Tuncer Bakirhan: Dê şert û mercên xebatê yên Ocalan kengî ava bibin?
Li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetî ya Rihayê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" Newroz tê pîrozkirin. Pîrozbahî, li Parka 4ê Nîsanê hat pîrozkirin.

Li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetî ya Rihayê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" Newroz tê pîrozkirin. Pîrozbahî, li Parka 4ê Nîsanê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de posterê Abdullah Ocalan hate bilindkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di pîrozbahiya Newrozê de axivî û Newroz li gelan pîroz kir.
Tuncer Bakirhan, anî ziman ku Xelfetî ji bo nasnameya Kurdan û têkoşînê xwedî cihekî girîng e û wiha got: “Xelfetî, ji bo jiyaneke wekhev a li vê xakê navendeke girîng e. Kurd li Xelfetiyê bûn, li Xelfetiyê rabûn ser pêyan. Bi têkoşîna birêz Abdullah Ocalan ê Xelfetiyî re digihije nasname, rûmet û aştiya xwe. Em gelek keyfxweş in ku starta Newrozê li vir didin. Hêj çendek roj berê me li Girava Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Gelek silavên birêz Ocalan ji bo hembajariyên xwe, xelkê Xelfetiyê hebûn. Newroza we pîroz kir. Hêvîdarim di vê meha pîroz Remezanê de daxwazên we qebûl bibin û bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan ku di Newrozên din de bi me re be. Tenduristiya birêz Ocalan baş bû û mirûzê wî xweş bû.”
Bi domdarî Tuncer Bakirhan diyar kir ku Newroza 2025an dê bibe sala azadiya gelê Kurd û wiha domand: “Dê bibe starta bidestxistina maf û hiqûqa xwe. Ev Newroz ji bo me tevan gelek girîng e. Ji bo pîrozkirina van Newrozan me can da, bedelên giran dan. Me gelek heval û rêhevalên xwe winda kirin. Bi vê wesîleyê ez di şexsê Muhsîn Melîk, Ferîdun Yazar, Îbrahîm Ayhan de hemû kesên jiyana xwe ji dest dayin birêzdarî bi bîr tînim. Tu tiştek vala nebçû, tu ked vala nehate dayin. Îroj em li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dayin, êdî têkoşîna kesên bedel dayin dê bi xwe re hemwelatiya wekhev û demokrasiyê ji bo gelan bîne. Em di qonaxeke dîrokî de ne ku rojên xweş li pêşiya me ne.”
Bakirhan, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Ev bang, banga vexwendina demokrasî û aştiyê ye. Banga vexwendina xwişk-biratiyêye. Banga bidawîkirina polîtîkaya înkarê ya sed sal in didome ye. Ev bang, banga pêkvejiyana wekhev a Kurdan, Elewiyan û gel û baweriyên din e. Lewma divê di serî de em xwedî lê derkevin. Ji ber ku di vê bangê de dibêje ku bila Kurd bibin hemwelatiyên wekhev, bila jin neyên qetilkirin, bila mafên ciwanan bên dayin û pêşeroja wan neyê dizîn. Dibêje bila li îradeya Xelfetiyê qeyûm neyê tayînkirin û înkara sessalan bi dawî bibe. Lewma weke hembajariyên birêz Ocalan, divê herî zêde hûn ciwan û jin xwedî li vê bangê derkevin. Gelo ciwanên Xelfetiyê amade ne ku xwedî li banga birêz Ocalan derkevin û mal bi mal, kolan bi kolan vebêjin? Jinên hêja, birêz Ocalan silava herî mezin ji we re şand. Got; Pirsgirêka jinê mezintirîn pirsgirêka cîhanê ye. Gelê Kurd, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek pêş ketin. Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ji Hindistanê heta Arjantînê deng veda û têkoşîna jinên Kurd ji bo cîhanê bû mînak û veguherî modelekê. Kedeke mezin a birêz Ocalan di têkoşîna azadiyê ya jinan


