Tundiya çandî û bandora wê ya li ser me

Weke kesên ku haya wan ji tundiya çandî heye, em dikarin xwe çawa ji vê dorpêçkirina ku bi ti awayî naxuyê biparêzin? Bêguman gava yekemîn hişyarbûn û haydarbûn e

•
1 deqe xwendin
Tundiya çandî û bandora wê ya li ser me

Gulan Mizgîn

Her tişta ku rê li ber potansiyela mirovan bigire, mirov kêm bihêle yan jî sînordar bike cureyê tundiyê ye. Di vê çarçoveyê de di sê aliyan de divê mirov li tundiyê binêre. Yekemîn, “tundiya rasterast” e ku em bi çavên xwe dibînin ango êrişkirina fîzîkî yan jî devkî ya kesekî li ser keseke din e. Duyemîn, ‘’tundiya avanî ’’ye. Ev tundî di nav zagonên civakê, saziyên wê û di krîzên aboriyê de xwe veşartiye. Lê belê ya herî xedar, ya ku herî kêm tê zanîn û hema hema qet li ser nehatiye sekinandin jî  "tundiya çandî" ye. 

Tundiya çandî bi rêya ol, ziman, huner, zanist, kevneşopî yan medyayê, tundiya rasterast û avanî meşrû dike. Bi mînakekê em dikarin zelaltir bikin. Vê mijarê em dikarin bişibînin çiyayekî qeşayî. Tundiya rasterat beşa li ser avê ye diyar e. Tundiya avanî aliyê wî çiyayî yê û di binê avê de ye. Tundiya çandî jî jîngeha herî binî û ya ku wî çiyayî bi xwe re diafirêne ye. Ev tundiya çandî ya nediyar, bi dizîka dikeve nav jiyana me ya rojane û di kêliyên herî taybet de xwe ji nû ve ava dike. Bo nimûne, dema kesek diçe nexweşxaneyê bi bijîşk re dema nikare bi hêsanî xwe îfade bike, ew hesta şermê û xwe kêm dîtinê tundiya çandî ye. 

Ez dibêjim qey gelek ji me dema dest bi dibistanê kir, me nedixwest dayika me were civînên dayik û bavan. Ji ber me ji kirasê wê, ji terhiya wê ya spî me şerm dikir. Çimkî ew cil kevin bûn, ne nûjen bûn. Ji ber di malbata min de kesek xwendin û nivîsandina wan tune bû. Her roj ji bo spartekên xwe bikaribim çêbikim dayika min bi destê min digirt û sê çar kolan dûrî mala me dibir ba mala cîranan da ku bikaribin spartekê min ji min re bibêjin. Ew kes jî kurd bûn lê dayika min hezar carî lêborîn ji wê malbatê dixwest. Ji ber ku mehcûb dibû. Guhertina navên bi hezaran gund, bajarok, çiya, çem û cihên dîrokî yên li erdnîgariya kurdan tundiya çandî ye. Hişmendiya desthilatdar “rêzdariyê, xwe pejirandinê” dixe qaliban û dibêje “Eger tu di civakê de ji xwe re cihekî û rêzdariyê bixwazî divê dev ji ziman, çanda xwe, kevneşopiyên xwe biqerî û divê tu bibî wekî me’’ vêca ev rewş, zexta herî giran e ku mirov ji cewher û kokên xwe dûr dikeve û hewl dide xwe bişibîne serdestê xwe.

Ev tundiya çandî herî zêde li ser kê tê meşandin? bêguman gelekên wekî me hatine metingerkirin, koçber, civakên ku zimanê wan ê zikmakî di qada giştî de hatiye qedexekirin an jî nehatiye hesibandin û di nav van civakan de jî, ji ber rola zayendî ya civakî, herî zêde jin rastî vê tundiyê tên. Jin hem bi zexta derveyî ya çanda serdest re hem jî di nav civaka xwe de bi sînorên muhafazakar ku bi hinceta “parastina çand û namûsê” tên afirandin re rû bi rû dimînin; bi vê yekê re tundiya çandî bi rengê du sê qat dijîn.

Pênaseya aştiyê ya ku Galtung ji lêkolîna xwe ya li ser tundiyê derxistiye holê, xaleke girîng e. Galtung aştiyê dike du beş: aştiya negatîf û aştiya pozîtîf.

Aştiya negatîf tenê sekna çekan, rawestîna teqîna bombeyan û sekinandina şerên fizîkî yên rasterast e. Ev yek helbet hêja ye lê tenê bi xwe ne bes e. Ji ber ku, rawestina çekan hebe û hîn jî qedexeyên ziman, tunekirina çandê, zagonên cihêkar û pêşdaraziyên zihnî bidome, li wir mirov nikare behsa aramiyeke mayînde bike. Ew bêdengiya beriya firtoneyê ye ku rabe û hemû tiştan bi xwe re serobino bike. Aştiya pozîtîf jî ew rewşe ku tevî tundiya çandî, hemû tundî ji holê radibin û wekhevî, azadiya çandî di hemû qadên jiyanê de pêk tê. Eger pêvajoya aştiyê ya heyî, tenê bi rawestîna çekan û lihevkirinên siyasî sînordar bibe, em ê negihîjin aştiyeke rastîn, em ê tenê di asta aştiya negatîf de bimînin. Lê belê ev pêvajo, bi gavên ku rê li ber perwerdeya zimanê zikmakî vebikin, bîra civakê li hev bînin, bi mufredatên perwerdeyê zimanê nijadperestiyê ji holê bên rakirin —yanî bingeha tundiya çandî hişkkirin— ew çax dikare me bibe ber bi aştiyeke pozîtîf a domdar. 

Weke kesên ku haya wan ji tundiya çandî heye, em dikarin xwe çawa ji vê dorpêçkirina ku bi ti awayî naxuyê biparêzin? Bêguman gava yekemîn hişyarbûn û haydarbûn e. Di nav axaftinên rojane de, di henekên me de, parvekirinên me yên medyaya dîjîtal de zimanê ku em bi kar tînin divê ne zimanê cudakarî û dûrxistinê be. Divê em berê xwe bidin wan qaliban ku li ser zimanê me rûniştine. Divê em wan tespît bikin û red bikin. Gava duyemîn, avakirina xeteke afirîner, berhevkar û parastina çandê ye. Xweparastin e di esasê xwe de. 

Bila xweparastin weke xwe vekişandinê neyê fêmkirin. berovajî vê, bi rêya afirandin û hilberînê xweavakirin e ango zindîhiştina ‘’xwe’’ ye. Stûna bingehîn a vê parastinê zimanê xwe yê zikmakî li malê, li kolanê, li kar, di cîhana dîjîtal bi serbilindî axaftin û çanda devkî, kilamên dengbêjan, çîrok û dîroka xwe ya herêmî tomarkirin û arşîvkirin e. Madem ku zîhniyeta serdest bêzimanbûnê û jibîrkirinê li ser me ferz dike  bi huner, muzîk û zimanê xwe vegotinên çîrokê xwe, bersiva herî bihêz û herî mirovî ye ku dikare tundiya çandî pûç bike.