Şoreşa Rojava bû kilîda neteweya demokratîk
Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Ehmed Şêxo Şoreşa 19’ê Tîrmehê nirxand. Şêxo diyar kir ku Şoreşa Rojava bû kilîda neteweya demokratîk.

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Ehmed Şêxo Şoreşa 19’ê Tîrmehê nirxand. Şêxo diyar kir ku Şoreşa Rojava bû kilîda neteweya demokratîk.
Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li bajarê Kobanê serhildana gel pêş ket. Gelê kurd di aloziya li Sûriyeyê de nebû alî û bi rêxistinî tevgeriya. Hêzên xwe yên leşkerî û siyasî ava kir. Pergala xwe ya demokratîk a wekhev û azad saz kir. Ev pergala xweser li ser bingeha paradigmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêş ket. Gelê Rojava li dijî hemû êrîş û dorpêça li ser xwe, xwe û axa xwe parast. Li aliyekî şerê gel ê şoreşgerîyê pêş xist li aliyê din kêlî bi kêlî xweseriya xwe bi ked û xwînê hûnand. 19’ê Tîrmehê ji bo gelê Rojava bû dîroka destpêka şoreşekê. Şoreşa Rojava di heman demê de bû şoreşa jinê. Bi berxwedan û têkoşîna xwe ya li dijî hêzên paşverû nirxên mirovahiyê parast. Keç û xortên kurdan destûr nedan ku hêzên tarî û paşverû li serê mirovahiyê bibin bela. Ji ber vê yekê îro mirovahî deyndarê Şoreşa Rojava ye. Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Ehmed Şêxo, Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê û geşedanên niha ji bernameya Podcasta Xwebûnê re nirxand.
Birêz Şêxo girîngiya Şoreşa Rojava bi taybetî ji bo gelê kurd û bi giştî tê çi wateyê?
Girîngiya Şoreşa Rojava ji bo gelê kurd, em dikarin bêjin ji bo hemû gelên li herêmê kilîda azadî, demokras û wekheviyê ye. Lewre em dikarin bibêjin ji bo gelê kurd Şoreşa Rojava kilîda çareseriya pirsgêrêka kurd e. Ji bo sê parçeyên din ên hatine dagirkirin bû modela neteweya demokratîk.
Li gelek welatên Rojhilata Navîn, li welatên ereban di bin navê ‘Bihara Ereban’ de gelek geşedan çêbûn, şoreşên gelan pêş ketin. Sûriye jî di destpêkê de yek ji wan bû. Lê Sûriye neşibiya welatên din. Gelo cudahiya vê yekê çi bû?
Rast e bihara gelan dema ji Tunûsê dest pê kir, texmîn hebû ku li gelek deveran pêş bikeve. Gumanên ku bigihêje Sûriyê pir li pêş bûn. Ji bo vê yekê jî gelek aliyan xwe amade kirin û di serî de jî dewleta Tirkiyeyê. Ji ber ku taybetmendiyên Sûriyeyê ji welatên din ên ereban cudatir bû. Li Sûriyeyê gelek pêkhate dijîn. 900 kîlometre sînorê Tirkiyeyê ye. Tirkiyeyê ji mêj ve dixwast xewn û xeyalên xwe yên Osmanî pêk bîne. Vê jî pir aşkera digot. Digot ‘Heleb, Mûsil û Kerkûk’ bajarên osmanî ne û gerek e careke din têxin bin kontrola xwe. Ji ber vê yekê dema li Sûriyeyê şoreşa gelan dest pê kir, gelek lîstik û plan hatin çêkirin. Bi taybetî jî ji aliyê dewleta tirk ve. Ji bo ku ji rastiya şoreşê dûr bixe û bixe xizmeta xwe. Mînak çawa şoreşê dest pê kir li Stenbolê Encumena Niştimaniya Sûriyeyê hat avakirin. Komên radîkal dan avakirin berê wan dan Sûriyeyê û tundî pêş xistin. Kesên di bin fermana Tirkiyeyê de li wir hatin wezîfedarkirin. Telîmatên xwe rasterast ji MÎT û rayedarên Tirkiyeyê digirin. Li aliyekî din jî xwest li pêşberî çareserkirina pirsgirêka kurd bibe asteng. Li dijî van lîstikan; ya li xet, vîn, nasname û şoreşa xwe xwedî derket, Rojavayê Kurdistanê bû. Tu aliyan nekarî vî gelî ji rê, rêxistin û


