Wesiyeta Qazî Mihemed ji bîr nekin
Îro salvegera 75’emîn a darvekirina Pêşewa Qazî Mihemd e. Mihemed di 31'ê Adara 1947’an de ji alî rejîma Îranê ve hatibû darvekirin.
Îro salvegera 75’emîn a darvekirina Pêşewa Qazî Mihemd e. Mihemed di 31'ê Adara 1947’an de ji alî rejîma Îranê ve hatibû darvekirin. Dema ku em bala xwe didin rewşa kurdan em dibînin ku îro jî heman kêmasî û nakokiyên ku di wê demê de Rêberê kurd Qazî Mihemed behsa wan dike, hîna jî berdewam dikin. Kî van wesyetên Qazî Mihemed bixwîne, dê bibîne ku ew ji bo îro jî derbasdarin. Ji ber ku kurd hê jî nikarin yekitiya xwe ava bikin û hê jî li şûna hevgirtin û yekrêziyê, dubendî û dijminahiyê bi hevre dikin.
Şîret û wesyetên ku Qazî Mihemed beriya bidarvekirina xwe ji gelê kurd re nivisandibû wiha ye: "Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan. Gelê min ê kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên behr xwarî, gelê min ê zorlêkirî, vame ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş nefiroşin dijminan, dijmin her ewqas we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî naket; di her fersendekê de be qed li we nabihure.
Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne, sîmbola serketina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiya tev gel e. Her gelê ku yekîtî û tebayiya wî nebe; ewê hertim bin destê dujmin be, ti tiştê we gelê Kurd ji gelên li ser rûkê vê erdê; ne kêmtir e, belkî hun bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe; ji gelên ku rizgar bûne; li pêştir in jî.
Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lêbelê yekîtiya ên xwe rizgar kirine hebûye, bila hun jî mîna tev gelên li ser rûkê erdê; îdî bin dest nebin, her bi yekbûn û hesûdî bi hev nebirinê û xwe nefirotina ji dijminan re li dijî neteweya me; hun dikarin rizgar bibin, birayên min îdî bi dijmina neyên xapandin, dijminên Kurdan ji her reng û destek û netewekê bin, her dijmin e, bê dilovanî ye, bê wijdan e û rehmê bi we nake, wê we bi hevdu bide kuştin, wê we temah bike û bi direw û xapandinê; wê we berengarî hev bike, ji tev dijminên gelê Kurd, dijminêEcem ji tevan zalimtir û melûntir û Xwedê nenastir û bê dilovantir e, destê xwe ji ti tawanan li dijî gelê Kurd naparêze, bi dirêjayiya dîrokê bi gelê Kurd re xerez û kîna wî ya kevnar hebûye û heye jî, temaşa kin, binêrin tev zilamên we yên mezin, her ji Simayîl Axayê Şikak, tanî Cewher Axayê birê wî û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapandin aram kirin û xelq ji pişt wan vekir û ca pir bi nemerdî ew kuştin, ew tev bi sond û Quran xapandin ku xudêgiravî niyaza eceman ya xêrê bi wan re heye û wê qenciyê bi wan re bikin, lêbelê her xweşbawer e û bi sond û sozên Eceman hatiye xapandin û jê bawer kiriye, lêbelê tanî niha bi dirêjiya dîrokê kes nedîtiye bi tenê carekê jî ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibe û ehdên dane Kurdan pêk bînin, tev de direw û xapandin bûye, ca vaye ez wek birayek we yê biçûk, di riya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim hev bigirin û ti carî pişta hev ber medin, piştrast bin ger ecem hingiv bide we, diyar e jar xistiyê, bi


