
Seyrê û buka xwe
Seyrê diponijî, bi ser halê xwe de dinuhurand û bi gewriya tijî girî, wiha ji kujerê Qeyas re digot: Mala te mîrat be, yeka te nebe dudo, tu têr nexwî, Xwedê heqê min û vî sêwiyê min ji te re nehêle!!.

Seyrê diponijî, bi ser halê xwe de dinuhurand û bi gewriya tijî girî, wiha ji kujerê Qeyas re digot: Mala te mîrat be, yeka te nebe dudo, tu têr nexwî, Xwedê heqê min û vî sêwiyê min ji te re nehêle!!.

Em bi qasî çend kilometreyan wê de çûn, dîsa me lê nêrî çar kesên din li ser rê sekinîne, ji baranê şilopilo bûne, wan jî destê xwe bilind kir û xwe ji paş ve avêtin qasa qamyonê.

Dibe sibê zû etar barê mewîjê xwe dihêle û berê xwe dide Mêrdînê. Ew roj û ev roj êdî mêrik dev ji etariyê berdide û ji xwe re dest bi karê hemaliyê dike.

Ez ê di nivîsa xwe ya îro de, qala serpêhatiyeke xwe bikim.

Li gundekî navwenda malbatek dijî: mala Kurêş. Kurêş hevjîna xwe û kurê xwe yê heft salî ne. Malbata Kurêş, malbateke xizan bû û rêncberiya gund dikir. Deriyê mizgeftê û hewşa mala Kurêş li hember hev bûn.

Gelek pêşeng û giregirên kurdan; wekî mala Ûsivê Seydo, Şêx Ubeydullahê Nehrî, Şêx Evdirehmanê Tepê û gelek qehremanên din ên bênav û deng hene. Yek ji wan şêrejina bi navê Eyşa Ûsivê Xalito ye

Kebaniya wek min bêkêr bûya jî, nîviyê nanê xwe bi hevîrî dixist ser ariyê û diherimand û dikir pitepit û birebir. Dilikumî tasa wê ya avê û pîstika hevîrtirşê wê dipengizî erdê û diçû malê bi maliyan diket li zarokên xwe dida û welhasilî kelam, bi vî awayî dem dibihurî.

Êvarê em rûniştibûn wek her gavê.

Ez Bênav, li Amedê navçeya Peyasê dixebitîm, min karê belavkariya alîkariya malbatê me yên xizan dikir, li ser navê şaredariyê.

Dema li kuçe û kolanan sûk û dikanan digerim, dibînim ku bi piranî kes bi zimanê xwe napeyive. Kesê ku dipeyivin jî hema bêje nêvî jê ne bi kurdî ye. Gelê me zimanê xwe ji bîr kiriye.

Di demê berê de genimê deşta Amedê bi destê paleyan dihate çinîn.

Her sê mehên biharê, ji boy xwezayê û ajalan û tevahiya ruhberan evîne. Em zarok bûn, mala me li bajêr bû. Mala xalê min li gund bû. Erê em li bajêr bûn lê hiş û dilê me her li gund bû.
Rojekê zilemek ji taxa Xançepakê, navenda Ameda rengîn, roja înê diçe mizgeftê, da ku limêja xwe ya înê yanî ya xudbê bike, ji bo ku gunehê xwe yê wê hefteyê bide efûkirin.

Li ser xwarina van elokan, em diqelibîn ser mezhebê îmamê henefî. Temenê min heft, heşt sal bû.

Şêx Îsmaîl bi çar kur, du keç û hevjîna xwe Helîmê li gundekî girêdayî Çinara Amedê, rencberî dikirin. Bi eslê xwe jî ji gundê Pîrxetabê yê Şemrexa Mêrdînê bûn.

Çawa tê kuştin çand û ziman û dîroka gelê min, bi destên zanayê me yên nezan. Çawa zimanê min, tê jêkirin bi destê dayik û bavikê min.

Şerê di navbera Elî û Mûawiye de berdewam dike!

Belê xwînerên Ezîz,di jiyana her kesekî de çirokek erênî yan jî neyînî heye. Di jiyana min de jî gelek serpêhatiyên curbecur di derûniya min de bi cih bûne.

Derdê me girane, digot dayika Edlê. Ji bo bernama ‘jiyana dayikan’ ez gund bi gund digeriyam, her şevê li gundekî dibûm mêvan û me derdê xwe bi hev re parve dikirin. Em geh dikeniyan û geh digiriyan.

Rojekê li Cizîra Botan Mîr Bedirxan, li şaneşînê rûniştiye, dûrbînê dide ber çavê xwe û derdorê xwe dişopînê.

Li Amedê kar tune, wê dibistan vebin, ne cil, ne pêlav, ne gore, ne çente, ne pênûs û ne ji lênûs û ne jî mesrefa malê.

Piştî çûna Şoreşê min a nav hevalan,derbasbûna heft salan. Min hêsrê xwe û xwarina xwe bi hev re xwar. Hinek xemgînî hinek şanazî, hinek serfirazî, diçûn û dihatin di nav dil û mejiyê min de.

Rebîhanê hevjîna Osman bû û dikana wê ya beqaliyê hebû li ber dikanê bû.

Xwîner û şopînerên rojnameya Xwebûnê yên ezîz û bi rêz. Me di nivîsa xwe ya bûrî de,bahsa tenûrê kiribû.Tenûr û nanê tenûrê, girîngiya kevaniya malê û kevneşopiyên di jîyana kurdewariyê de!