Şoreşa Fransa û şoreşa Kurdistanê

Di du şoreşan de girtîgeh-zindan hene. Li Fransayê Zindana Bastille sembola monarqa mutlaq e. Li Tirkiyeyê jî Zindana Amade, sembola ”monarqa mutlaq ya leşkerî“ ye. Li Fransayê gel ji derve êrîşî Zindana Bastille dike, ”keliha monarqa mutlaq“ têk dibe. Li Tirkiyeyê jî, leheng û pêşengên tevgera Apoyî-PKKê, li hundirê zindanê li ber xwe didin û”monarqa mutlaq“ ya leşkerî têk dibin.

•
1 deqe xwendin
Şoreşa Fransa û şoreşa Kurdistanê

Li welatekî, neheqiya mezin, lewîtî û qirêj, îhaneta li dijî gelan hebe, li wî welatî şoreş mercê nebê nabe ye. (1) Ev gotin li bejna Tirkiyeyê tên. Çawa li Frensayê “monarqa mutlaq” a qral û çînê bilind hebûn, li Tirkîyeyê jî “monarqa mutlaq ya eskerî” û burjuwaziya mezin heye. 

Li cîhanê, gelê xwedî şêniya herî qerebalix û zêde kurd, ji jiyanê bêpar hatine hiştin û li her parçeyên welatê xwe, tirk bûn, ereb bûn û farsbûn li wan tê ferzkirin. 

Cîhan, mirovanî bi pêşengiya mirovên aqîl, her dem di nava lêgerînan de ye. Her guhertin qonaxek nû ye, mirovanî jî ne tenê di aliyê aborî û teknîkî de, di aliyê hişmendî, ahlakî û civakî de diguhere. Eger guhertin, espriya şoreşê zevt bike, bandorê li derdoran jî dike. Bêguman teknolojî jî bandore li mirovaniyê dike, lê erênî nine, ji ber ku sîstema cîhanê, teknolojî weke çek bikartîne.

Dewlet bi xwe pirsgirêkin, çavkaniya kîn û fitne ne, cihêkar û darbekarin û nikarin şoreşan bikin, wajî wê, dewlet her dem li pêşiya guhertinên civakî dîwarên sîklop in. 

Dewleta Enqerê mînak e. Bi laîktiya sexte, çepîtiya Kemalîst, bîrdoza Kopernîk, sîstema rojê û teoriya gerdûnî-heliosantrizm serûbinî hev kiriye. Yekemîn car û bi hişmendiyek felsefî û cûda, Abdullah Ocalan, di çarçoveya bi formulasyonek azadiya kurd û Kurdistanê de, dest bi têkoşînê kir; di vegotinên felsefî û diyalektîka civakî de israr kir, dîrok, şoreşên cîhanê li ber çavan girtin û têkoşîn kir. Ev têkoşîn jî dewam dike!

Ev girêdan giring e, di gelek mînakan de xuya dike ku Şoreşa Kurdistanê û Şoreşa Firansayê weke hev in. Ev jî heyecaneke cûda dide kurdan, nifşên nû jî bi vê heyecanê mezin bûn û dibin. Helbet ev girêdan, tez û vegotinek ciddî ye. Eger em, di fikrê dîroka dîrokê hate nivîsandin de hemfikîr bin, tez û vegotin rast e. Tê zanîn, dîroka kurd, di aliyê sosyolojîk de seqet (qof-kambur) tarîtî ye. Qofîtîya bedenê nexweşiyek giran e, tarîtî jî korbûn e! Vêce, dîroka dîrokê, hem nexweşiya qofîtiyê ji holê rakir, hem tarîtî belav kir û ronahiyek hemdemî derxiste holê. 

Yanî bedenek saxlem, mêjiyekî stewihayî derxiste hole. Put-perestî hatin şikandin, deriyê popûlîzm û hûmanîzmê hatin vekirin. Bi gotineke din, canbaziya li ser sê şelîtan, ji hole hate rakirin. Gelo mirov, canbaziya li ser sê şelîtan weke ”teatroya dîrokê“ binav bike wê ne sart e? Pirs giran e û naxwazin dubare bikim. 

Mekanîzmeyek “Ronakbiriya kurd” hate avakirin. Di vegotin û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan de, bêhtir Şoreşa Fransa tê dîtin. Dema dibêje, “sedsala navîn, avakirina bingeha devletên despotik e û dîroka fermî, hiquqa fermî û mantiqê parastina çekdarî, bû sedema kaos û bingeha trajediyan. (2) Mirov bixwaze nexwaze, Şoreşa Fransayê tine bîra xwe.

Ev gotin, neynika monarşiya hişk ya Fransa ne? Mercên civakî bi gotina dîrokzanên marksîst Henri Lefebvre û Albert Soboul, axayên her çînî, axayen burokrasî, axayên dadmendiyê, axayên herêmî derketibûn hole. Ev nirxandin li bejna Kurdistanê bakur û tevahiya Tirkiyeyê tê. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê, axayên romî, axayên bejik, feodalên hevkar, bendûberberiya bi destê dewletê, kurd kiribûn gevzeka tunekirinê.

Di têkoşîna gelan a Anatolya da û di serdema şerê sar de, Rusya sosyalîst, di netewperestiyê de germ bûbû, ne tenê gelê kurd, tevahiya gelên bindest yên cîhanê ji nedîtî ve hat. (3) Ewropa jî, tenê bi dengê kesekî ku digot, “Kurdên Bê Parêzer” haraket dikir, NY jî, li gorî raporên CIA haraket dikir. 

Li Tirkiyeyê jî merşa, "Di deh salan de me tora polayî ava kir” dihate xwendin. 

Di vê romana ne nivîsî de, baskê serbixwe ku bi navê “epîzot” tê binavkirin û bi naveroka giştî ya pirtûkê ve girêdayî ye faşîzm e. Dema ku Hîtler dixwaze bikevê Tirkiyeyê, kesên li dora wî, dibêjin; paşayên ku dewleta Enqerê avakirine mamostayên te ne. Hîtler radiweste. Yanî “epîzot” ew faşîzm e. 

Di wê serdemê tarî de tevgera bi nave TALEBE, yan jî APOCÎ derkete hole û li dijî faşîzmê dest bi têkoşînê kir. Haraketa ku bi nave yek kesî dihate naskirin, nasname û azadiya gelê kurd diqîriya. Formul û armanc jî pêşengiya civakî û di çalekiyêm zanistî de pêşxistina diyalektîka hişmendiya civakî bû. Em, li ser dîroka tevgera PKKê ranawestin, têra xwe hatiye nivîsandin. Em ê li ser teqîna giştî û potansiyala civakan rawestin. 

Em di dîroka cîlvekar û lîstikên teatroyal de dibînin: Di nevbera bûyerên gelerî û komên xelkê de çiqasî demên dirêj hebin jî wekhevî winda nabin. Em dibînin ku teqîna giştî û potansiyala li Şoreşa Fransayê û Şoreşa li Kurdistanê, hem di aliyê hişmendî de, hem di aliyê afirgeriya felsefî û armancê de dişibihin hev. Weke beriya Şoreşa li Frensayê li Kurdistanê jî entellektueliya kurd dinava lêgerînan de ye. Cûdatî ew e ku entelektulên Fransayê xwedî derfet in, dikarin fikir û ramanên xwe bînin ziman, pirtûk û beyanên nivîskî diweşînin û di nava gel de belav bikin. Ev derfet ji bo entellektulên kurd nînin. 

Duyemîn cudatî; Li Fransayê sîstem ”restorasyonê“ qebûl dike, li Tirkiyeyê, ji bilî yekperestiya Turk-î Turan, her tişt qedexe ye û rastî terora dewletê tê. Gel ji bo dewletê hene û weke koleyên spî têne bikaranîn. Feodal û tarîqatên kurd jî bi dewletê re bûne yek, sîstem jî, ji ”aboriya merkantîng“ xerabtir hatiye avakirin û şelandin-talan heye. 

Ev siyaseta ceberûd û ucube, bi pêşengiya paşayên Îttîhat û Terakkî hatiye avakirin, bandor li weletên li ser xaka Kurdistanê hatine avakirin, Suriye, Iraq û Îranê jî kiriye û dike. 

Wekheviyeke din jî ew e ku di her du şoreşan de, felsefeya ronakbîrî û aqilê pêşeng hene. Di Şoreşa Fransayê de, Emmanuel Joseph Sieyes, Monstesquieu, Marat, Jan Jack Rousseau, Mariaux, Mîrabeau, Mounîer, Fontenella hene û navê vê serdemê jî weke “sedsala ronakbîrî û felsefî“ ya Frensayê tê binavkirin.

Navê aqîl yê Şoreşa Kurdistanê, Abdullah Ocalan û kesên di mista destên xwe de agir pêxistine hene. Ev serdem jî weke, ”serdema ronakbiriya felsefî ya kurdan“ tê binavkirin. 

Ev wekehviya her du şoreşan, barbarî û komkujî ne. Li hemebrî vê barbariyê, bidestxistina zanistiya felsefî, baweriya bixwe, ahlak û siyaseta demokratîk û civaka demokratîk e. Her tişt bi “muhakemeya aqîl“ tê sererast kirin û di çarçoveya jiyana xwezayî de, wekhev bê avakirin, bextewariyê bide her kesî... Weke Madam de Lambert dibêje; ”Huquqa xwezayî, bingeha sistema aqîl e. (4) Aqil, her tiştê layîqî mirovan erê dike, yên din jî red dike. Huquqa xwezayî yek bijarteyê ku bextewariya civakan sazkar dikê ye..“

Abdullah Ocalan jî, vê bextewariyê di civaka demokratîk de dibîne, ji bo vê jî, di gelek vegotinên xwe de, behsa Montesqueî, Spînoza û Descartes dike. Di çarçoveya huquqa xwezayî de wekheviya civakan esas digire; misogeriya mafên kanunî, di rêveberiyên herêmî û serxwebûna aborî de derdixe pêş. (5) 

Di her du şoreşan de, kelek û kêştiyên bi komên xelkê dagirtî, rastî bahoz û firtoneyên dijvar û komkujiyan tên, dîsa jî riya xwe didomînin. 

Ya giring, di her du şoreşan de girtîgeh-zindan hene. Li Fransayê Zindana Bastille sembola monarqa mutlaq e, li Tirkiyeyê jî Zindana Amade, sembola ”monarqa mutlaq ya leşkerî“ ye. Li Fransayê gel ji derve êrîşî Zindana Bastille dike, ”keliha monarqa mutlaq“ têk dibe. Li Tirkiyeyê jî, leheng û pêşengên tevgera Apoyî-PKKê, li hundirê zindanê berxwedanê didine dest p kirin û ”monarqa mutlaq“ ya leşkerî têk dibin.

Ev jî dide xuyakirin ku her du şoreşan de “îradeya gelan“, “hiquqê gerdûnî“ esas tê girtin, berdêlên giran hatibin dayin jî, serketinn bidestxistine.

Di Şoreşa Frensayê de, “beyannameya hiquq“ tê amade kirin; di Şoreşa Kurdistanê de, yekemîn car li Dolmabahçe Sarayi Beynanameya Îradeya Gelan tê amadekirin. (6) Mixabin „monarqa mutlak“ ya li Tirkiyeyê beyanname red kir. Piştî 10 salan, li ser dexaleta dewleta Enqerê, rêber Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de, pêvejoya ”Aştî û Civaka Demokratîk“, li ser bingeha zanistî-felsefî û avakirina civaka xwezayî, bi çeka teorîk da dest pê kirin. Çeka teorîk, wê dejenerekirina demokrasî ji holê rake û bibe bingeha xwedî derketina îdeal ya li pêvejoyê. 

Di vê bêvejoyê de, ne dewlet û ne ”monarqên mutlak eskerî“ wê nikeribin bêjin ”dewlet ez“ im. Êdî siyaseta demokratîk, desturnameya demokratîk, komara demokrtaîk, civaka demokratîk xwedî gotin in û weke beyannameyek gerdûnî û îradeyek serdest û azad û dîrok, gel in!...

1-            Pîskopos û siyasetmedarê Frensî Emmanuel Joseph Sieyes,

2-            Parastina Gel’ekî, rp, 8, 9, 10... 

3-            Parstina Gel’ekî, rp. 127

4-            Anne-Thérèse de Marguenat de Courcelles, yek ji Salona Edebî ya Frensayê ye

5-            Azadiya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad, rp 15

6-            Mutabakata Dolmanbahçe di 28ê Sibata 2015an de hate amade kirin, lê detsur nehat dyin ku werê eşkere kirin.