Seyrê û buka xwe
Seyrê diponijî, bi ser halê xwe de dinuhurand û bi gewriya tijî girî, wiha ji kujerê Qeyas re digot: Mala te mîrat be, yeka te nebe dudo, tu têr nexwî, Xwedê heqê min û vî sêwiyê min ji te re nehêle!!.

Seyrê û Bûka XweXaltîka Seyrê dayika zarokekî lawîn e, jineke bedew û çeleng û jîr e.
Hevserê we Qeyas, ji ber lihevnekirina erd, milk û mîras, ji aliyê pismamê xwe ve tê kuştin.
Xaltîka Seyrê di emrê xwe yê ciwan de jinebî dimîne.
Bi tena serê xwe, kurê xwe bi ezîzî û bi delalî mezin dike. Carinan jî, ku du kesên zewicandî û bextewar bidîtana, destê xwe dibir ber rûyê xwe û diponijî, bi ser halê xwe de dinuhurand û wiha digot bi gewriya tijî girî;
- kujerê Qeyas, mala te mîrat be, yeka te nebe dudo, tu têr nexwî, Xwedê heqê min û vî sêwiyê min ji te re nehêle!!.
Dem û demsal derbas dibin, kurê Seyrê dibe xortekî çeleng û rûgeş.
Seyrê jî êdî dibe xaltîka Seyrê.
Xaltîka Seyrê ji bo kurê xwe li keceke bedew û esilzade digere.
Dema ku xaltîka Seyrê diçe dawetekê yan jî cejna Newrozê, çavên xwe li keçên delal digerîne, dema êvarê tê malê, bi delalî bang li kurê xwe dike.
Xaltîka Seyrê digot; Haaaa Egîtê min, de ka were ez gorî te. Min îro keçek dî, pir bedew bû, kurê bavê min. Ez ê kurê xwe bi zewicînim, wê zarokên wî çêbin. Hey Xwedê, mala te hezar carî ava be! Kêfa xwe ji kurê xwe re dianî.
Belê, ez serê we neêşînim. Xaltîka Seyrê keçeke gelek çeleng û delal ji kurê xwe re dît û jê re daweteke bihelûmel danî û bûka xwe anî malê.
Egît û Xezalê, Xezalê bûka Seyrê ye, hevjîna Egît e. Demek derbas bû, Xezalê ducanî bû, piştî neh mehan, Xwedê keçek da Xezalê. Egît bi kêf ji dayika xwe re got.
- Haaaa yadê, em navê te lê bikin? Seyran. Xaltîka Seyrê wechê xwe tirş kir û di ber xwe de got.
- Na na, navê min lê nekin, ma min çi xêr dît ku hûn navê min lê bikin? Salek du sal, sê sal derbas bûn, sê neviyên xaltîka Seyrê çêbûn, lê rojekê rûyê wê nekeniya û neviyên xwe nedan ber dilê xwe, rûyê wan maç nekir.
Dema Egît bihata malê, xaltîka Seyrê gazin ji Xezalê dikir û dida girî.
- Kurê min, jina te, tahmê nade min. Qedrê min nagire, ji min re gotin û peyvan dike!!
Egît çend caran ji bo vê yekê dilê Xezalê dihişt lê nizanibû ka kî ji wan neheq e. Rojekê Egît sibê zû rabû û xwe di paş kulînê de veşart.
Li dayika xwe û hevala xwe guhdarî kir. Xezalê rabû zaroka xwe da ber sînga xwe û mijand.
Xaltîka Seyrê rabû li nava malê geriya û di ber xwe de peyivî.
- Erê, erê, sibê û heta êvarê di paşila mêrê xwe de ye, ma kî weke min bêsiûd û şans e?
Egît berî ku kes wî bibîne, derdikeve û berê xwe dide Amedê. Bi rê de difikire û dibêje; Weyyy, yadê, tu çi ji Xezalê dixwazî, yadê, min niha fêm kir
Egît diçe Amedê, rastî dostekî bavê xwe tê li halê hev dipirsin.
Egît dipirse; Apo hevjîna te nesax bû, niha çawa ye gelo?
- Ev du sal e emrê Xwedê kiriye.
- Wîî Xwedê bi rehma xwe şa bike.
- Ê Ka tu careke din nafikirî ku bizewicî?
- Ê weleh yeka li gorî min hebe, çima na.
- Min ji te re yeke li gorî te dîtiye. Wiha li hev dikin û Egît dide pêşiya xalê Elî û tîne mala xwe.
- Ha yadê rabe, buxçika xwe hazir bike, xalê Elî xwazgîniyê te ye. Dema wer dibêje, xalê Elî di cîde dicemide ji şerman.
- Xaltîka Seyrê li Elî dinêre û berê xwe dide Egît.
- Huş be qeşmerê heram, diya xwe bidê.
- Ê ma ez çi dibêjim yadê, rabe, min bi qewlê resûlê Xwedê te da xalê Elî.
- Seyrê radibe cilê xwe yê bûkaniyê ji sidoqê derdixe, bejna xwe girê dide.
Seyrê û Elî didin du hev û Elî Seyrê dibê dikana zêran û cilan, wê bi zêran dixemilîne. Piştî mehekê, tên dibin mêvanê Egîd.
Seyrê ji bûka xwe re diyarî û ji neviyên xwe re pêlîstok û şêranî anîne.
Egît li Seyrê dinêre, dibişire û dibêje;
- Lê yadê ma te çima nedigot ez dixwazim bizewicim, ma te çima navbera min Xezalê xêra dikir yadê?
Ê qeşmerê heram, ma min ê çawa bigota kuro?


