'Wê bibêjin 'xwe kuştiye', bawer nekin'
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) dewam dikin, aşkere bûbû ku piraniya çeteyên li pêşberî berxwedana HSDê windahî dan, ji xeta...

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) dewam dikin, aşkere bûbû ku piraniya çeteyên li pêşberî berxwedana HSDê windahî dan, ji xeta Minbicê reviyan. Dewleta Tirk jî piştre leşkerên xwe şand herêmê. Leşkerî bi peyman Amîr Enes Buyukyolcû ku piştî ji Sûriyeyê vegeriya hat îdîa kirin ku li Dîlokê li nava yekîneya xwe ‘xwe kuştiye’, tê gotin li Minbicê miriye û weke ku xwe kuştiye hatiye nîşandan.
Apê Buyukyolcû Ramazan û bavê wî Osman li ser mijarê ji me re axivî û îdîayên balkêş gotin. Ap Ramazan Buyukyolcû anî ziman ku ew bawer nake ku biraziyê wî xwe kuştibe. Ap Ramazan Buyukyolcû diyar kir ku beriya 3 rojan Amîr Enes Buyukyolcû peyamek ji wan re şand û got, “Di peyama beriya 3 rojan de ya ji bo bavê xwe got, ‘Ez diçim wezîfeyekê, eger bên li deriyê te bixin, ji bîr neke wê ji te re bibêjin ‘xwe kuştiye’. Dest ji mijarê bernede, bide pey’.”
Ap Ramazan Buyukyolcû diyar kir ku biraziyê wî li Sûriyeyê wezîfedar bû, ji wan re ragihand ku wê biçe wezîfeyeke veşartî û got, “Digot, ‘Ez ê biçim Tel Avîvê ji bo wezîfeyeke veşartî. Ji ber ku yekane kesî ku planê xêz dike, plansaz ez bi tenê me, wezîfeya veşartî dan min. Ez ê biçim Tel Avîvê’.”
Bav Osman Buyukyolcû jî anî ziman ku ew Kurdên ji Semsûrê ne, bi Kurdî diaxivin û agahiyên ku apê wî da, ji aliyê bavê wî ve jî hate piştrastkirin. Bav Osman Buyukyolcû got, ‘Kurê me ji min re nivîsandibû, wê bi MÎT’ê re ji bo wezîfeyeke taybet biçe Tel Avîvê. Ew peyam hîn bi min re ye. Ji min re got, ew ê biçe wezîfeya taybet, eger tiştek bi serî wê ve bê, wê bibêjin xwe kuştiye.”
Osman Buyukyolcû ragihand ku kurê wê herî dawî li herêma Eştabrak a Sûriyeyê wezîfe dikir û got, “Cihê wî yê wezîfeyê Eştabrak bû, dibe ku ser bi Minbicê ve ye. Lê belê emeliyat bû, beriya du hefteyan çû. Di 23’ê mehê de peyamek ji min re şand. Got, ‘Wezîfeyeke taybet ji min re hate dayin’. Bi mesajê min jî pirsî bê çi ye, got ‘Ez ê biçim Tel Avîvê’. Dema min jî pirsî bê çima qebûl kiriye, wê jî got, ‘Dewletê wezîfedar kir, min jî qebû kir’. Piştre bi deng lê geriyam, hingê ji min re got, ‘Ez li benda wezîfeyeke bi vî rengî bûm, wezîfe hat’. Dema ku min jî pirsî bê bi kîjan sedemê wezîfe dane wî, got ‘Ji ber ku bi Kurdî diaxivim, wezîfe dan min’. Piştre jî got, ‘Eger li wê derê tiştek bi serî me bê, em weke leşker naçin, em weke sivîl diçin. Wê ji te re bibêjin xwe kuştiye’.”
Bav Osman Buyukyolcû diyar kir ku têkildarî xwekuştina kurê wê gotinên nakok hene û got, “Ji me re gotin, xwe kuştiye. Gotin, tiving daniye binî qirika xwe û xwe kuştiye. Hin ji fermandaran jî dibêjin, ‘Ji cihê nobedê dûr ketiye’. Yek dibêje ‘Ji hevalê xwe fîşek û şarjor biriye’. Yekî din got, ‘Şarjorîn me bi bant e, bant jî kiriye û fîşek berdaye devê xwe’. Gotinên wan hev nagire.”
Bav Osman Buyukyolcû diyar kir ku fermandarê tabûrê têkildarî kurê wê gotinên hev nagire dibêje û got, “Fermandarê tabûrê destpêkê got, şarjor ji hevalê xwe yê nobedê wergirt. Piştî ku min pirsî bê çima çek jî re nehate dayin, vê carê jî got ‘Bi çeka xwe, xwe kuştiye’.”


