Tevgera aştiyê ya li dijî xencerên xwînî!

Heke aştîxwazî bi gotinê têr bikira, dê heta niha sed carî aştiya civakan pêk bihata. Dibe heta astekê polîtîkaya aştîxwaziyê bi bandor be. Lê tenê gotin têr nake. Ji bo vê divê tevgereke aştîxwaziyê hebe û ev di pêşengiya hemû saziyên demokratîk û aştîxwaz de, di nav civakê de serwextiyekê ava bike.

•
1 deqe xwendin
Tevgera aştiyê ya li dijî xencerên xwînî!

Xeyrî Welat 

Tevgera Azadiyê ya di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 53 sal in ji bo azadiya gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn têdikoşe, di jiyan û hişmendiya gelan de guhertineke bêhempa ava kir. Bi taybetî di warê hişmendiya civakekî ya exlaqî û polîtîk de, bandoreke kûr pêk kir. Ev rêbertiya bi ked û xwêdan a pêşengiya vê rastiyê dike, îro jî dixwaze pêşiya yekîtî û aştiya gelan vebike. Ew gelên Rojhilata Navîn ên bi hezaran sal in bi hev re “dijîn”, ji ber nakokî, şerên desthilatdarî, dijberiyên bawerî û mezhebî, jiyan li hev kirine dojeh, dikare bi paradîgmaya Civaka Demokratîk ji nû ve bigihîje hev û derketineke dîrokî bi pêş bixe. Bi taybetî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dehan sal e dixwaze vê yekitiya civak û baweriyan ji nû ve li ser hîmê yekitiya gelan xurttir bike. Li ruxmê hemû polîtîkayên tecrîd û hepiskirinê jî îro dîsa di parastina nirxên birûmet ên gelan de sekna xwe didomîne û ji her pêşeng, siyasetmedar, serokkomar, rewşenbîr û hwd. zêdetir xwedî sekneke biheybet e. Yekîtiya gelan ji dil dixwaze û dike. Ev înşaya civakî ya di şertên girava Îmraliyê ku wekî “Çala mirinê” ye, tê avakirin, 27 sal in ji bo deriyek ji aştiya gelan re vebibe tê kirin. Hemû hewldan ji bo parastina yekîtiya gelan e. 

Kî dijber û kî aştîxwaz e?

Dijberiya di navbera gelan û baweriyan de, ji hezaran sal berê heye îro didome. Ev dijberî bingeha xwe ji ku digire? Kî pêşengiya vê dike? Kî naxwaze yekîtiya di navbera gelan de ava bibe û her kes bi awayekî demokratîk bi hevdu re bijî? Kî rojane polîtîkaya xwe li ser dijberî û perçebûne dimeşîne? Bi kurt û kurmancî li ber çavan e û ev tevgera hemû hêzên desthilatparêz e. Tevahiya plan û projeyên xwe li ser dijberiya civakê ava kirine. Beşeke zêde ya civakê jî tevlî vê tora xwe ya îxanetê kirine û bi zimanê herî dij-exlaq, vê hişmendiya xwe belav dikin. Zimanê wan bûye xencerek xwînî û di her platformê de di qirika civaka aştî xwaz de ye. Ti pîvanên mirovî nas nakin û 24 saetan bê rawestan nexweşiyên pergala dewletparêz û kapîtalîzmê belav dikin. Di her neteweyê de ev xencerên xwînî hene. Herî dawî li Rojava li dijî Sîpan Hiznî careke din xwe da der û ji ber nerazîbûnên civaka kurd a dijber, dîsa bi dehan zêdetir mirovên me jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Hem jî di pêvajoya ku entegrasyona demokratîk li Sûriyeyê gav bi gav dikeve meryetê de, vê yekê dikin û di navbera civakan de provokasyonê derdixin û civaka kurd a di her warî de aştiya civakê ava dike, gelan tîne gel hev, dixwaze reng û çanda civakan roj bi roj bineqijîne, hedef digire. Divê civakên aştî xwaz bi tu awayî rê nedin vê û bi yekitiya xwe xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin. 

Aştîxwazî bi gotinê têr dike?

Heke aştîxwazî bi gotinê têr bikira, dê heta niha sed carî aştiya civakan pêk bihata. Dibe heta astekê polîtîkaya aştîxwaziyê bi bandor be. Lê tenê gotin têr nake. Ji bo vê divê tevgereke aştîxwaziyê hebe û ev di pêşengiya hemû saziyên demokratîk û aştîxwaz de, di nav civakê de serwextiyekê ava bike. Ked û xwedaneke welê bê dayîn ku hestên civakê tawan bike. Li gund û bajaran, li kuçe û kolanan her kes di nav tevgerekê de be ku wê axa mirinê ji ser xwe bide avêtin û herikbariyekê bide çêkirin. 

Bêguman ev hewldana aştîxwaziyê tene bi kurdan jî ava nabe. Divê bi qasî gelê kurd gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî xwedî helwesteke aştîxwaz bin ku aştî mayînde û bi rûmet bibe. Lê em di serdemeke welê kambax de dijîn ku hema bêje dengê şerxwazan ji dengê aştîxwazan zêdetir derdikeve. Her kes baş dizane ku ev yek tiştekî pir ecêb e, lê rastiya heyî ev e. Mirov xwe di nav munazarayeke aştîxwaz û şerxwaz de hîs dike. Aliyê aştîxwaz ku di her warî de polîtîkaya wî rast e, destkeftiyên wan zêde ne ku civakê qayil bike, heke polîtîkaya xwe baş bimeşîne dê hêza her kesî bigire pişt xwe, ji ber ku tişta ku diparêze bi xurtî nayne ziman, di her warî de qels û tenê dimîne, polîtîkaya şerxwazan li pêş e û xwe serwer dike. Ji bo aliyên aştîxwaz ji vê qelsiyê xwe rizgar bikin, divê nîqaşa xwe û rêxistinbûna xwe bi awayekî bêhempa ava bikin. An na dê qada nîqaş û gotinê ji şerxwaz û wan kesên xwedî xencerên xwînî re bimîne. Divê em rê nedin xwînmijan. Aştiyeke civakî nirxa herî pîroz a serdemê ye.