Travmaya şer, vegera mirovê logosê, derbasbûna serdemeke nû

Travmaya din jî, neveşartina hevalan e. Bi hezaran heval bi usûla xwe nayên veşartin û ev Derrida tîne bîra me: yên bi usûla xwe neyên veşartin, wê bibin şeytanqûnî (hortlak). Û dibin jî, em di fîlmê da dibînin.

•
1 deqe xwendin
Travmaya şer, vegera mirovê logosê, derbasbûna serdemeke nû

Zafer Sarica

Ev çend roj in li ser fîlma Odysseus gelek tişt hatin nivîsandin û gotin. Ez ê jî hewl bidim li ser serdema logosê, travmaya şer, qanûnên post-pîrozî û şînê çend nirxandinan rêz bikim. 

Odysseya, piştî ku şer li Troyayê diqede dest pê dike. Odysseus qralê Îthakyayê, piştî ku serkeftinê bi dest dixe hewl dide vegere malê; lê belê ji ber xezeba xwedayan, cinawir, periyên balkêş ên ku mirovan dixapînin û karesatên deryayê, ev rêwîtî deh salan didome. Ev destan hem serpêhatiyên Odysseus, hem vegera wî ya malê hem jî dilsoziya malbata wî tîne ziman.

Christopher Nolan, derhênerekî brîtanî-amerîkî ye; bi fîlmên xwe yên wekî Memento, Inception, Interstellar, trilojiya The Dark Knight û Oppenheimer tê naskirin. Derhênerek e ku qalibên demê dişikîne û çîrokê bi rêzeke ne-xêzî (çargoşeyî) vedibêje, temaşevanî neçar dike ku perçeyan bîne cem hev. Homeros jî li derdora sedsala 8emînv (B.Z.) tiştekî wisa kiriye. Ew Odysseyayê bi awayekî kronolojîk nagêre, ji nîveka bûyeran dest pê dike — demek dirêj piştî ku şerê Troyayê qediya, leheng li giravekê asê maye. Serpêhatiyên rastîn ên ku Odysseus jiyaye, ew bixwe di şahiyekê de ji guhdaran re vedibêje, yanî bi awayekî bi rêya "flashback"ê (vegerandina paşerojê). Ango em dikarin Homerosî wekî "Nolan"ekî 3 hezar sal berê bifikirin; vebêjerekî ku çîrokê dişikîne û guhdarî neçar dike ku bûyeran di serê xwe de bîne cem hev. Yekî ya 300 sal berê nivîsiye yekî ya 3000 hezar sal berê li pey fotonan nivîsiye. 

Qanûn, travma û şer

Di fîlmê de dibêje, “ Me qîmeta gelan a herî pîroz xirab kir.” Pêşî em bibînin, şer çawa bi dawî bû. Qanûnek heye: diyariyên ji bo Xwedê û Xwedawendan qebûl bike. 

Axaî (Yewnî), ji dîwarên Troyayê qet nikarin derbas bibin. Bajarê li pişt dîwaran ji derve nikaribû hatiba zeftkirin, Odysseus zîrekî û hîleya xwe bi kar tîne û planeke stratejîk çêdike. Ev jî xirabiyek e ku tê de fikarên qebûlnekirina diyariya ku ji Xwedawendan re hatiye pêşkêşkirin, tê îstismarkirin û bikaranîn.

Çi dike? Hesp, pêşkêşiyeke pîroz e ku ji Xwedawend Athena re hatiye dayîn. Ew jî xwe di nav vê pîrozbahiyê de vedişêrin û li pey wî bikevin di nav bajarê Troyayê. Troyayî ditirsin ku eger ew vê diyariyê red bikin an zirarê bidinê, ew ê rastî xezaba Xwedawendan bên. Odysseus ev hestiyariya wan a dînî û fikara "nekarîna redkirina diyariyeke xwedayî" ji pêş ve hesab kiriye.

Û vê yekê nabêje ji hevalê xwe yê li ber hespê nobedar e jî. Ji wî jî vedişêre ku paşê ruhê wî hevalî tê û jê hesabê dipirse: ka hevaltî ? 

Ji xwe Odysseus li derekê dibêje, “Me têkiliya qurfbar a  di navbera însanan da xirab kir.” Yanî hem qanûnên Xwedayan hem ê însanan xirab kirin. Paşê her derê îstîla dikin, dikujin û dişewitînin. Ev jixwe paşê pirsa “çima şer ?’’ tîne rojevê. 

Travmaya din jî, neveşartina hevalan e. Bi hezaran heval bi usûla xwe nayên veşartin û ev Derrida tîne bîra me: yên bi usûla xwe neyên veşartin, wê bibin şeytanqûnî (hortlak). Û dibin jî, em di fîlmê da dibînin. 

Logos, veger ( nostos), an jî ne-veger

Dema Agamemnon û Odyssesus amade ne ji bo vegera li malê, Odysseus biryar dide û rêgeha xwe diguherîne. Ya rastî rêhalên wî dibêjin em çima Agamemnon naşopînin û ew bersivekê ne ji hemdê xwe û ne cidî dide. Lê bersiva rastîn paşê derdikeve holê: amade nîne. Jixwe piştî hemû bûyer û jibîrkirin û bîranînan, piştî 7 salên aram û vala di girava Ogygia de dibêje, “Divê mirov ji bo vegera li xanî (nostosê) amade be. Ez niha amade me.’’

Yanî vegera dirêj mecburî bû. Nexwest di bin vê giraniya şer de vegere. Xwest ku rê dirêj bike ku tê weteya rêwîtiyeke nav-xweyî û yan ji bîr bike, yan jî helbike (katarsîs). 

Lê di rê de jî xwediyê agahiya ne-miran xwe ye. Xweda jê re dibêjin tu yê nemirî lê hemû hevalên te dê bimirin. Divê korkirina kurê Poseidon Polyphemus jî di nav çarçoveya cezakirin û katarsîsa Odyssesus de bê ravekirin. Ji ber ku divê Odysseus biguhere. Lê çima? 

Wan salên 700-800an (B.Z.) hêdî hêdî mîtos lawaz dibû û logos li dijî wê bi hêz dibû. Mîtosa Zeus vêca têra însanên xweperest  û pozbilind (Hubrîs) nedikir. Logos di laşê Odysseus de xwe nîşan dida, înşa dikir. Qanûnên Xwedayan hatin binpêkirin li pey aqil û hubrîsê. Ev mijar di tragedyaya Sophokles a bi navê Antigone de kifş û teqez dibe. Îcar qanûnên Xwedayan wek ê logosê (însanan) bi hêz nîne û ev cezakirin feyde nake ji bo Odysseus. Em çawa dizanin? Ji ber ku dema vedigere Îthakayê hemû mezinan bê çek berhev dike bi xapandina xwezgîniya keybanûyê û wan dikuje. 

Piştî hemû bûyer û kuştin û cezakirinan Odysseus dikeve giravekê û her tiştî ji bîr dike. 7 salan wê li derê dimîne. Bê hiş, bextewariyeke dirinde û xwarina kulîlka lotusê ku pakî, jinûvejidayikbûn û ronahîbûna giyanî nîşan dide. Ji ber ku ji nav avên heriyê û tarî bi awayê pak û bêkêmasî radibe. 

Bîranîn û avakirina însaneke nû

Dîmenek û metaforek pir girîng heye. Ji perçên keştiya şikestî keştiyeke nû çêdike û di heman demê de ji bîranînên belavbûyî bîra xwe çêdike. Hêdî hêdî, gav bi gav. Dema çêkirina keştî û pênaseya avakirina insanekî berhev bên xuyakirin divê em qala metafora keştiya Theseus bikin: Gelo tu her dep û bizmarên keştiyekê tenê bi tenê biguherînî, mînak her mehê texteyekê jê vebikî û yeke nû lê bidî, di dawiyê de hemû dê biguhere, lê ew keştî guherî an heman keştî ye? Veger jî nûkirina karaktera Odysseus e. 

Li pey dirêjkirina vegerê ya du-alî (ji Xweda-Xwedawendan û ji aliyê travma û xwestake Odysseus) pêvajoyeke avakirin an jî xirabkirina karakterekê tê holê. Bi min jixwe ev pirs di serî de hebû. Lê bûyerek lazim bû: Şer. 

Yanê, derketina ji xanî, pê-geraneke xwe ye. Belkî em dikarin bibêjin ya însana serdema logosê, ya nû ye. Yan wendabûnek an tunebûnek e. Lê di dawiyê de avakirinek e. Niha dikare ava bike, li ser kevirên kevin (bîranînan) lê di nav wateya xwe-rû de. Pirs û rexneya Sokrates ew bi sed salan pêşî dike: erê ev e, lê çima ? 

Ji ber ku şer û travmayan ew veguhertiye. Niha dizane ew ne Odysseusa berê ye (?). Lê kî ye? 

Erê di dawiyê de ava dike lê ev pirs û rastî tim di hiş de ye: Ez ne ya berî me, çima cihê ez vediguherim Îthaka, çawa neguherî be. Bandora 20 salan ji aliyê demê ve teqez heye lê tekiliya di navbera Odysseus û Îthaka de, em dikarin bibêjin ya Keybanû û kurê wî û gel jî, xirab bûye. Bi şert û mercên avakirina vê têkiliyê guherîn. Çimkî ji van her du aliyan yek veguherî: Odysseus. Belkî Îthaka jî. Nizane. Têgihiştina sehek, hîs û ramanên Odysseus, dîtin û rastiya fenomenên Îthakayê jî wê nû-çêker bike. Problema kirde-bireser e. Kirde biguhere bireser jî diguhere. Dîsa feylesofek yewnanî Herakleitos dibêje: Hir tişt vediguhere û gelek av derbas bûne di ser wê avê re, ew çemê tu diçî navê, ne heman çem e û tu jî ne heman kes î. Bi rastî dibêje, ew çem hem ew çem e hem nîne, tu hem tu yî hem ne tu yî. Bersiva Herakleitos ji bo metafora keştiya Theseus diyar e: hem ew keştî ye hem nîne, lê kî dikare bersivekê bide ji xeynî wî ? 

Odysseus 

Xwe-avakirin û mirovê nû amade ye bo vegerîna li xanî. Lê ger xanî, ew xanî be, wê Odysseus, ew Odysseus be.