Têkiliya huner û siyasetê (7)
Çawa ku jêhatiyên di qada hunerê de zuha bûn û çilmisîn, jêhatiyên nû jî derneketin. Di encamê de, ast û kapasîteya huner û hunermendiya li qadê mayî, teqez berhema nêzîkahî û hişmendiya vê sîstemê ye!

"Di sedsala borî de, îdeolojiyên wekî sosyalîzmê bi rêya pergalên tund û dîktatoriyaya proleteryayê, nekarîn di warê çand û hunerê de civakan ber bi vejînekê ve bibin û mîrasê biparêzin. Ev rewş nîşan dide ku şêwaza pergalê, rasterast bandorê li ser zindîbûn an jî mirina çandî ya civakê dike."
Şoreşa sosyalîst a 1917an, li ser mîraseke çandî û wêjeyî ya pir dewlemend (wekî Tolstoy, Dostoyevsky, Tchaikovsky) ava bû. Di nav 80 salên desthilatdariya Sovyetê de, ev têkilî di navbera parastin, zêdekirin, tepisandin û xitimandinê de derbas bû.
Pergala sosyalîzmê rasterast çand û huner ji destê "çîna elît" derxist û bi temamî xiste bin kontrola pergalê.
Di salên pêşîn de (1917–1930), di huner û sînemayê de şoreşeke mezin çêbû. Derhênerên wekî Sergei Eisenstein di sînemayê de teknîkên nû afirandin ku cîhan hejand.
Ev bû şêwaza fermî ya dewletê. Li aliyekî felsefeya xebatê, wekhevî û jiyana karkeran kir mijara hunerê, lê li aliyê din sînorên teng danîn ber afirîneriyê.
Ev şêwaz û felsefeya fermî ya sosyalîzmê, ne tenê ji bo Sovyetê sînordar bû; her wiha ji bo hemû tevgerên sosyalîst û çepgir ên li seranserê cîhanê bû mînak, bû modela şoreşgeriyê, bû terz û şêwaza rêxistinbûn û felsefeya desthilatdariyê! Lê belê ya balkêş ew bû ku hemû rejîmên dîktator, şovenîst û dewletên (çêkirî) heman felsefe û şêwaz derbarê çand û hunerê di nav pergala xwe de bi kar anîn.
Bi kurtasî; pergala sosyalîst ew mîrasa dewlemend bi girseyî kir malê gel û di warê sînema, bale û zanistê de lûtkeyên nû ava kirin. Lê belê, bi kontrola tund û sansûra îdeolojîk, azadiya ku ruhê hunerê yê herî xwerû diparast, birîndar kir. Mîras wekî sazî û pirtûk hat parastin, lê afirînerî gelek caran di bin erdê de tevizî ma...
Di dîroka şoreşa azadiya Kurdistanê de jî, têkoşîna çand û hunerê tekez di bin sîwana heman pergal û felsefeya sosyalîzmê de meşiya.
Dîroka vê têkoşînê mirov dikare bi 3 xalan binirxîne:
Yekemîn: Avakirin û sazîgerî
Duyemîn: Afirînerî û pêşengî
Sêyemîn: Xitimandin û tevizîn
Tekez hemû gavên têkoşîna çand û hunerê yên hatine derbaskirin, seranser girêdayî gavên siyasî û rêxistinî ne. Hemû destwerdan û midaxeleyên li ser qada çand û hunerê, ji ber pêwîstiya îdeolojîk û polîtîk rû dane. Di vê der barê de, pergala sazûmankar siyaset e; siyaset bixwe desthilatdar e û her babetê dibîne.
Heke em nirxandin û tehlîla pergalê bi pîvanên heqîqetê şîrove nekin, em nikarin encamên rast jî bi heqîqet tekez bikin. (Bi dîtina min heqîqeta rasteqîn; der barê sosyalîzm û real-sosyalîzmê û pergala wê de, di şîrove û nirxandinên rêzdar Ocalan de hatiye diyarkirin) Heger di teoriyê de prensîbên îdeolojîk hebin jî, teqez wekî modela reel-sosyalîzmê bi rê ve çûye. Helbet veguhastin û nûkirina pergalê ne hêsan e; di vê der barê de her kes dizane ku Rêber Apo 50 sal in têkoşînek zanyarî, fîlozofî û rêxistinî, gelekî zehmet daye û hîn jî bênavber dimeşîne.
Di modela pergala navborî de, hewldana ji bo kontrolkirina hemû qadên jiyanê û bikaranîna her amûrekî di xizmeta berjewendiyên rêxistinî-navendî de, dibe sedema xitimîneke kûr a sîstematîk. Ev kontrola tund, dînamîkên afirîneriyê tune dike û kapasîteya hilberîna nûbûnê ji dest dide. Di dawiyê de, ev rewş ne tenê rê li ber afirandina nirxên nû digire, lê her wiha nirxên heyî yên civakî, çandî û hunerî jî ber bi hilweşînê ve dibe.
Modela pergala me ya sosyalîst û şoreşger, encama derxistî holê, bi temamî wisa ye!
Serpêhatiyên qada çand û hunerê, bi taybetî piştî sala 93yan û pê de, pergala destwerdan û midaxeleyê qad bi temamî kontrol kir. Îrade, înîsiyatîf û rêgezên têkoşîna çand û hunerê ji aliyê sîstemê ve hatin desteserkirin...
Erk û wezîfeyên qada çand û hunerê yên bingehîn: di xizmeta şoreşa gelê Kurdistanê de, têkoşîna vejînê, sazîgerî, rêxistin û afirîneriya hunera kurdî ye!
Bi herka demê re, paradîgmaya çand û hunerê hat guhertin, mentalîte û hişmendiyên cur bi cur, li ser vê qadê, ezmûn hatin ceribandin! Ji sala 93yan ve, ji kêliya ku Hunerkom asê kirin û pê de, bi dehan berpirsyar û rêvebir hatin guhertin. Ji sala 93yan û vir ve, pirsgrêk û aloziyên di xebata çandê de, rûdan û girantir dibûn. Pergalê, çareseriya pirsgrêkan her tim di perwerde û alternatîfên îdeolojîk de, û tevlibûna kesan de wekî hincet didît... Di 25 salên dawiyê de, qada hunerê bi temamî mîna amûrekê ji bo çalakiya siyasî hat bikaranîn, her wiha çalakiya hunerî ji bername û rojeva xebatê hat dûrxistin!
Heta ku hêviyên sazîgeriya qadê çilmisîn, heta ku qada hunerê ji afirandin û berhemdayînê qut bû. Her wiha, çawa ku jêhatiyên di qada hunerê de zuha bûn û çilmisîn, jêhatiyên nû jî derneketin. Di encamê de, ast û kapasîteya huner û hunermendiya li qadê mayî, teqez berhema nêzîkahî û hişmendiya vê sîstemê ye!
Bêguman, dîroka 45 salên têkoşîna çand û hunerê mijareke cuda ye, bi gotar û kurtenivîsan mirov nikare bîne ziman. Di van rêzegotaran de min hewl da ku bi giştî balê bikişînim ser nêrîn û nêzîkatiyên "pergala heyî", bi taybetî di qada çand û hunerê de ku ji armanca stratejîk a sazîgeriyê bi dûr ket û qada çand û hunerê negihîşt armancên mayînde!
Bi mînakek pir jirêzê dixwazim vê mijarê bi dawî bikim:
"Saziyeke tenduristiyê bifikirin; karmend û xebatkarên saziya tenduristiyê pêwîst e xwedî taybetmendiyên bijîşkiyê bin. Dixtor, şagirt û karmend hemû ji bo profesyonelbûna saziyê erkedar in. Lê belê heger pergal desteserkirina îrade û erka bijîşkan bike û bêje: ‘Ez bijîşkan diafirînim, ez zanyariyên tibî û dermanan çêdikim…', gelo li wê qadê hekîm û derman wê bimînin?"
Berhema pergala sosyalîzmê ya 80 salî heger çi encam derxistibe holê, berhema 45 salên têkoşîna me ya çand û hunerê jî heman encam, heman bext û mirad derxistine holê!


