Wêje aştîxwaz e, divê bibe mamosteyê civakê

Kesê xwe nas neke, nikare bibe rewşenbîr. Xwe naskirin, mirov mecbûr dike ku bi “edeb” tevbigere. Edeb jî erebî ye, bûye bingeha edebiyatê, “wêje”ya kurdî, li gorî min ji “edebiyat”ê baştir li bejna afirgeriya nivîskariyê tê.

•
1 deqe xwendin
Wêje aştîxwaz e, divê bibe mamosteyê civakê

Mirov ew e ku ji xwe dest bi rexneyan bike. Nivîskarî-rewşenbîrî bi pirtûkên dersên dibistanan nayê bidestxistin. Piştî bipêşketina teknolojiyê medyaya civakî bi pêş ket. Mixabin û mînel ecaîb, hejmara nivîskar, lêkolîner û rewşenbîran jî zêde bû. Rexne û nirxandin jî gelekî zêde bûne… Di vê zêdebûnê de mixabin, mirov ji senfoniyek rîtmîk bêhtir, tofanek bahoza ku darên hişk û tir bi hev re dişikîne dibîne… 

Sixêf hene, metelokên ku zarok li serê banan, bê kontrol dikin hene û hwd. Ev rewş, ji pirdengiyê bêhtir, ji afirgeriyek senfonîk bêhtir, akorda têlên qetiyayî derdixe. Bi taybetî dema di vîdeoyan de diaxivin, yan jî mesajan dinivîsin, dengê xwe nakin. Dema mirov dengê xwe neke, “zimanfelîte” dibe. “Felîte”, erebî ye, tê wateya berdanê;  di zimanê kurdî de  dema “zimanfelîte” tê bikaranîn, mecazî dibe,  tê wateya “hestiyê ziman nîne, çi tê ber devê wî dibêje”, bi rengekî din bibêjim; “wek heywanê ku hevsarê xwe biqetîne, li pêş paş nenihêre, hem pihînan dide, hem gezan dike.” 

Yanî haya wan ji pîşeyê wan ê “endezyariya civakî” namîne…

Di endezyariya civakî de ‘’diktatoriya gotinê“ nîne, çênabe. Tenê li cem Hîtler û li cem pençîk-dewşirmeyan hebû û heye!... Nivîskar û rewşenbîr mecbûr in, li dijî her cura dîktatoriyan rawestin. Dikarin endamên partiyan jî bin, dikarin girêdayî îdeoljiyekê jî bin, lê mecbûr in bêhnfereh bin. 

Ne “eyarfireh”, bêhnfereh… Du gotinên ji hev cuda ne,  wateya wan jî ji hev dûr in.

Kesê xwe nas neke, nikare bibe rewşenbîr. Xwe naskirin, mirov mecbûr dike ku bi “edeb” tevbigere. Edeb jî erebî ye, bûye bingeha edebiyatê, “wêje”ya kurdî, li gorî min ji “edebiyat”ê baştir li bejna afirgeriya nivîskariyê tê. Edeb, terbiye ye; wêje, hem cotkirin û çandinî ye, hem eşêfkirin û leqat e, hem dirûn û gêrekirin e, dawî dibe dêran û wejartin… Klîmat, demsal, ked, kollektîvîzm, xweza di “wêje”yê de veşartî ye… Di vê nirxandina çap-rastiya etîmolojîk de, tenê mirov nîne, lawir jî hene. Keda kollektîf, dirûn û dêran têkildarî lawiran e jî.

Ev tev berhem in, berhemdarî ne, “wêje” jî di vê wateyê de ye… 

Edeb, tenê “edeb”a mirovan e… Ji bo lawiran gotina “kedî”kirin û fêrkirinê heye. Du tiştên ji hev cuda ne, fonksiyonel jî ne weke hev in.

Rewşenbîr, nivîskar berhemê gelê xwe ye, di aliyê maddî û manewî de, pêdiviyê bi hembêza civaka xwe dibîne. Mirov dikare rewşenbîriya kurdî di serdemên dîroka kurdî de binirxîne, lê nivîskariya kurdî na… Di ti serdemên dîrokê de, nivîskariya kurdî, di aliyê maddî û manewî de “balix-reşîd” nebûye… 

Niha cuda ye… 

Di nîvsedsala dawî de, rewş hate guhertin, nivîskariya kurdî di aliyê maddî û manewî de “balix” bûye û “ruşta” xwe jî standiye…  Hêzek e!... 

Ev hêz gotin e!... 

Nivîskariya kurdî, heta demekê zarok û delal bû. Mezin bûye, divê delaliya xwe deyne aliyekî. Eger em gotina ‘’balix’’ bi kar tînin, tê wateya ku nivîskariya kurdî ji zarokatiyê derketiye û bûye objeya sûdewariyê… Belkî derfet çêbûne û ev derfet, bi taybetî li bakurê Kurdistanê dibin “himmandina doqik” de ye. Yanî dibin “şûrê demokles”.

Ji bo vê jî, pêvejoya “Aştî û Çareseriya Demokratîk” ji bo  “wêje”ya kurdî  girîng e. Wêje, bi pirtûkan çêdibe, pirtûk jî berhemên nivîskarên kurd e û amûrekî bazarê ye… Bi pêkhatina aştî û çareseriya pirsa kurdî, wê bazara kurdî, ji lawazî û copy rizgar bibe… Bi vê rizgariyê re,  wê hestyarî zêde bibe,  psîkolojiya kesayetî  jî xurt bibe… 

Yanî, wê dîlgirtina kişûmat kurdî were berterefkirin. Wê ne tenê “derqitk”ê hefşî û “deriyê”  hewşên dîlgirtinê  werin şikandin, wê dîwarê wan jî werin hêrivandin. 

Ev jî tê wateya ku piştî şerê azadiyê û pêkahatina aştiyê, nivîskar wê dikaribin endezyariyek baş ji bo civakê bikin. 

Bêguman mafê kurdan, bi civakî, yanî mafê her çînî, gundî, karker, esnaf, rojnamevan û nivîskaran, bi afirgeriya berhemdarî û bazarê re têkildarî hev e…  Azadî, aştî û demokrasî  hemû beşên kurdan eleqedar dikin…

Aştî wê  azadiyê bîne. 

Beriya şerê nîvsadselî hebûna kurdan nedihate qebûl kirin, nîr hate şikandin, êdî qalib, tekzîb, sehwen, xem û xemsarî ji holê radibin. Wê têkoşînek “refîne” dest pê bike… Têkoşîna “refîne”, guhertin e, berterefkirina dîroka fermî ye, destnîşankirina tixûbên dîroka nû ye… Lerza erdhejê heye. Yanî çi? Yanî bi destpêkirina pêvejoya “Aştî û Civaka Demokratîk” re, di siyaset û hişmendiya kor û seqet û sapiq a tirkî Tûran ketiye ber erdhejê. Şerê hev dikin. Kurd ne alîgirên şerê wan in, alîgirên aştî û çareseriya demokratîk in. 

Dîrok dubare nabe, tê guhertin û ji nû ve tê nivîsandin. 

Dem hat împaratorî têk çû, niha jî dem hatiye  wê dewleta yekperest  têk biçe.

Rast e, rewşenbîriya kurdî bi zext zora yekperestî her dem şikestî bû, nivîskariya kurdî jî qedexe bû. Dîroka rewşenbîriya kurdî heye, ya nivîskariya kurdî nîne. Evdestinî-çarenûs jî bi destên zordestên-dijmin hatibû nivîsandin. Îro ew dest û destînî  hatine şikandin. Xewn û xeyal zindî bûne... Tişta herî baş û xêrdînî jî; weşanxaneyên kurdî, li bajarên cuda, bi taybetî li bajarên bakurê Kurdistanê ne, çand civakî dibe, ji esareta bajarekî rizgar dibe...  

Ev ‘’trade mark“ e û  alâmet-i ferîqe ye!... 

Pêşketinên ku bi aştî û çareseriyê re werin, wê derfetan bidin ku wêjeya kurdî mamostetiya civakê bike. Lê beriya wê barekî giran û ciddî dikeve ser milên nivîskarên kurd. Weke min di destpêkê de got, divê nivîskarên kurd şaşiyan nekin, rastkirina şaşiyan zor e… Eger nivîskar şaşiyan dibînin, divê bêjin, binivîsin. Dema gotin û nivîsîn jî, divê sixêfan nekin, lewlabaziyan nekin, sînorên edeb û kolektîvîzma wêjeyê derbas nekin.  Li her çar parçayan dewletên tempon ku li ser xaka Kurdistanê hatine avakirin perwerdeya “pençîk-dewşirme” heye û bandor li her kesî kiriye. Divê em bedena xwe, mêjiyê xwe ji qirêjiya wê sîstemê rizgar bikin.

Nivîskarî-rewşenbîrî hêza hişmendî û hêwngiriya pêşketî ye. Ev hêz jî ji gotin û pênûsê tê. Pênûs û gotin şûr in, em ne mecbûr in li ser mînberan şûr ji kalan bikişînin. Hêza nivîskar-rewşenbîran teorîk e. Divê em ji bîr nekin, nivîskarên Rusyayê sîstema Çar têk bir. 

Divê û mecburî ye ku nivîskar-rewşenbîr kefikên mîzêna kesayetî û hişmendiyê di yek rêzê de bigirin. Dem dema şerê gotinê ye. Heta duh bû, her kes li dijî şer derdiket û aştî dixwest. Pêvejoya aştiyê dest pê kiriye, bifermin, bêyî sixêf û lewlebaziyan, dengê xwe bilind bikin. 

Divê ti kesek layiqî xwe nebîne û nebêje ‘Hespê Truwa’ û ji bîr neke, teorî çerxa cîhanê dizivirîne