Dadgehê ji ber “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh û ji ber “sextekirina belgeyên fermî” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Semra Guzel û bişert hat berdan
Siyasetmedar Semra Guzel hat berdan
Danişîna rûniştina dawî ya Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel li Dadgeha Cezayê Giran a 22emîn a Enqereyê pêk hat.



