Tirkiye dixwaze têkeve Şengalê
Akademisyen Dr. Kamûran berwarî anî ziman ku kesên bazirganiya çekan dikin naxwazin aştî pêş bikev û got: “Tê gotin ku Tirkiye dixwaze li gel hêzên başûrê Kurdistanê têkeve Şengal û Mexmûrê.”

Endamê Rêxistina CPT-Amerîka Kameran Osman di 4ê Tîrmehê de ragihan ku di 1ê Tîrmehê de li bajarokê Şêladizê atêşa tirk 6 ciwan binçav kirin û rojek şûnde îşkence li wan kirine. Kameran Osman di 16ê Hezîranê de jî ragihand ku artêşa Tirkiyê rê li ber niştecihên 21 gundên li ser sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê girtiye ku vegerin ser gundên xwe.
Akademîsyen û endamê KNKê Dr. Kamûran Berwarî bûyerên ku li Başurê kurdistanê ji alişê leşkerên tirk ve pêk tên şirove kir û wiha got: “Ev bûyerên ku li başûrê Kurdistanê pêk tê, nîyet û zîhnîyeta hin beşên dewleta tirk diyar dike. Ew kesên ku naxwazin pêvajoya aştiyê pêş bikeve û ji bazirganiya çekan hez dikin, li başûr van bûyeran pêk tînin. Hewl didin pêvajoya aştiyê têk bibin û siyaseta xwe li başûrê Kurdistanê berdewam bikin. Ji bo vê yekê plan û bernameyên wan hene. Tê gotin ku Tirkiye ji Amerîka destûr xwestiye ku di 40-70 rojan de li gel hinek hêzên Kurdistanî têkevin Şengalê û Mexmûrê û êrîşî gerîlla bikin. Dixwazin di vî alî de Iraqê jî îkna bikin û ji bo vê yekê amadekariyan dikin. Wekî ku başûrê Kurdistanê beşeke ji Tirkiyeyê ye dixwazin li gorî keyfa xwe tev bigerin.
‘Di hişê dewleta tirk de aştî tune ye’
Çûn û hatina kurdan a gundan qedexe dike, bi maşîneyan nokteyên kontrolê danîne ser û li gorî xwe tev digere. Dema em li van geşedanan dinerin, em dibînin ku di hiş û feraseta dewleta tirk de pêvajoya aştiyê tune ye. Dixwazin başûrê Kurdistanê wekî beşeke ji Tirkiye bibînin. Hewl didin projeyên dewleta Osmaniyan nûjen bikin.”
Serweriya hikûmeta Başûr li Başûr tunne
Dr. Kamûran Berwarî li ser nêzîkatiya hikûmeta başûr û Iraqê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Ev bûyer û geşedan nîşanî me didin ku li başûrê Kurdistanê tu serweriya hikûmeta başûrê Kurdistanê û serweriya hikûmeta Iraqê nîne. Ji ber ku nabe wezîrekî Tirkiye an jî rayedarekî Tirkiye bê Iraqê û li gorî xwe karbidestan bibîne. Nabe ku bêyî hikûmeta Iraqê li Hewler, Silêmanî û Kerbelayê rayedarên Tirkiyeyê pêşwazî bike. Nabe ku bêyî hikûmetê plan û projeyên xwe li ser Iraqê û milletê kurd ferz bike.
Li pişt berdeya aştiyê tirbê dikole
Dr. Kamûran Berhwarî li ser têkiliya Enqereyê ya bi bûyerên li başûr pêk tên jî rawestiya û ev agahî dan: “Ev kiryar û bûyerên pêk tên, bêyî agahiya hikûmeta Enqereyê nayê kirin. Hikûmeta Tirkiye li herêmê û cîhanê nîşan dide ku Tirkiye dewleteke aştîxwaze. Lê li aliyê din tirba hêza tevgera azadîxwaz tikole. Planên wê di asta herîmî û cîhanî de li ser tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê de hene. Ev helwesteke pragmatîk e. Li gel ku saleke pêvajoya aştiyê heye jî heta niha negihandiye qonaxeke din. Tirkiye ku vê qonaxa aştiyê baş nenirxîne dê zerareke mezin bibîne.
140 baragehên artêşa tirk li başûr hene
Dr. Kamûran Berwarî der barê helwesta hikûmeta Iraq û Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya li hemberî kiryarên Tirkiye jî rawestiya û got: “Heta niha rêveberiya başûr bertek nîşan nedane. Lê gelê Hewler û Silêmaniyê hez nake ku Tirkiye li başûrê Kurdistanê qereqol û baragehên leşkerî ava bike. Bêguman dixwaze têkiliyên bazirganî û aborî li gel hev hebin. Lê parlamentoya Iraqê û parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê gelek caran biryar daye ku leşkerên tirk ji başûrê Kurdistanê derkeve. Nêzî 140 baragehên artêşa tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Berê digotin ji ber şer heye gund têne valakirin. Lê niha salek û nîv e şer tune. Divê hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê bertek nîşan bide. Nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê bide û destûr nede ku zextan li ser gundiyan û welatiyan bike. Destûr nede ku dewletek bê li ser axa din neheqiyê li gundan bike.
Dr. Kamûran Berwarî li ser valakirina gundên Başûrê Kurdistanê jî rawestiya û got: “Hemû gundên li başûr hatine valakirin sedema wan dewleta tirk e. Ji Zaxo bigire heta Sindiya, Guliya, Nêrwa, heta Metîna û hidûdê Îranê ev tev gundên nava axa Iraqê ne. Dîsa Bergarê, Berwarê, Nehlê, Guwîzê, Belîsê, başûrê Şêladizê û Dêrelûkê tev ji ber dewleta tirk hatine valakirin. Bêguman eger dewleta tirk eskerê xwe ji vir bikişîne, tu pirsgirêkên leşkerî û ewlehiyê li herêmê namînin. Pirsgirêk dê dernekevin.”
Leşkerên tirk herêm dagir kiriye
Dr. Kamuran Berwarî bilêv kir ku di dema Sadam de nêzî 5 hezar gund hatibûn valakirin wiha pêde çû: “Hinek ji wan dîsa tijî bûn. Lê hinek ji wan hîn qedexe ne. Li van herêman leşkerên tirkan maşîneyên xwe danîne. Yên ku dixwazin biçin wir ji ber nokteyên leşkerên tirk nikarin biçin cih û warên xwe. Dema mirov diçe wan gund û herêman bi nivîsa ‘Tu bi xêr hatiye axa Tirkiyeyê’ pêşwazî dikin. Li serê her girekî vê herêmê komên selefî, cîhadî, îxwan û leşkerên tirk lê bi cih bûne. Cendirmeyên tirkan lê bi cih bûne. Ev herêm ji aliyê leşkerên tirk ve hatiye dagirkirin.”
Dr. Kamûran Berwarî li ser hevdîtina Îbrahîm Kalin jî rawestiyaû wiha got: “Armanca sereke ya vê serdanê, plana pêvajoya çeksaziyê ya Elîzeydî dikin. Her roj bi milyar dolaran pereyê Iraqê ji bo Tirkiye belaş diçin. Tu kes sûdê jê nagire. Ji ber vê yekê Tirkiye naxwaze projeya aştiyê pêş bikeve. Mînak ji 2021 heta 2023an bi bihayê 10.5 milyar dolar tişt ji Tirkiye kirî ye.”
Tirkiye li dijî gerîla amadekariya şekî nû dike
Dr. Kamûran Berwarî bal kişand ser ser amadekariyên Tirkiye yên ji bo şerekî nû û ev agahi dan: “Li aliyê din Tirkiye ji bo şerekî dijwar ê li dijî gerîla dike. Li dijî Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê amadekariya şerekî dijwar dike. Eger ji bo wan biqede piştî civîna NATO dixwazin şerekî bidin destpêkirin. Tirkiye eger herêma Qendîlê safî bike, bê guman wê demê nexşeya hikûmeta başûrê Kurdistanê jî li ser nexşeyê nemîne.”


