Têkiliya zewacê ya li paş deriyan! - I
Kî gotiye ku jin bê mêr nikare bijî? Di civaka me ya îro de piraniya jinan û yên têgihiştine heqîqeta xwe dizanin ku jiyan bê mêr û zewacê didome. Di vê jiyanê de zewac ne bingeha her tiştî ye, carinan serbixwebûyîn bingeha herî saxlem a jinan e.

Projeya zewaceke serkeftî hevkariyek giştî ye ku li ser bingeha hezkirin, ewlehî û rêzgirtina hevbeş hatiye avakirin. Ji bo misogerkirina aramiya wê, têkilî bi birêvebirina jêhatî ya stresê, baldariya hevbeş a li ser pêdiviyên hestyarî û laşî heye da ku nêzîkbûn bi pêş bikeve û têkilî bihêztir bibe.
Pêdivî îro bi danûstandina hestyarî ya pir baş û kûr heye, çimkî diyaloga rastgo bingeha têgihîştinê ye. Hem wextê wê jî pêdivî heye ku jin û mêr li ser hunera guhdarîkirin û derbirîna hestan bixwînin û bikin pratîka jiyanê, da ku ew fêr bibin ka mirov çawa bi serkeftî di nav zextan de malbatê bi rê ve dibe.
Di civakê de û bi taybetî têkiliyên hevjîniyê stûnên hestyarî û civakî pir girîng e ku bizanibin û bi hev re bijîn, jê rêzgirtina dualî û nirxandina raman û hestên hevjînê/a xwe. Danûstandina bibandor wekî axaftina zelal û guhdarîkirin bêyî darizandina aliyekê/î, ev bi xwe re ewlehî û sozan tîne ku pê re baweriyek kûr ava dike û cih ji aramiyê re bêyî tirsê tê veqetandin. Lê em ji bîr nekin ku têkilî li ser piştgiriya dualî tê domandin ku hevjîn di demên herî aram û dijwar de li gel hev in.
Rêzgirtina dualî nirxa bingehîn e ku têkiliya hevjîniyê ji hilweşînê diparêze û ew sedema sereke ye ji bo berdewamiya evîn û ewlehiyê.
Lê mixabin li Rojhilata Navîn pir ne li pêş e!
Baş e, têkiliyên hevjîniyê divê wiha bin û bêguman li vê gerdûnê gelek malbatên rêzê li hev digirin û di nav hezkiriyek mezin de mezin dibin hene û ev bandorê li aliyên wan ê civakî, aborî, çandî, zanistî, perwerde û hwd kiriye. Lê mixabin li Rojhilata Navîn ev pir ne li pêş e, şerê ku bi salan e li Sûriyeyê rû dide, bandor li têkiliyên civakî heta têkiliyên hevjînan jî kiriye. Şerê biçekan û şerê psîkolojîk heta krîza aborî û hilweşîna nirxê civakbûyînê bûye sedema jihevxistina malbatê û zêdebûna çerxa di navbera jin û mêr de. Lê hevjînên herî têgihiştî û zana tenê dikarin di nav van kirîzan de xwe derbixin û bi rê ve bibin, bêyî ku zirarê li aramî, hebûn û rêzgirtina hev bikin.
Ne zilamtî ye
Hevjînê ku tundûtûjiyê li hevjîna xwe dike, ne ku bi hêz e, ew kulmek tirs û zeyîfbûna xwe ya hundir bi tundiya jinê dertîne holê, wekî ku serkeftinek kiriye yan jî zilamtiya xwe ya herî baş nîşanî civakê dide. Bi lêdanê mêr jinê kontrol nake, lê belê hewl dide ku hilweşîna xwe kontrol bike û vebişêre. Jin jî di wî zalimî de mêrekî nabîne, lê belê zarokekî tirsonek ku maskeke ji pola li xwe kiriye dibîne.
Zilam jineke çawa dixwaze?
Jin qêrîna mêr wekî veşartina tirseke wî dibîne ku ew naxwaze li xwe mikur were. Zilam jinekê dixwaze ku bikaribe wêneyê wî li ber civakê sererast û baştir bike û bibiriqîne, ne jinek ku pê re bijî û hevjiyanek azad ava bike û ji civakê re bibe mînakek erênî. Mêr ji bo xwe jinek xizmetkar ne hevrêya jiyanê dixwaze, koleyek xweşiya wî tîne û ya li xweşiya wî nayê jî ew jina bihêz û serbixwe ye. Li jinên ku serbixwe û ji bo xwe û civaka xwe di nav têkoşînên dijwar de ne û serkeftinan bi dest dixin, henekê xwe dikin û keda wana bê nirx û qîmet pênase dikin. Çimkî ew fêr bûne ku cihê jinan tenê li malê û di nav lepê mêr û hevjînên xwe de ye.
Kî gotiye ku jin bê mêr nikare bijî? Di civaka me ya îro de piraniya jinan û yên têgihiştine heqîqeta xwe dizanin ku jiyan bê mêr û zewacê didome. Di vê jiyanê de zewac ne bingeha her tiştî ye, carinan serbixwebûyîn bingeha herî saxlem a jinan e.
Wê bidome…


