ên vê dozê, bîranîna şehîdan û xwedîderketina li nirxên wan e. Ev demek e li bakurê Kurdistanê şehîdên azadiyê bi merasîmên herî biheybet û girseyî tên bibîranîn. Tevlîbûna bi dehhezaran kesî li van merasîman nîşan dide ku gelê kurd çiqasî bi rûmet û bi biryar e ku xwedî li ked û xwîna zarokên xwe derkeve. Ev merasîm ne tenê şîn e; di heman demê de nîşaneya mezinkirina têkoşînê, bilindkirina ala berxwedanê û nîşandana yekîtiya neteweyî ye. Gelê me bi van çalakiyan re peyamek zelal dide ku ew ê ti carê rê nedin ku bîranîna şehîdan were jibîrkirin an jî bê nirxkirin.

Dewleta tirk û bi taybetî serokkomarê AKPyî Erdogan, ji vê xwedîderketin û girseya bi rûmet pir ditirsin. Çima ku ew baş dizanin her merasîma bibîranîna şehîdan, zindîbûna ruhê berxwedanê û têkçûna polîtîkayên wan ên qirkirinê nîşan dide. Erdogan di daxuyaniyên xwe de her tim êrişî van merasîman dike, hewl dide armanca sereke ya van merasiman berovajî bike. Zimanê Erdogan ê kîn û neyartiyê ku behsa van nirxên pîroz ên gelê kurd dike bi ti awayî ne li gorî ruhê vê pêvajoyê ye. Zimanê ku bi kar tîne, zimanê tirsê ye; ji ber ku ew dibîne bi hemû zext, operasyon û qedexeyên xwe nikare îradeya vî gelî bişikîne. Gel bi hemû beşên xwe ve xwedî li nirxên xwe yên herî pîroz derdikeve. Ev xwedîderktin diyar e ne bi dilê hin kesên ku bi şer û pevçûnan deshilata xwe avakirine. 

Erdogan bi axaftinên xwe yên ku ev merasîm û nirxên gelê me hedef digirin, careke din rûyê rast ê desthilatdariya xwe nîşan da. Zimanê ku ew bi kar tîne, zimandirêjiyeke aşkere ye li hemberî pîrozî, şehîd û hemû nirxên mirovahiyê yên vî gelî. Kesên ku bi salan e li xwîna vî gelî dirijînin, mafê wan nîne ku li ser merasîmên bîranîna lehengên vî welatî biaxivin. Ev gotinên Erdogan di nav civakê de ne tenê dibin sedema nerazîbûnek mezin, di heman demê de kîn û hêrsa gel hîn zêdetir li dijî vê zihniyeta faşîst gur dike. Kes nikare bi zimanê gef û sivikahiyê destdirêjiyê bike li rûmeta gelê kurd. Gelê me bi helwesta xwe ya bi biryar bersiva herî baş dide van nêzîkatiyan û li ser şopa şehîdên xwe bi serbilindî meşa xwe didomîne.

Pitşî van axaftin û daxuyaniyên li dijî merasimên bîranîna şehîdan tên, divê gelê kurd ji 7 salî heya 70 saliyan bi awayekî hîn xurttir xwedî li şehîdên xwe derbikeve. Xwedîderketina li şehîdan ne erk û berpirsyariya malbatên şehîdan û hin saziyan e. Xwedîderketina li van nirxên pîroz erka hemû civakê ye. Divê gelê kurd û dostên wan bi xwedîderktina li şehîdan bersiva wan kesan bide ku ji van merasiman aciz in.