Xwedê mezin e

Belê gelî xwaher û biraderan, piştî çend hefteyan em bi nivîseke nû li pêşberî we ne. Li derdora xwe nenêrin. Nivîs li pêşberî we ye.  Ez bi xwe li bajarê pêxemberan, li kavirekî digerim da ku bibim ji wan hovan re, ewên ku Sîpan Hiznî yê ciwan bi hovîtî kuştin.

•
1 deqe xwendin
Xwedê mezin e

Ez ê cil û bergên Hz. Brahîm li xwe kim

Ez ê cuhêrê hespê xwe tijî ceh û ka kim

Ez ê fermanê li serê wan bêbavan rakim

Da ku careke din hovîtiyên wiha nekin

Ev bêbav qaşo li ser navê dînê mubîn, dînê îslamê van hovîtiyan dikin. Em xwe dispêrin kelama Xwedê û her dibêjin Xwedê mezin e, lê ew bêbav gotina “keçî bizin e” li me vedigerînin. Piştre meseleyê tînin bi eşîra Qeregeçiyan ve girê didin û dibêjin jixwe Qeregeçî tirk in. Heta Badilî jî Beydilli ne, ji ber ku zimanê wan ji yê gel cuda ye, jê re gotine, “Beydilli (Bi zimanê began). Hinek jî xwe radikin li erdê dixin û dibêjin, “Ji ber ‘bay’ anku zilam bûn, jê re gotin ‘Baydilli’.’’ Lê heke rehmetî Kemal Badilî bijiya dê bigota, “Van tevan bigirin pê ve radin.”

 

A rast hefsarê mijarê dîsa ji destê min şiqitî û berê hespê me kete aliyekî din. Me xwe dîsa li kaş û hevrazan qeliband û me hespê xwe zêde zêde betiland. Min dixwest di vê gotara xwe de balê bikêşim ser peyvsaziya kurdî, hinek gotinên şebab pêşkêşî we bikim. Lê cih nema, dîsa jî ez bi çend gotinan qala mijarê bikim. 

 

Binêrin di îngilîzî de “waste”, bi tirkî “atık” heye, tiştên bêkêr, yên ji bo avêtinê, gelo em ê jê re çi bibêjin? Berî çend mehan me li ser vê mijarê bi rojan gotûbêj kir, lê tiştekî ku hemû beşdar pê qayîl bibin me peyda nekir. Hinekan got, “avête”, hinekan got, “avêjk” hinekan got, “bermaye” hinekan got, “paşmayîk”, gelo hûn çi dibêjin?

 

Peyveke din jî “recycling anku “geri dönüşüm” e, ji bo vê jî gelek tişt hatin pêşniyarkirin lê ji wir tiştekî zelal derneket. Lê bi destûra Xwedê û bi hêz û şiyana xwe min ji bo wê tiştek dît, ji sedî sed cihê xwe digire, “vekarakirin”. Belê wekî zêrê zer e, mîna tirêjên rojê dibiriqe û li hember e. Dema ku ez çil rojan ketim hucrika xwe û ez ‘yogunlaşmiş’ bûm, min dît ku hinek paşgirên me derfeteke zêde didin ji bo dariştina peyvên nû. Bo nimûne paşgira /-saz/ xêra Xwedê ye, ka bala xwe bidinê ez ê çend peyvan pê darêjim:

 

Basaz, beqsaz (beqan çêdike) bersaz, cehsaz, cihsaz, çêrsaz, çaresaz, çîrsaz (mişmişên hişkkirî çêdike), darsaz, dersaz, dêrsaz, demsaz, fêrsaz, fênsaz (fênan dike), gersaz, gansaz (bêmane), gunsaz (dikeve qada estetîkê), gûnsaz (reng çêdike), handansaz, heneksaz, hûnaksaz, hunersaz, jarsaz (jar û xizanan çêdike, nimûne M.Ş), karsaz, kersaz, kursaz, kêrsaz, kîrsaz (ew jî dikeve qada bijîşkiyê), kûrsaz, keçsaz (keçikan çêdike)….

Îcar  digel van derfetên ku peyvsaziya kurdî dide, zimansazên me nikarin ji zimanê kurdî tembûrekê çêbikin, ev çi belengazî ye, gelî xwaher û biraderan, hinekî xwenasî û xwesazî pêwîst e, hinekî dilbendî, gulbendî, kulbendî lazim e. Kesê derd û kulan nebîne, xweşî û geşiyê jî nabîne.

 

Pêşiyên me gotiye çi? Xwendin, xwendin, xwendin! Bixwînin gelî xwaher û biraderan, her û her bi pêş ve biçin, lê pêşî mijara pêşeroj û paşerojê çareser bikin da ku hûn bibin çaresaz, deng û huner û awaz ji bo gelê xwe, ez heyrana çavên we yên reş û belek, bes xwe biwestînin  bi qeyik û kelekan, hinekî keştîsaz bin, keştiyên esmanî çêbikin.