Ma hîn dibare lo?

Em bi qasî çend kilometreyan wê de çûn, dîsa me lê nêrî çar kesên din li ser rê sekinîne, ji baranê şilopilo bûne, wan jî destê xwe bilind kir û xwe ji paş ve avêtin qasa qamyonê.

•
1 deqe xwendin
Ma hîn dibare lo?

Rojekê, rihma xwedê lê be, pismamekî bavê min rehmet kir. Berî mirina xwe wesiyeta xwe dike, ji zarokên xwe re dibêje;

  • Dema ez mirim min bibin li gundê me binax bikin.

Piştî karûbarên fermî li nexweşxanê meytê wî şûştin, xistin tabûtê û me berê xwe da gund. Piştî sipartina axê û sersaxiya xizm û gundiyan me li ser mezel xatirê xwe ji gundiyan xwest û tabûta meytê wî pê anîbû gund, avêt qasa kamyonê û me berê xwe da Amedê. Demsal bihar bû, çax çaxê xwedê meha nîsanê bû.

Em bi rê de tên, di şofêrmeheliya qamyonê de, em çar kes in.

Ez û sê pismamên min û kurê yê mirî.

Em hîn negihîştibûn rêya asfalt, me lê nêrî zilamek li ser rê sekiniye, destê xwe bilind kir, min ji pismamê xwe yê ajokar re got, ka raweste bila siwar bibe, ewr giran e, em wî li rê nehêlin, bila xêra gora bavê te be.

Pismamê min rawestiya û bi destan îşaret kir, da ku ê rêwî xwe bavêje qasa qamyonê.

Wî xwe li bayê bezê avêt qasê û em bi rê ketin.

Em bi qasî çend kîlo metreyan çûn û baranekê dayê bû şîrqeşîrqa ewran, baran tavî û terez, bû qîyamet.

Ê rêwî, hema qapaxê tabûtê bilind dike, ji bo xwe ji terezê biparêze, xwe di tabûtê de dirêj dike û piştî çend kêliya di xew re diçe.

Em bi qasî çend kilometreyan wê de çûn, dîsa me lê nêrî çar kesên din li ser rê sekinîne, ji baranê şilopilo bûne, wan jî destê xwe bilind kir û xwe ji paş ve avêtin qasa qamyonê. Dema çav li tabûtê dikevin hinekî xof digirin, li çavê hev dinihêrin û yek bi nigê xwe tabûtê def dide û li hersiyên din dinihêre û dibêje; 

  • Tije ye ha! 

Yên din jî dibêjin;

  • Xwedê gunehên wî efû bike.

Di wê kêliyê de zilamê ku di zikê tabûtê de razaye, şiyar dibe û qapaxê tabûtê bilind dike û dibêje;

  • Ma hîn dibare lo?

Dema ew dibînin ku devê tabûtê vebû û zilam axivî, ji tirsa diqutifin û tev bi hev re xwe ji qamyonê diavêjin. Yê ku ji zikê tabûtê derketiye, her çiqas bi wan digire, ji wan re dibêje ez ne mirî me, lê bi ser nakeve, sê heb xwe davêjin

Yek ji wan qudûmê wî dişikê û dixewire.

Dema bi ser hişê xwe ve tê, dibîne ku ew û her sê hevalên xwe li nexweşxanê ne. Her sê hevalên wî her derê wan şikestiye.

Welhasilê kelam, çîroka wan jî bi vî rengî bi dawî dibe.