Ez ê kilîtekê çêbikim

Dibe sibê zû etar barê mewîjê xwe dihêle û berê xwe dide Mêrdînê. Ew roj û ev roj êdî mêrik dev ji etariyê berdide û ji xwe re dest bi karê hemaliyê dike.

•
1 deqe xwendin
Ez ê kilîtekê çêbikim

Rojekê etarek ji gundê Mêrdînê Mahsertê barê hêstira xwe tije mewij û hejîr û bastêq dike û berê xwe dide Amedê, gundekî deştê, ku ji xwe re bike pere, an jî bi genim û nokan û birincê Qerejdaxê bide, da ku pê çerxa malbata xwe bigerîne.

Dema digihîje gundê Haciyê, bala xwe dide gund, ji malek li rex gund dûxanek reş ji pixêriya wan hiltê.

Ji xwe re dibêje; weleh ez ê  li deriyê vê malê bixim.

Waye dûxan ji pixêriya wan hiltê, ji sedî sed niha şîva wan heye, de qey mêvanê xwedê li derve û birçî nahêlin. Berê xwe dide wê malê û li deriyê wan dide: 

  • Teq teq teq, malêêêê! Êvara we bi xêr be, hûn mêvanan dihewînin gelo? 

Kevaniya malê derî vedike û bi rûyek kenok dibêje, were ser çavan, mêvan mêvanê xwedê ne û paşê bang li hevjînê xwe dike; haaa pismamo! Ka binihêre ji kerema xwe, mêvanê me heye.

Nûrê û Silo mêvanê xwe, derbasî hundir dikin, berê hespê wî datînin, hespê wî derbasî axurê dikin, ber hespê wî tije ka dikin. 

Silo ji hevjîna xwe re dibêje; kevaniyê şîva te çi ye? 

  • Şîva me  hebenîsk e, ka tu û mêvanê xwe rûnên, ez ê şîva we bînim.

Nûrê legana hebenîskê dide ber Silo û mêvan. Silo çend kevçiyan lê dixe û berê xwe dide mêvanê xwe; 

  • Bixwe birako fedî neke, wek tu li mala birayê xwe bî ha!

Xalê etar dikişe ber legana hebenîskê, fît dike, tevî dixwe.

  • Nûrê ciyê mêvanê me li odeka biçûk deyne û barê êmîşê wî jî deyne odeka wî bila zarokên me, êmîşê wî dernexin. Zarok in çav li mewîj û hejîran bikevin, wê ji barê wî derxînin û bixwin. 

Ez serê we neêşînim!

Nûrê nivînên etar û barê hejîr û bastêq û mewîjên wî li odeka biçûk datîne, mêvan dikeve nav ciyê xwe, Silo deriyê wî li ser wî kilît dike û radizê. Ji ber zêde xwarina hebenîskê, li ber destê sibê, dibe xurexura zikê mêvan û li derî dixebite da ku biçe derve. Feqîro, kilîta darîn di derî de dişikê. Silo li hawar wî tê lê dike û nake derî venabe. 

Feqîrê etar li aliyê hundir ditengije.

Silo û Nûrê li derî dixebitin lê bê feyde ye. Silo dibêje;

  • Haaaa Nûrê! Hela ka tefşo, birek û darekî ji min re bîne, ez ê kilîtekê çêbikim.

Dibe sibê zû etar barê mewîjê xwe dihêle û berê xwe dide Mêrdînê. Ew roj û ev roj êdî mêrik dev ji etariyê berdide û ji xwe re dest bi karê hemaliyê dike...