'Tirkiye êrîşî nan dike'

Dewleta tirk ji saet di 10.00’ê şeva 23’ê cotmehê heta 27’ê Cotmehê li dijî bajarên Kobanê, Dêrik, Til Temir, Amûdê, Eyn Îsa, Tirbepisiyê, Rimêlan û gundên wan zêdetirî 1031 êrîşên hewayî pêk anîn.

•
5 deqe xwendin
•Mehmet Alî Ertaş
'Tirkiye êrîşî nan dike'

Dewleta tirk ji saet di 10.00’ê şeva 23’ê cotmehê heta 27’ê Cotmehê li dijî bajarên Kobanê, Dêrik, Til Temir, Amûdê, Eyn Îsa, Tirbepisiyê, Rimêlan û gundên wan zêdetirî 1031 êrîşên hewayî pêk anîn. Dewleta tirk di êrîşên hewayî de binesazî û herêmên sivîl bombe kirin. Leşker û çeteyên wê jî bi top, hawan û obusan êrîşên bejahî pêk anîn. Tirkiye xwest bi van êrîşan gel herêmê vala bike. Bi van êrîşan xeteriyeke mezin li ser rewşa mirovahî, xizmetguzerî û civakî çêdike. Rê li pêş çalakkirina şaneyên DAIŞ’ê vedike. Balkêş e Neteweyên Yekbûyî û hêza Koalîsyonê li dijî van êrîşan dengê xwe nekir. Di encama van êrîşan de bi giştî 118 balafirên keşfê û 20 balafirên şer ên F-16 li herêmê bombe barandin. Di qada bejayî de jî 893 caran topên hawanê avêtin herêmê. Dewleta tirk bi giştî 1031 êrîş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî. Di van êrîşan de 3 ji wan zarok bi giştî 17 welatî hatin kuştin û 65 welatî birîndar bûn.

Di van êrîşan de stasyonên kehrebeyê yên bajar û herêmên kantonênCizîr û Firatê hatin hedefgirtin. Ji ber bombrbarana artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 150 hezar malbat ji kehrebeyê bêpar man. Ji ber qutbûna kehrebeyê ava stasyonên avê qut bû. Bombebaran bû sedem ku mazot negihêje navendên xizmetguzariyê yên weke firin û navendên din ên xizmetguzariyê û bû sedema kêmbûna ji madeya sotemeniyê.

Hevseroka Desteya Enerjiyê ya kantona Firatê Ayşe Nasir, destnîşan kir ku balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebê ya bajarê Kobanê yê kantona Firatê yekser kir armanc û got: “Bi wê re 366 gund û navenda bajêr ji kehrebê mehrûm bûn.”

Tirkiye salek berê bi 5 milyon dolar zerar da gel

Tewleta tirk di mijdara 2023’yan de disa bi sedan êrîşên hewayî pêk anîbû. Dîsa êrîşî binesaziya bajar û gundan kiribû. Di êrîşan de binesazî û stasyonên petrol, gaz, kehreba, av, firinên nan, depoyên genim kiribûn arman. Hevseroka Desteya Enerijiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ziyad Rustem destnîşan heta niha di êrişan de 5 milyon dolar zirar pêk hatiye.

Têkildarî êrîşên dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Firatê Enwer Muslim ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.

Enver Muslim anî ziman ku çend roj in dewleta tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha got: “Bi taybetî êrîşî saziyên sivîl dike û saziyên ku xizmeta gel dike, dike hedefa êrîşan. Gelek qadên ku cihê enerjî û sotemeniyê kirin hedef. Qadên hêza hundirîn kirin hedefa xwe. Ev êrîş ne cara yekemîn e. Dewleta tirk salek berê jî êrîşî van herêman kir û navendên xizmetê kirin hedefa êrîşan. Ev tecrûbe û rêveberiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikeve, dewleta tirk dixe nava tirsê. Ev modela herî demokratîk e. Kurd, ereb, turkmen û suryanên herêmê hemû bi hevre di nava hev de bi awayekî demokratîk û bi aştiyane dijîn. Hemû bawerî, çand û nasnameyên cuda bi hevre di nava Rêveberiya Xweser de cihên xwe digirin û xwedî vîna azad in. Ev pergal Tirkiyeyê ditirsîne. Em dixwazin ev pergala jiyanê hem ji bo tevahiya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bibe mînaka jiyanê. Em dixwazin bibe mînak ku gelê herêmê bi hemû ol, ziman, çand û nasnameyên cuda çawa dikarin di nava hev de bi hevre bijîn. Lê mixabin dewleta tirk vê yekê ji bo xwe dike tirs. Fobiya wê li dijî vê pergalê heye. Ji ber vê yekê êrîşên xwe berdewam dike.”

Divê Tirkiye pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bike

Hevserokê TEV-DEM’ê yê Kantona Herêma Firatê Enver Muslim bal kişand ser hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk hatiye û wiha axivî: “Hevdîtina bi Beber Abdullah Ocalan re pêk hatiye bêguman cihê kêfxweşî û aramiyê ye. Lê ev hevdîtin li hundirê Tirkiyeyê pêk hatiye. Divê Tirkiye vê pirsgirêka di nava xwe de çareser bike. Pirsgirêka kurdî û doza kurdî li Tirkiyeyê divê di nava xwe de çareser bike. Em her tim alîgirê aştî û çareseriyê ne. Em tu carî naxwazin alozî û şer pêş bikeve. Ji ber vê yekê jî divê hikûmeta tirkalozî û pirsgirêkên hundir di nava xwe de çareser bike. Pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî di nava xwe de çareser bike. Tu nerîn û helwesta me ya dijminantiyê li dijî cîranê me tune ye. Tenê tişta em dixwazin li Rojhilata Navîn û herêmê aştî û demokrasî pêş bikeve û hemû kes bi hevre di nava aştiyê de bijî.”

Li dijî êrîşan bêdengî heye

Hevserokê TEV-DEM’ê yê Kantona Firatê Muslim, da zanîn ku gel pir van êrîşan û encamên wan dişopîne û wiha berdewam kir: “Ji ber van êrîşan helbest di nava gel de metirsiyekê ava dike. Ji ber ku di navbera Israîl û Hamasê û Israîl û Hîsbûllahê de şerek heye. Di navbera Israîl û Îranê de alozî heye. Tirkiye jî êrîşî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dike. Li dijî van êrîşan bêdengiyek heye.”

Li Efrînê sûcê şer tê kirin

Muslim, bal kişandser êrîşên li dijî Efrîn û Serêkaniyê û ev agahî parve kirin: “Geşedanên ku li Efrîn û Serêkaniyê pêş dikevin geşedanên li dijî mirovahiyê ne. Li dijî gelê Efrînê û Serêkaniyê sûcê şer tê kirin. Ji ber vê yekê hêzê koalîsyonê, Yekîtiya Ewropa û yekîtiyên dewletên cîhanê, bêdeng in. Bêdengiya wê helwestek neyînî ye. Divê ev hêz li dijî van êrîşan bêdeng nemînin. Ev hêzên ku her tim qala aştî, aramî û demokrasiyê dike, divê Tirkiyeyê hişyar û asteng bikin. Gelek caran Tirkiye bi xwe dibêje ‘Divê li Rojhilata Navîn alozî zêde nebe’. Lê dema dewlet û hikûmeta Tirk van peyaman dide dewletan divê li xwe jî binere û rastiya xwe jî bibîne. Divê êrîşên xwe jî rawestîne. Dema bixwe hişyar bike û ew êrîş bike pirsan bi xwe re ava dike. Ev herêmek aram e û xizmeta 5 milyon mirovan dike. Tu carî li dijî Tirkiyeyê alozî û dijberiyê naxwaze. Ji ber vê yekê hêza koalîsyonê, Neteweyên Yekbûyî û hemû hêzên ewropa yên demokrasiyê diparêzin divê Tirkiye hişyar bikin û rê li pêşiya êrîşên wê bigirin. Çawa