Tengava Bab-El Member gewriya kê dişidîne

Bi destpêka Şerê Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê re bandora Husiyan ya li heremê zêdetir derket pêş. Li ber Îranê şerê Îsraîlê kir û bi maşekan êriş bir ser Îsrîlê. Bi van kiryarên xwe bandoreke bêdeng di nava cîhana sûnî de ava kir.

•
1 deqe xwendin
Tengava Bab-El Member gewriya kê dişidîne

Rejîma Îranê rejîma Îdamê ye. Bi gefa Îdamê destûr nade kes li Îranê nefas bide û bistîne. Husî jî wekîlê Îranê yên li Yêmenê ne. Pergala Husiyan dişibe pergala Îranê. Malbata Husî rêxistina Husî ya bi navê Ensarullah birêve dibe. Pergala wan monarşiye. Serokê wan Abdulmelîk El. Husî, serokê rûhanî yê rêxistina Ensarullahê ye jî. Husî Zeydî ne. Mesheba Zeydî di navbera Şîa û Sûnî de pirtir nêzê sûnîtiyê ye. Lê ji ber fikara asîmilasyonê mesafe dixe navbara xwe û desthilatdariyên sûnî. Bi gotina kurt û kurmancî di hişmendî û bîrdoziya Husî an go Ensarullah de nûjenî, pêşvebirina azadî, maf û demokrasiyê nîn e.

Îran li dijî neyarên Husiyan piştgiriya siyasî, teknîka moşek û dironan dide Husiyan li gel vê piştgiriya Îranê jî di warê bîrdoziyê de xweseriya Husiyan jî heye. Ji sedî sed ne weka Hîzbûllaha Lubnanê û Heştî Şabî ya li Iraqê ye.

Serhildana Husiyan di 2004an de dest pê kir. Di 2014an de paytexta Yemenê ket û Yemen bû du beş. Di 2015an de Erebîstana Siûdî tevî şer bû û heta 2022an  400 hezar kes hatin kuştin. Agirbest pêk hat. 2023an de şer derbasê Derya Sor bû û bû şerê heremî. Tevgera Husî dema Tengava Bab El. Mender ji hatin û çûyînêre girt ket rojeva cîhanê. Her ku hêza wan a li ser Bendavê û Derya Sor zêde bû fikara hêzên navneteweyî jî mezintir bû. 

Bi destpêka Şerê Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê re bandora Husiyan ya li heremê zêdetir derket pêş. Li ber Îranê şerê Îsraîlê kir û bi maşekan êriş bir ser Îsrîlê. Bi van kiryarên xwe bandoreke bêdeng di nava cîhana sûnî de ava kir. Şerê Husiyan a li dijî Îsrîlê ji Îsrîlê pirtir welatê ereb xist nava tirs û fikaran. Pirtir jî Erebîstana Sûdî ji vê encamê nerihete. Encama bandora şerê Husiyan ya du alî welatên ereb, taybet jî Erebîstana Siûdî ber bi Îsrîlê ve tehm da. Hin ajansên Amerîkayê diyar kirin ku hêzên leşkerî yên Îsraîl, Amerîka û welatên Ereb li ser encama mijarê li Almanyayê hatin gel hev û geşedanê şîrove kirin. Siyaseta ku bi salane Amerîka û Îsraîl li dû ne û nikarin pêk bînin dixuye ku di ser şerê Husiyan da pêk tê. Ev jî berbihev hatina Îsraîl û Erebîstana Siûdîye. Encameke wisa dê desthilatdarên ereb ên sûnî û Îsraîlê li dijî Îranê û wekîlên wî di eniyek de bîne gel hev. 

Encama siyaseta hevkariya Siûdî û Îsraîlê dibe ku ji aliyê leşkerî ve hin guhertinan derxe holê û li dijî Îranê û wekîlên Îranê destê Siûdî û welatên din yên ereb xurt bike. Ev encam encameke pratik e û li gor hesabê leşkeri dibe ku pêk bê. Lê berçavka gelên ereb û cîhana sunî dê çixasa rizayê nîşanê vê bide. Pêkane ku hewildaneke wisa di nava cîhana sûnî de bibe sedemê înfealeke nû û textên keya û mêrzeyên ereb serobin bike.

Gelên di nava cîhana sunî û şîa de cih digirin ji ber vê siyaseta berbihevhatina Îsrîl û Siûdî Îranê pîroz nakin. Ew jî dibînin ku ji ber şerê Îran û wekîlê Îranê yê li dijî cîhana ereb ev siyaset li pêş dikeve. Gelek derdor taybet jî gotegotên nava civakê ji ber vê encamê Îranê û wekîlên wî tewambar dikin û dibêjin: “Îran û wekîlên xwe ji bo ev encam derkeve holê di bin konsepteke veşartî de bi Îsraîl û Amerîkayê re hevkariyê dike.” Rawestandina şerê li dijî Îsrîlê ji bo vê konsepta veşartî wek daneyeke sereke tê dîtin. 

Li gor vê encamê divê kes pişta xwe bi serketina şerê leşkerî girê nede. Heke di bîrdoziya tevgeran de hişmendiya nûjen, pêşvebirina azadî, maf û demokrasiyê nebe serketina wan jî pêkane ku bibe wek Serketina Pîrûsê. 

Ji bo vê dîrok riya rast datîne ber geşedanan. Di serdema 476an de êl û eşîrên hovber yên Germen textê Îparatoriya Romayê hilweşan lê Germen bi ser neketin. Ji ber ku pêşengî ji geşedanên nû re nedikir ew jî bûn weka Împaratora Romaya rizî. Êriş û serketinên Împaratoriya Hûn ji bo vê mînakên beloq in.  Piştî fetha Îstenbolê F. Sultan Mehmet diyar kir ku ew Sultanê Rumeliyê ye. Bi gotineke vekirî Sultan Mehmet got: Ez dixwazin bibim wek Ramaya têkçûyî. Evana ji serketinê pirtir deriyê têkçûnê li xwediyê xwe jî ve kirin. 

Ji ber vê ye ku serketina Husiyan ya li Tengava Bab El. Member û Derya sor ya leşkerî ne netîceya dawî ye. Dibe bu ku hêrs û bertekên ku ji ber van şerên biguman di nava cîhana Sûnî û Şîa de nepixiye benê tengavê bike qirika hemû aliyan û netîceyeke nû ya nûjeniyê li heremê ava bike.