Têkliya huner û siyasetê -6
Di qada çandê de, valahiya teybetmendiyê, nexweşiyên şohretê, pirgsirêka takakesî û leyaqeta hunermendîtiyê, pirsgirêkên “bext û qederê‘‘ yên qada çandê ne!

"Têkliya navbera çand û hunerê ne diyardeyeke utopîk e; berovajî wê, ji kêliya ku siyaset wekî saziyeke civakî derketiye holê, ev her sê qad bi awayekî diyalektîkî girêdayî hev in. Huner û çand, timî bûne neynika geşedanên polîtîk an jî amûrên sereke yên avakirina hişmendiya civakî." Di sedsala bihurî de, ango dema kurdan bi avakirina partiyan derketin ser dika siyasetê, qada çand û hunerê, mîna ku diyardeyek utopîk be, li derveyî siyasetê rengeder hiştin!
Derketina Partiya Karkerên Kurdistanê, mîna gelek babetan, di siyasetê de jî, şoreşa hişmendiyê afirand. Hemû neynikên geşedana hişmendiya civakî ji nû ve aktîf bûn.
Ango ji bo têghiştina mijara ‘‘têkliya huner û siyasetê‘‘ avakirina saziya Hunerkomê, di dîroka çand û hunera kurdan de, pêngaveke dîrokî ye. Bi baweriya min, heger meriv vê rastiyê nebîne û piştguh bike, hingê meriv nikare nirxandinên bisûd û heqîqetê jî, bîne ser ziman.
Di manîfestoya şoreşê de armanc û rêgezên sazîgeriyê zelal in, ti şik û guman tê de tune ye, jixwe dema em mijara (Têkliya Huner û Siyasetê ) dinirxînin, bêguman, nêrîn û şîroveyên me xwe dispêrin çavkaniya wê manifestoyê.
Di destpêka salên 80yî de, avakirina saziyê gavek stratejîk e, di dîroka sedsalê de, yekemîn saziya çand û hunera kurdî ye, hem bi armancên vejîn û rizgariya çand û hunera kurdî, hem jî bi rêgezên şoreşgerî ferq û cudahiya tekoşînek çand û hunerê bê hempa derket holê…
Avakirina saziya yekemîn tim dişibhînim mîna avahiyek, bi plan û projeya endezyarî ya hatibe plankirin, (cih û mekan, hoy- şert û zeman hem3u her tişt hatî fikirîn)
Helbet rêxistina siyasî û bizava çand û hunerê bê hevdu nabin, her du mîna formula diyalektîkê du ‘‘têgihên dijber ên diyalektîkî ne“ hevdu temam dikin.
*Bi kurtasî meriv dikare qada siyasetê wiha bîne ziman: desthilatdarî, dîplomasî û muzekerevanî, îdolojî û pêşengiya civakî.
*Qada çand û hunerê jî wiha bide xuyakirin: ziman û wêje, giyan (ruh) afirînerî û estetîk, kolektîfî û kevneşopî, her wiha, rexnegirî û refleksiyonî…
Îcar di rastiya piratîkê de, pirsgirêkên di têkliya siyaset û hunerê de, ji dabeşbûna (pozîtîf ) ya van her du qadan de dest pê dike! Ango dema her du qad, di erkên xwe de, ne têgihiştî û pispor bin, siyaset, bi egoîzma desthilatdarî destwerdan û midaxeleya qada çand û hunerê rewa dike, îrade û înîsiyatîfa qadê bê bandor dike.
Qada çand û hunerê bi feraseta pêşengiya çanda civakê û afirandina kesayeta çandê ve erkdar e, ne xwediyê feraseta desthilatdarî û rêbertiya madî ye…
*Di dîrokê de, siyasetê, destwerdan û midaxeleya qada çand û hunerê her tim mîna erk û delametekê ji xwe re bi kar aniye! Helbet, dizanim mijara midaxele û destwerdanê mijarek cuda ye, lê pêwîst e em li mijara xwe vegerin.
*Di qada çandê de, valahiya teybetmendiyê, nexweşiyên şohretê, pirsgirêka takakesî û leyaqeta hunermendîtiyê, pirsgirêkên “bext û qederê “ ên qada çandê ne! Ji sedî pêncî midaxele û destwerdan ên siyasetê ji ber hinceta van pirsgirêkan çêdibe.
Qada çand û hunerê, ji destpêka tekoşîna rizgariya neteweyî ve, ji salên 83 û pêde, di bin sîwana Hunerkomê de, li ser xêz û xeta şoreşê tekoşînek bêhempa meşand. Hawirdorên siyasetê nikarîbûn xwe bigihînin, çand û hunerê hemê derî û dever vedikirin, bi erka xwe ya xwezayî, hem xwe ava dikir, hemjî xwe bi tevger dikir…
Geşedan û mezinbûna tevgera çandê, girîngî û pêwîstiya vê qadê ber bi qonaxên bilind ve dibir, hêviyên pêşerojê misoker dikir... bi gelemperî, li ser kadirên qada siyasî hem şêwazek hesûdî, hem jî metirsînek veşartî peyda dikir. Ji ber wê yekê ye, ku her demê mijara desthilatdarî û destwerdana ser xebata çandê ji rojeva rêxistina siyasî dernediket!
Ne tesaduf e ku hemû provakasyon û prefektorên di nav şoreşê de, li hember xêza şoreşê derketin, lîstik û hesabên xwe li ser qada çand û hunerê dikirin!
Bi baweriya min, hemû destwerdan û midaxeleyên siyasetê li ser qada çand û hunerê çêdibin, di bingehê de tengezariyên îdeolojîk hene, her wiha, di serî de jî feraseta desthilatdarî ye. Pêwîst e em bizanibin, ku her form û kirasên îdolojîk li bedena çanda me naye birîn.
( wê berdewam be )


