Werger û windabûn

Serkeftina sereke ya asîmîlasyona bidarêzorê ev e: mirov, vegotina serpêhatiya xwe bi zimanê kesên din ewqas fêr dibe ku, êdî pê nahese ku windabûnek çêbûye. Werger wekî tiştekî xwezayî tê dîtin, heta wekî pêwîstiyekê tê dîtin. ‘Jixwe bi wî zimanî baştir tê vegotin.’ Yan jî ‘jixwe zimanê min têra vê nake.’

•
1 deqe xwendin
Werger û windabûn

Ferhat Dayan

Wexta ez zarok bûm, dayika min di şevên tarî de em li dora xwe kom dikirin û ji me re qala meselokên kurdî dikirin. Niha baş nayê bîra min bê ka wê bi rastî çi digot, lê tê bîra min bê wê çawa digot. Awaza dengê wê, sekinandinên wê û giraniya hin peyvan. Ew peyv bi kurdî bûn. Paşê ez mezin bûm, min beşek ji wan peyvan ji bîr kir. Min hewl da ku beşek ji wan wergerînim tirkî û di wê kêliya wergerê de tiştek qewimî: wate hat, lê giranî nema, deng hat, lê îja kok nema.

Werger bi gelemperî wek pirekê tê dîtin. Du qerax hene, di navbeyna wan de, av heye, werger wê avê derbas dike. Tiştek ji vir tê girtin, bo wir tê birin, naverok wek xwe dimîne, tenê qalibê wê diguhere. Lê na ev xelet e. Werger ne pirek e. Werger biryarek e û her biryarek jî hilbijartinek e yanî mirov dikare bibêje her werger, terkkirinek e, devjêberdanek e. Dema tu peyvekê hildibijêrî, tu hin meneyên wê peyvê jî li dû xwe dihêlî û pir caran tu nikarî tiştên ku te li dû xwe hiştine bibînî ji ber ku ji bo dîtina wan, tam jî hewcedariya te bi wî zimanî heye ku te êdî winda kiriye.

Di peyva wergerandinê de, ger heye, veger/zivirîn heye, guherandina tiştekî bo tiştekî din heye yanî veguherandin û veguherîn, ne eynîbûneke mutleq e. Dema tiştek vediguhere tiştekî din, rewşa wê ya berê careke din venagere.

Ka hewl bidin peyva xwebûnê wergerînin tirkî. Hûn dikarin bibêjin ‘kendilik’ yan jî ‘rewşa ku bibe ew bi xwe’ yan jî hebûna xweser. Evana hemû tiştekî dibêjin lê yek ji wan jî ne xwebûn e. Ji ber ku di xwebûnê de -xwe- heye, lê ev ne xweyeke razber e, xweyeke ku bi beden, ziman, çand û xakê ve girêdayî ye. Bûn heye lê peyva 'bûn' naşibe bûna tirkî çimkî ‘bûn’ di kurdî de barekî felsefî hildigire, di nav xwe de pêvajoya çêbûnê jî dihewîne.

Xwebûn berî her tiştî tevgerek e. Berdewamiya bûyîna xwe ye. Niha dema hûn vê yekê dikin tirkî ew tevger radiweste. Têgih vediguhere tiştekî din, tiştek bêkok, ji pêwendiya xwe qutkirî. 

Esas tişta ku ez dixwazim bibêjim li vir bêedaletiyeke epîstemîk heye. Ji ber ku têgiheke wekî xwebûnê nikare bi wateya xwe ya rastîn were wergerandin, zanyariya ku vê têgihê hildigire jî wê wekî ‘ne gerdûnî’ dide qebûlkirin yanî ‘herêmî’ ye yanî duyemîn e, li derdorê ye, nikare bibe mijara felsefeya gerdûnî û rasteqîn.

Hegel dikare bi almanî bifikire, Sartre dikare bi fransî binivîse û têgihan biafirîne ev dibin ‘felsefe’. Lê dema xwebûn di kurdî de şîn dibe, tê çaverêkirin ku pêşî bê wergerandin, paşê xwe bispêre têgihên rojavayî tenê wê demê dikare ‘cidî bê dîtin.’ Na, na ev ne pirsgirêkeke ziman e. Ev rasterast pirsgirêkeke hêzê ye.

Dema zimanê gelekî tê qedexekirin, windabûna destpêkê ne peyv in. Peyv hêdî hêdî diçin lê tişta ku beriya wan diçe, awayê zanînê ye. Kurdî bi sedsalan ji dibistanan, ji medya û ji qada giştî hat dûrxistin. Esasen qedexeya ku ‘tu nikarî bi kurdî biaxivî’ dihat wateya ‘tiştên ku tu bi kurdî difikirî, hêjayî ramanê nînin’. Ji ber ku dema zimanek ji qada giştî tê derxistin, zanyariya ku bi wî zimanî tê hilberandin jî êdî nabe giştî. Taybet dimîne, mehrem dimîne, ‘herêmî’ dimîne û nabe rewşenbîrî, nabe gerdûnî, nabe felsefî.

Û tam di vê xalê de, dema zarokê kurd diçe dibistanê, hîn dibe ku bi zimanekî din bifikire. Ev fêrbûn, hînkirina wê yekê ye ku zimanê wî ‘ne têrker e’. Ev hînkirin bêdeng lê mayînde ye. Ew zarok mezin dibe, hewl dide serpêhatiya xwe vebêje lê çîroka xwe, bi peyvên kesekî din vedibêje. Ji ber ku peyvên wî yên xwemalî yan tune ne, yan hatine jibîrkirin, yan jî hîn bûye ku wê ‘cidî neyê dîtin’.

Ez ji vê yekê re dibêjim ‘wergerandina bidarêzorê’ wergera ku hatiye ferzkirin. Wergereke ku nehatiye hilbijartin, nehatiye tercîhkirin, wekî tiştekî neçarî hatiye ferzkirin. Li cihên ku newekheviya hêzê heye, wergerandin windabûnek e.

Serkeftina sereke ya asîmîlasyona bidarêzorê ev e: mirov, vegotina serpêhatiya xwe bi zimanê kesên din ewqas fêr dibe ku, êdî pê nahese ku windabûnek çêbûye. Werger wekî tiştekî xwezayî tê dîtin, heta wekî pêwîstiyekê tê dîtin. ‘Jixwe bi wî zimanî baştir tê vegotin.’ Yan jî ‘jixwe zimanê min têra vê nake’. Ev raman, rewşa wergerandina bidarêzorê ye, êdî ji ferzkirina derveyî derketiye, li hundir cih girtiye. Û gava ku li hundir cih digire, êdî wekî zordariyekê nayê hîskirin. Mixabin wekî rastiyekê tê hîskirin û ev cudahî jî her tiştî diguherîne.