Tundiya li dijî zarokan
Tundiya cinsî jî destdirêjiya mezinan a ji bo hestên xwe yên cinsî ya li dijî bedena zarokan e. Ev tundî ya herî xirab e ku li ser zarokan bandoreke dijwar dike. Lêkolîner vê mijarê bi gelemperî di çarçoveya malbat, zarok, jîngeh û çandê de dinirxînin.

Her çend tundiya li dijî endamên malbatê - çi dê, bav, an zarok - bandorên neyînî li ser hemû kesan dike jî, tê ragihandin ku yên herî xeternak zarok in.
Em ê di vê nivîsê de hinekî ‘tundiya li dijî zarokan’ çi ye û li ku derê pêk tê, vebikolin.
Li gorî “Xala 19an a Peymana Mafên Zarokan” û xebata “Komîteya Mafên Zarokan” û di çarçoveya “Lêkolîna Neteweyên Yekbûyî ya li ser Tundiya li dijî Zarokan” de, tundiya li dijî zarokan wiha tê pênasekirin:
“Her cure muameleya xerab a fizîkî, hestyarî, îstismara cinsî, paşguhkirin an tevgerên xemsar ku dibin sedema zirara rastîn a potansiyela nebaşî ya li tenduristî û rûmeta zarokan.”
Tundiya li dijî zarokan bandoreke neyînî li ser pêşveçûna laşî, derûnî, an hestyarî ya zarokan dike û dibe sedema birîndarî, êş, tirs, paşguhkirin an jî îstismarê. Ew dikare di malbat, dibistan, an jî di hawirdoreke civakî de pêk were.
Cureyê herî gelemperî yê tundiya li dijî zarokan îstismarkirina wan e. Îstismar sepandina tevgerên ji hêla endamên malbatê, dêûbavan an mezinên berpirsiyar ên lênêrîna zarok ve ye ku pêşveçûna hestyarî, fizîkî û cinsî ya zarokan asteng dike û zirarê dide tenduristiya wan a fizîkî û derûnî.
Lêdan, pêlkirin, hejandin, şewitandin, an her cure têkiliya fizîkî ku dibe sedema êşa zarokan wek tundiya fizîkî tê binavkirin.
Biçûkxistin, gefxwarin, heqaretkirin, rexnekirina berdewam a neyînî, paşguhkirin, an tirsandina zarokan jî tundiya derûnî (hestî) ye.
Tundiya cinsî jî destdirêjiya mezinan a ji bo hestên xwe yên cinsî ya li dijî bedena zarokan e. Ev tundî ya herî xirab e ku li ser zarokan bandoreke dijwar dike. Lêkolîner vê mijarê bi gelemperî di çarçoveya malbat, zarok, jîngeh û çandê de dinirxînin.
Tundiya navmalî dibe sedema trawmayên hestyarî yên dijwar, nexweşiyên fikaran û zirara hesta ewlehiyê ya zarokan. Zarokên ku di vê jîngehê de mezin dibin, pir caran dikarin tevgerên êrîşkar nîşan bidin û carinan jî xwe ji jiyana hevpar vedikişînin. Ev rewş di heman demê de rê li ber têkiliyên wan ên civakî yên ku divê pêşerojeke saxlem ava bikin, digire.
Pêhesîna tundiya fizîkî ji ber ku bi çavan rehet tê dîtin, mirov dikare tesbît bike. Lê tundiya derûnî û ya cinsî gelek caran nayê kişfkirin. Mirov dikare bi çavdêriyên xwe yên li ser zarokan hin nimûneyan bibîne ku ew zarok rastî tundiyê hatine yan jî tên. Gezkirina neynûkan, tirsa ji mirovan, kişandina por, tifkirin, ji xwarinê acizî, nekarîna avakirina hevaltiyê, çêkirina pirsgirêkan di navbera hevalan de, avêtin û şikandina tiştan, hêrsbûna bêkontrol û şilkirina nivînan jî wek daneyên berbiçav in.
Di şert û mercên jiyanê yên îroyîn ên ku her diçe tevlihevtir dibin de, jîngeha malbatê ku zarok lê mezin dibin, têkiliyên dêûbav-zarok û rêbazên mezinkirina zarokan rolek girîng di pêşkeftina kesayetiyê dikin de dilîzin. Her çend jîngeha malbatê ji bo zarokan wekî jîngeha herî ewledar tê hesibandin jî, tê dîtin ku gelek dêûbav, bi zanebûn an bêhemdî, bi hinceta disîplînkirinê, tundiyê li dijî zarokên xwe pêk tînin û zirarê didin wan.
Ji lêkolînan hatiye bidestxistin ku ew kesên tundiyê li zarokan dikin, pir caran kesên nêzî wan in. Berê, dihat gotin ku dêûbavên ku bi zarokên xwe re xirab tevdigeriyan û daxwazên wan paşguh dikirin wek kesên nexweş û psîkopat dihatin hesibandin. Paşê, zanyaran ragihand ku pir kêm dêûbavên îstismarkar dikarin wekî nexweşên derûnî werin pênasekirin. Lêkolînan diyar kiriye ku hema hema hemû dêûbavên ku bi zarokên xwe re xirab tevdigerin, ew jî di zarokatiya xwe de rastî tundiyê hatine.
Tundî carinan li gorî taybetmendiyên bawerî û çandî jî diguhere. Di hin civakan de, tundiya li dijî zarokan wekî hemwateya dîsîplînê tê dîtin. Gotinên pêşîn ên di çanda me de wekî "Lêdan ji bihuştê ye" û "Ew ê ku li keça xwe nexîne, dê li çokê xwe bixîne" nîşan didin ku tundiya laşî dikare rewa be. Sedema tundiyê çi dibe bila bibe, her yek ji van sedeman bi yên din ve girêdayî ye. Pêşîlêgirtin, destnîşankirin û dermankirina tundiya li dijî zarokan nêzîkatiyek pir-alî û pir-dîsîplînî hewce dike. Îro, li gelek welatan, tevî ya me, qanûn, sazî û komeleyên têkildarî parastina zarokan hene. Divê ev sazî û dezgeh li gorî armanca xwe baş û rast bên bikaranîn.
Wekî ku tê zanîn, zarok ne tenê ji bo lênêrîn û xwedîkirinê, lê di heman demê de ji bo baldarî û hezkirinê jî hewceyê dê û bavên xwe ne. Di hawirdorek malbatî ya xwedî evîn û aram de, zarok bingehekê datînin ku bingeha tevgerên baş û têkiliyên civakî bi derdora xwe re pêk tînin. Ji ber vê yekê, helwesta ku dê û bav li hember zarokên xwe nîşan didin bandorê li pêşveçûna zarokan dike. Zarokên ku şîdeta navmalî ya li dijî kesên din dibînin, ew bawer dikin ku bûyerên bi vî rengî normal in. Ev zarok di pêşerojê de îhtîmaleke mezintir heye ku bibin sûcdarên tundî yan jî îstismarê. Kurekî ku şahidiya tundûtûjiya bavê xwe li diya xwe dike, dê fêr bibe ku tundûtûjiya li dijî jinan reftareke normal e. Ev zarok dê hewl bidin ku bi rêya tundûtûjiyê her cure pirsgirêkên di jiyana xwe de çareser bikin. Zarok dê û bavên xwe yên ku tundiyê pêk tînin, teqlîd dikin ji ber ku ew wan ji bo xwe wek model digirin. Li gorî vê, pirsgirêkên reftarî di zarokên jinên ku şîdet dîtine de li gorî zarokên jinên ku ew nedîtine, pirtir in.
Her çend bi berfirehî tê qebûlkirin ku parastina tenduristiya laşî û derûnî ya zarokan, ku dê sazkirina civakî ya nifşên pêşerojê pêk bînin, girîng e, hîn jî di civakê de gelek zarokên bêparastin û bêhêz hene ku nikarin mafên xwe biparêzin. Ger mezinên siberojê di hawîrdorek wisa neewle de mezin bibin, neçar e ku ew wekî mezinên pirsgirêkdar di civakê de cihê xwe bigirin û nifşên ku ew jî pirsgirêkdar in mezin bikin. Ji bo wê jî heke îro daxwaza me civakeke demokratik û aştiyane ye, wê gavê her kesek divê berpirsiyariya xwe ya ji bo parastina zaroakan bi cih bîne.
Ger hûn guman bikin, an jî bizanibin ku îstismara zarokan qewimiye, divê hûn çi bikin?
Zarokên ku ji aliyê kesên derveyî malbatê ve rastî her cure tundiyê, bi taybetî jî ya cinsî hatine, malbatên wan pir caran ji ber şerm û sûcdariyê dudil in ku li ser bûyerê nîqaşê bikin. Di destpêkê de ji bo van malbatan divê alîkariyeke pisporî were dayîn. Wê demê, bi nêzîkatiya malbatê ya germ û zanistî zarok dikarin werin teşwîqkirin ku li ser pirsgirêkên xwe bikaribin biaxivin. Divê dêûbav nêzîkatiyeke ku baweriya zarokan bi xwe zêde bike, tevbigerin. Gava ku zarok xwe di nav rewşeke ewle de bibînin, ew dikarin bi wêrekî bûyeran ji wan re vebêjin. Pispor jî ji bo zarokên ku dikarin bixwînin û binivîsin pêşniyara nivîsandina rojnivîskekê dikin. Ji ber ku bi devkî gotina tiştan her gav ne hêsan e, nivîsandin dibe ku di hin bûyeran de alîkar be.
Her wiha ger we şahidiya îstismara zarokan kiribe, yan jî ji we re hatibe ragihandin, divê hûn mijarê pir cidî bibînin. Ji ber ku lênêrîn û parastina zarokan mecbûriyeteke mirovî, exlaqî, bijîşkî û yasayî ye, divê mesele bi perspektîfeke hestyarî jî were çareserkirin.


