Sullivan: Bi saya HSD'ê DAIŞ têk çû
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya DYA’yê Jake Sullivan têkildarî ji nû ve kontrolkirina girtîgeha Sînaa bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek da.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya DYA’yê Jake Sullivan têkildarî ji nû ve kontrolkirina girtîgeha Sînaa bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek da.
Sullivan got: "DYA pesnê HSD`ê dide ku bi hêzên Koalîsyonê re xebatên kontrolkirina girtîgeha Sînaa temam kir."
Di daxuyaniya ku Qesra Spî li ser malpera xwe parvekiriye Sullivan wiha got: “Bi saya cesaret û israra HSD`ê ku gelek fedakarî kirin, DAIŞ têk çû.”
Sullivan bal kişand ser xebatên hevbeş ji bo çareserkirina dosyaya girtiyên DAIŞ`ê û ev tişt got: "DAIŞ`ê bi awayekî hovane êriş kir. Ji ber wê divê werin tunekirin. Divê dewlet bi hev re dosyaya bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê çareser bikin."
Jake Sullivan destnîşan kir ku gefa DAIŞ`ê berdewam e û pêwîstiya wê bi çareseriyeke cîhanî heye û wiha domand: "DYA pabendî xebatên bi şîrîkên xwe yên li Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevalbendiya tunekirina DAIŞ`ê ne."


