Waşhîngton: Tirkiye ne dostê Amerîkayê ye

Heke di vê serdema dostaniya Erdogan û Trump de Senatorê Komarparêz yê Amerîkayê Rick Scott dertê qadê û dibêje “Tirkiye ne dostê Amerîkayê ye” ev gotin ne gotine kesekî û ne jî helwesta kesekî tîne ziman

•
1 deqe xwendin
Waşhîngton: Tirkiye ne dostê Amerîkayê ye

Di nava hefteyê de rayedarên Amerîkayê derbarê Tirkiyeyê de daxuyaniyên tûj û beloq dan. Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vanc di 4ê Îlona 2026an de li Qesra Sipî daxuyanî da û got: “Tirkiye, Azerbaycan û hin welatên Kendava Hurmuzê li dijî Îranê piştgiriya bêdeng didin Amerîkayê.” Senatorê Komarparêz ê Amerîkayê Rick Scott di 7ê Îlona 2026an de daxuyanî da û bi zimaneke tûj got: “Tirkiye ne dostê Amerîkayê ye.” Lê van daxuyaniyên hatin dayîn li Tirkyeyê nebûn rojev. Di nava helwesta bêdeng a tirk de fetisîn. Berovajiyê vê dema Serokê Amerîkayê Trump pesnê Serokkomarê tirk Erdogan dide çapameniya alîgir mijarê dinepixîne û dike rojev. 

Teqez sedemên helwesta bêdeng ya Enqereyê pir tişt dixwe de dihewîne. Mijarên ku li hesabê Enqereyê  neyên û bi hêza xwe jî kêmê wan be di nava bêdengiyê de wan dide jibîrkirin.  Lê pêwîste ku ev bê vekirin. 

Daxuyaniya yekem ya Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û daxuyaniya duyem ya Senatorê Amerîkayê Scott jî piştî biryara ku ambargoya Amerîkayê danî ser şîrketa “Golden Global Yetırım” ya navenda xwe li Tirkiyeyê ye hatin dayîn. Dibe ku daxuyanî û hilwestên wisan hê zêde jî bibin. 

Daxuyaniya JD Vance sergirtîye û îroniya xwe heye. Her wiha çend wate di xwe de dihewîne. Vance tenê nabêje Tirkiye li dijî Îranê alîkariya bêdeng dide Amerîkayê. Di vir de alîkariya bêden ya Enqere li diî Îranê dide Amerîkayê tê aşkerakirin. Dibe ku bi zanebûn ev teşhîr tê kirin. Ji ber vê jî daxuyaniya Vance li hesabê Tirkiyeyê nahat û nebû rojeva çapameniya alîgir ya hikûmeta Enqereyê. 

Cîgirê Serokê Amerîkayê Vance bi vê daxuyaniyê dixwaze Tirkiye ne tenê li pişt deriyan li dijî Îranê di nava bêdengiyê de piştgiriya Amerîkayê bike. Ji vê daxuyaniyê dertê ku rêveberiya Qasra Sipî ji Tirkiyeyê dixwaze li dijî Îranê piştgiriya aşkera bide Amerîkayê. Heta mirov di vê daxuyaniya Vance de vê jî dibîne: Tirkiye li pişt deriyan li dijî Îranê sozên alîkariya pratîk dide Amerîkayê lê di qadê de wan sozên ku daye pêk nayne. 

Rayedarên Îsraîlê gelek car bi daxuyaniyên xwe aşkera kirin ku sozên Tirkiye li pişt deriyan dide hevkarên xwe di rastiya jiyanê de pêk nayne û hevkarê  xwe dixapîne. Li gel van daxuyaniyên Îsraîlê jî Amerîkayê di hevkariya bi Enqere û Şamê re israr kir û heta îro hat. Bi van daxuyaniyên dawî yên rayedarên Amerîkayê dibe ku ji bo hişyarkirina Tirkiyeyê ya siyaseta dualî hatibin dayîn. 

Lê Enqere ji mêj ve dest ji siyaseta hevsengê ber nade. Îro jî dixwaze di navbera Îran û Amerîkayê de di navbera Rûsya û Amerîkayê de û di navbera Çîn û Amerîkayê de bi vê siyasetê ji xwe re cîh çêke. Ji daxuyani a Vance û biryara ambargoyê ya li sire şîrketa “Golden Global Yatırın” dertê holê ku Amerîka ji vê diêşe û li dijberê vê derdikeve.

Heke di vê serdema dostaniya Erdogan û Trump de Senatorê Komarparêz yê Amerîkayê Rick Scott dertê qadê û dibêje “Tirkiye ne dostê Amerîkayê ye” ev gotin ne gotine kesekî û ne jî helwesta kesekî tîne ziman. Scott da zanîn ku Tirkiye di ser şîrketa “”Golden Global” de piştgiriya Îranê dike û ev hewildan ne hewildaneke navbera du dostan de ye. Dixuye ku ev peyam ji bo hin aliyan hatiye dayîn. 

Weka vê mînakê: Sefîrê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet yê Suriye û Iraqê Tom Barrack piştî biryara ambargoyê ya li dijî şîrgekata “Golden Global Yatırım” demildest daxuyanî da û got: “Ev biryar ferdiye û tenê li dijî şîrketê û rayedarên şîrketê hatiye girtin. Lê Senetor Scott wisa nabêje. Pir aşkera û pir vekirî diyar dike ku ev şîrket navenda xwe li Tirkiyê. Enqere ne dostê Amerîkayê ye li dijî Amerîkayê bi Îranê re dide û distîne.