Xwebûn: Berxwadaneke derûnî

Asîmîlasyon hewl dide ku xwebûnê bişkîne, lê bersiva herî xurt a mirovan ev e: Xwe winda neke, xwe xurtir bike! Ev xurtbûn dê berdewam bike heya ku mirov xwe wekî xwe bibîne. Xwebûn ne tenê hebûn e; ew, hêz e ku mirov pê li ser piyan dimîne, xwe diparêze û pêşeroja xwe ava dike.

•
1 deqe xwendin
Xwebûn: Berxwadaneke derûnî

Xwebûn, di jiyana me kurdan de têgiheke gelek girîng e. Ew tê wê wateyê ku mirov xwe nas bike, nasnameya xwe biparêze û li hemberî her tiştê ku dixwaze wê ji holê rake berxwedanê bike. Ji aliyê derûnî ve mirov dikare bibêje ku xwebûn dibe hêzeke mezin. Her çiqas nasnameya kurdan di bin zexta asîmîlasyonê de be jî, ji bo ku xwe ji vê rewşê rizgar bike li ber xwe dide.

Di nav ciwanên kurd de bi gelemperî du cure tevger hene. Hin ciwan dibînin ku ji ber kurdbûna xwe rastî cudakeriyê tên; loma xwe ji koma xwe vediqetînin û hewl didin ku bi tena serê xwe, xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Yên din jî rêyeke din hilbijêrin: Ew bi nasnameya xwe ve girêdayî ne, naxwazin xwe ji komê veqetînin, dixwazin rewşa koma xwe xurt bikin, neheqiyê red bikin û bi hev re çalakiyên parastinê bikin. Asîmîlasyon ne tiştekî xwezayî ye; ew rêyek e ku mirovan ji hev dûr dixe. Li hemberî wê, yên ku nasnameya xwe diparêzin bi hev re hêztir dibin. Tevgereke wisa ye ku ne tenê siyasî ye, biryareke derûnî ye jî ku takekes xwe pê diparêze.

Cudakerî jî di vir de xwedî roleke mezin e. Dema ku mirovên kurd rastî cudakeriyê tên, girêdana wan a bi nasnameya wan re xurt dibe. Ev, hestek e; bersiveke derûnî ye jî ku kurdbûna xwe li hemberî zextan diparêze. Em dikarin bibêjin ku cudakarî nasnameyê têk nabe; berevajî vê, nasnameya me xurt dike. Mirov zêdetir xwe bi nasnameya xwe ve girê dide û zêdetir dixwaze wê biparêze. Bi vî awayî, nasname dibe amûrek ku takekes bi rêya wê li hemberî asîmîlasyonê derdikeve.

Mirov dikare xwedî çend nasnameyan be; dikare hem kurd be hem jî di nav civakê de cihekî din bigire. Lê dema ku nasnameya kurdî xurt be, mirov zêdetir amade ye ku ji bo mafên xwe tevbigere û nasnameya xwe biparêze. Asîmîlasyon hewl dide ku hemû nasnameyan bike yek û bi vî awayî ziman û çandê ditepisîne, hêza derûnî ya berxwedanê jî qels dike. Lê dema ku nasnameya kurdî cihê xwe digire, mirov bihêztir dibe û zêdetir dixwaze hebûn û xwebûna xwe biparêze.

Ev têkilî li diasporayê jî xwe dide xuyakirin. Gelek malbatên kurd ji ber sedemên siyasî koçber bûne. Di wan malbatan de, çalakiya parastina nasnameyê ji dê û bavan derbasî zarokan dibe. Dê û bav bi gotinên xwe, bi bîranînên xwe û bi tevlîbûna xwe ya çalakiyan zarokên xwe fêr dikin ku nasname ne tiştekî mirî ye; ew tiştekî zindî ye û divê were parastin. Her çiqas zarok li welatekî din mezin bibin jî, ev fêrbûn berdewam dike. Bi vî awayî, berxwedan ji nifşekê derbasî nifşeke din dibe û xwebûn jî xwe digihîne nifşên nû, dibe mîraseke derûnî.

Têgihîştina hêzê ne tiştekî wisa ye ku tenê ji jor ve tê; hêz dikare ji jêr ve jî bê afirandin: ji nav civakê, ji nav çandê, ji nav ziman û ji nav hafizeya hevpar. Ev têgihîştin dikare bibe bertekek ku nîşan dide nasnameya kurdî ne bersiveke qels e, ew çalakiyeke afirîner e. Mirov bi vî awayî sînorên hêza xwe diafirîne û li hemberî wan kesên ku dixwazin etîketa ‘yê din’ pê ve bizeliqînin, li ber xwe dide.

Lêkolînên derûnî yên li ser nasnameya kurdan hîn kêm in. Lê yên ku hene nîşan didin ku ev nasname di bin zextê de xwe diparêze, xwe bi yên din ve girê dide û bi vê yekê li hemberî asîmîlasyonê têkoşînê dike. Xwebûn parastin e; pêvajoyeke afirîner e ku mirov xwe pê nû dike û pêşeroja xwe diafirîne.

Berxwedana derûnî ya nasnameya kurdan a li hemberî asîmîlasyonê li gelek qadan xuya dibe: Di navbera rêyên takekesî û rêyên hevpar de, di navbera cudakerî û xurtbûna nasnameyê de, di navbera nifşan de û her wiha di navbera welat û diasporayê de jî xuya dibe. Asîmîlasyon hewl dide ku xwebûnê bişikîne, lê bersiva herî xurt a mirovan ev e: Xwe winda neke, xwe xurttir bike! Ev xurtbûn dê berdewam bike heya ku mirov xwe wekî xwe bibîne. Xwebûn ne tenê hebûn e; ew hêz e ku mirov pê li ser piyan dimîne, xwe diparêze û pêşeroja xwe ava dike.