Têkiliya zewacê ya li paş deriyan! - II

Li paş deriyan jinên ku ji jana bedena xwe û anîna zarokan şev û rojên xwe bi girî derbas dikin hene. Gihîştiye wê astê ku hevjîn hevjîna xwe nabe nexweşxaneyê heta ku rewşa wê giran nebe û negihîje asta ketinê.

•
1 deqe xwendin
Têkiliya zewacê ya li paş deriyan! - II

Li vir, li paş deriyan bi hezaran jin hene ku bi bêdengî alîkariyê dixwazin û nikarin bêjin û dengê xwe derbixin. Li paş deriyan, mêrên li saziyên hikûmetê û rêveberiyê wek demokrat û zana û hevalên azadiya jinan xwe nîşan didin, tundiyê li hevjînên xwe dikin. Bifikirin; hevjînek naxwaze guh li hevjîna xwe bide, nexwaze wê û keça wê guhdar bike û were bi hawara wê ve û wê bibe nexweşxaneyê? Ev çi hevjîn e gelo. Hevjîn ji bo ku hevjîna xwe neçarî anîna zarokek din bike, gefa zewaceke duyemîn dixwe. Hevjîn dibêje: Yan tu yê zarokek ji min re bînî yan jî ez ê jinek din bînim ser te. Jina ku ji ber piştgiriya malbat û civakê wernagire û ji xwe re nabîne, neçar dimîne ku vebijêrka yekemîn a anîna zarokan erê bike û êş û poşmaniya biryara şaş a zewacê bi salan heta mirinê bijî.

Li ser textê razanê…

Li paş deriyan jinên ku ji jana bedena xwe û anîna zarokan şev û rojên xwe bi girî derbas dikin hene. Gihîştiye wê astê ku hevjîn hevjîna xwe nabe nexweşxaneyê heta ku rewşa wê giran nebe û negihîje asta ketinê. Rastiyek pir biêş e lê mixabin, hevjîn tenê li ser textê razanê û di çend demijmêrên şevê de dizane ku hevjîna wî heye. Jin vê rastiyê dibêjin û têgihîştine wê ku zewac ji bo mêran ew demijmêrên xewa şevê ne. Bêguman jin ji vê yekê nerazî ne lê ji bo ku zirar nede navê malbata xwe û nebêjin keça filankesê/filankesî beredayî ye, bi vê dojeha zewacê û mêr re bi salan dijî. 

Jinek ewqas sal di nav saziyên rêveberiyê de hewl dide hebûna xwe ava bike, lê herî dawî ji ber piştgiriya malbatê û civakê ji xwe re nabîne, piştî çendîn hewldanên lihevhatinê û çareseriya pirsgirêkên aborî û civakî neçar dimîne ku zarokên xwe hilbijêre li mala hevjînê xwe bimîne û hebûna xwe ji bîr bike. Wekî ku neçar e di mal de yan jî bi gotinek din, di zindana vekirî de bimîne û li benda dilovaniya xwedê be ku nêrîna hevjînê wê û civakê biguherîne.

Her çiqas pirsgirêkên hevjînan hebin jî lê nayê wateya ku hevjîna xwe rûbirûyê tundiyê bihêlin, nayê wateya ku bihêle hevjîna wî bi kîlometreyan di bin tava dijwar de û kurê wê li ser destê wê ye, bimeşe. Ev bêwijdanî û berjewendîperestî ye. Jin li mal bi tena serê xwe berpirsyartiya perwerdehî û fêrbûna van zarokan radike, bêyî ku mêr pirsa wan jî bike. Di civaka me de wiha bûye; mêr zarokan tîne û jin wan xwedî dike, lê çawa xwedî dibin mêr an jî bav wê nizanin û berpirsyartiya wê jî ranakin.

Malbatên têkçûyî!

Ger îro beşek ji civakê ji encama şer û polîtîkayên hikûmet û dewletê fihûşê dikin, ev wan ji perwerdehiya malê a têkçûyî venaqetîne. Kesên fihûşê dikin ji nav malbatek têkçûyî derketine, ji nav malbatek ku bav her li derve ye û dayikek belengaz her li hundir e li ser rewşa xwe digirî, hatiye. Wekî ku ev zarok bi awayekî dirust ji dayik û bavên xwe bi awayekî pir baş û bi hev re perwerdehî wernegirtine.

Cudahiya xort û keçan 

Beşek ji ciwanên ku îro nikarin xwe li ser piyan bigirin jî dîsa ji malbatek wiha hatine. Bavên ku hêzê di keçên xwe de nabînin wan di aliyê aborî de piştgirî û bihêz nakin, tenê dibêjin; bixwînin sibe ne bav û ne jî birayên we wê xwedî li we derkevin, ya ku bi we re bimîne bawernameya we ye. Baş e, lê çima xort di malbatê de tê bihêz kirin; ji zaroktiyê ve li kêleka xwendinê di qada aborî û bazirganî de tê bihêzkirin. Xortên ku di qada aborî û bazirganî de li kêleka xwendinê tên mezinkirin, hêza xwe li ser keçan zêdetir dibînin û xwişkên xwe heta hevjînên xwe û dayikên xwe jî bêhêz dibînin û digihîjin asta ku ji tundiyê zêdetir li wan bikin. Malbatên ku edaletê naxin navbera zarokên xwe, çavsortiya xwişk û birayan ji hev re zêdetir dibin. Xwişka ku têdigihîje di malbatê de mafê wê tê xwarin, hêrsa wê li hember her gotinek çewt a birayan û heta kêfxweşiyên wan jî zêde dibin. Jiyîna vê û rastiya civakî û siyasî ya welat hevjiyana jinan zehmetir dike.

Pir caran keçan gotiye xwezî ez xort bûma! Lê divê mirov ji kûr ve lê bikole û bizanibe çima keç vê dibêjin. Ne di wateya zilma ku zilam li jin, malbat û civakê dike lê belê di wateya ku civak çiqasî nirx dide mêran û wan diparêze. Gava ku keç gotina rast dibêje, ji ber ku rast e li zora mêran diçe, mêr jî li vir dest bi henekên xwe bi devê wê û gotinên wê dikin; tenê da ku nebêje belê tu rast dibêjî.

Jiyaneke din

Tevî tundî û îxaneta wî li hevjîna wî, dîsa jî jin têkoşîna xwe li paş deriyan didomîne. Çima li paş deriyan? Em li welatekî ne ku zagon jinan naparêze, mêran diparêze û jinan rûbirûyê qedera mirinê dihêle.

Zarokên ku dibin qurbana têkiliyên têkçûyî yên malbatê, nikarin wekî zarokên din bi aramî û psîkolojiyek rihet mezin bibin. Hemû kêliyên wan şer û binakok in. Zarok nikarin bijîn û ne jî dikarin xwe di nav malbatên têkçûyî de ava bikin. Sibe dema ku mezin bibin wê heman rêbazê li hember zarokên xwe bi kar bînin. Malbatên têkçûyî li pey xwe malbatên têkçûyî tînin.

Mêr gulîskên xwe derdixin da ku hîn xurt xuya bikin, lê jin gulîskên sexte li xwe dikin da ku xwe ji tacîzê biparêzin û ev her tiştê ku hin jin dijîn nîşan dide. Wekî ku bijîşk û helbestvan Newal Saadawî gotiye: “Ez jinek im li dinyayeke wisa hatime dinê ku tenê mêran dixwaze.”

Nifşên ku bi Şoreşa Rojava re mezin bûn, xwe û malbatê ji nêz ve nas kirin û êdî dizanîbûn ku jiyan giştî ne mal û saziya zewacê ye, jiyanek din û rêyek din a têkoşînê ji xwe re hilbijartin.