Şîna civakî: Bibîranîn û şahidî

Başbûna civakî bi veşartina êşê pêk nayê. Divê êş bê naskirin, bê fêmkirin û hesta edaletê ji nû ve bê avakirin. Bibîranîna hevpar tenê parastina rabirdûyê nake; ew îradeya ku ji bo azadî û rûmetê hatiye nîşandan, digihîne siberojê.

•
1 deqe xwendin
Şîna civakî: Bibîranîn û şahidî

Evîn Koca

Şîn ne tenê ew êşa piştî wendabûna kesekî an tiştekî ye. Bi taybetî di wendahiyên civakî de, şîn pêvajoyek e ku tê de em bîranînan diparêzin, li ser tiştên ku qewimîne şahidiyê dikin, nasname û girêdana xwe bi civakê re didomînin, lêgerîna edaletê zindî dihêlin û ji bo siberojê wateyekê ava dikin. 

Dema em rewşekê tînin bîra xwe, em tenê li rabirdûyê venagerin. Civak bi ziman, çand, bîranînan rûmeta xwebûna xwe diparêze. Wexta ku em bi bîr tînin, em wendahiyên ku çêbûne radixin ber çavan û nahêlin ku ew hafizaya dîrokî bê jibîrkirin.

Şîna civakî înkara wendahiyê nake; em şahidiya jiyan, têkoşîn û nirxên kesên wenda dikin. Ji ber vê yekê, em tenê nabêjin: “Me wenda kir.” Em dibêjin: “Em ê nirxên hêja biparêzin û zindî bihêlin.” 

Piştî trawmayeke civakî, divê qadeke ku tê de wendahî tên nasîn, edalet tê pêkanîn û mirov dikarin bi hev re şîna xwe bigirin, bê avakirin. Wendahiyên ku nayên gotin û nayên nasîn, ji holê ranabin. Heke hesta edaletê li hember wan neyê avakirin, ew êş di hundirê civakê de dimîne û trawma dikare careke din xwe nîşan bide. 

Ji bo başbûna derûnî ya civakê, girîng e ku civak bikaribe li ser wendahiyên xwe biaxive, wan bide naskirin û wateya wan fêm bike. Şîngirêdana bi hev re alîkariya me dike ku em bi rabirdûyê re rû bi rû bimînin, hafizaya civakî baş bikin û siberojê ji nû ve ava bikin. 

Ji ber vê yekê, ev pirs hîn jî di hişê me de ne: 

Gelo divê bedêla axaftina bi zimanê zikmakî canê mirov be? 

Ma gelo divê bedêla xwedîderketina li nasnameyê, wendakirina zaroka/ê dayikekê be?

Çima divê mirov ji bo ku bi navê xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi rûmeta xwe bijî, bedêleke ewqas giran bide? 

Ev pirs ne tenê ji bo rabirdûyê ne, di heman demê de, ji bo lêgerîna edalet û wekheviyê dibin ronahî.

Başbûna civakî bi veşartina êşê pêk nayê. Divê êş bê naskirin, bê fêmkirin û hesta edaletê ji nû ve bê avakirin. Bibîranîna hevpar tenê parastina rabirdûyê nake; ew îradeya ku ji bo azadî û rûmetê hatiye nîşandan, digihîne siberojê.

Pêdiviya me bi civakeke wisa ye ku tê de ti kes ji ber ziman, nasname an çanda xwe neyê cudakirin. Divê her kes bikaribe bi navê xwe, bi zimanê xwe û bi çanda xwe bijî; xwe wekî parçeyekî girîng ê civakê bibîne û hîs bike ku maf û nirxê wî/ê wekî maf û nirxê kesên din e. Ji ber ku bibîranîn tenê rabirdûyê naparêze; ew her wiha nîşan dide ku em dixwazin di siberojekê çawa de bijîn.