Şêxê Eynterê Zivinga li hemberî Çiyayê Kurê
Parastina şoreşa kurd, bi destxistina mafê çarenûsa kurdan, destkeftiyên kurdan, wekhevî û azadiyê lûtkeya xewn û xeyalên Mûsa Anter e.

Axaftineke der heqa Apê Mûsa, Mûsa Anter de hem hesan e, lewra gelek tişt hatine gotin; hem jî zor e, ji ber ku gelek tişt nehatine gotin û cihê şirove û lêkolînê ye.
Apê Mûsa, bi kar û gera xwe ya li welat, ji xeynî ferhenga peyvên kurdî, her wiha bûbû ferhenga cografya û sosyolojiya Kurdistanê. Wî kevirê giran ê di tûrikê xwe de li Amedê avêt, wekî çaxa wî li Turîstîk Palasê kar dikir. Piranîya we jî bi qasî min bûne şahidên zûrezûra guran. Zurbêgurên li dûv Îsmet Înonu. Zûrîna piştî helbesta mutawazî ya bi navê Qimil. Zûrîna guran bi radeyên xwe dom kir hetanî Apê Mûsa xapandin, revandin û di dawiyê de li Seyran Tepeyê li taxa hejaran ev ji desthilatdariyê” vemirandin” Rast e bi fizîkî ew kuştin. Ger gotin li cîh be, wî û rêhevalên wî mîna Teyrê Sîmir xwe ji xweliyê daweşandin.
Ji pîr û rewşenbîrekî re xelata herî giranbiha ew e ku xewn û xeyalên wî di jiyana civak, şoreş û miletekî de bi cih tên, encamên têkoşina wî û yên mîna wî roj bi roj bi cîh tên. “Berxwedan jiyan e!” ji Apê Mûsa re jiyan bi xwe bû.
Rê bidin min serpêhatîyekê bi we bigihînim, bê ka Apê Mûsa, rêhevalên wî, generalên wî yên biçûk û bi giştî tevgera azadîxwaz a kurdan ji ku derê hatin ku derê? Di serdemkê de ku dîn û siyasetê hevdu himbêz dikirin, li Stilîlê midurê nehiyeyê, qerekola cendirmeyan melê mizgeftê bi serê hev sond dixwarin, rewşa Apê Musa ne hesan bû. Ji tirsan hejmareke biçûk a gundiyan diçûn civata Mûsa Anter. Kalê yek ji wan bû. Kalê dilê wî ji bo mafên kurdan lê dida. Kalê rêyek ji xwe re dîtibû. Katê reşayî diket erdê, cîzma xwe dixist lingên xwe, ji malbata xwe re digot ez ê herim avdanê. Ne di nav gund re, di nav newalê re, di ber aşê Navê re hildikişiya baxçeyê mala Eynter, dihat civata Apê Mûsa. 20ê vê mehê li Stilîlê bi hevkarîya dezgeh û rêxistinên kurdan bîranîn çêbû û îro jî em li Amedê xelatên rojnamegeriyê yên Apê Mûsa belav dikin. Di warê jiyana polîtîk û civakî, çandî û wêjeyî de yek heman pêşketînê dibîne.
Şoreşên civakî, çînayetî û neteweyî, dişibin jina ducanî; qolincên wan hene. Metîngerên çavnebar, bi potînên xwe her xwestine pêçekê bikujin. Çaxa ling bi kêr nehatine bi sunguyan zarok ji nava Kurdistanê deranîne. Aniha şoreşa kurd ketiye ber qolincên li ser hev. Gûrên har dê bixwazin ku şoreşa kurd ber biavêje.
Li me ketiye ku em nebin wawîkên laşê zêç û zarokan. Parastina şoreşa kurd, bi destxistina mafê çarenûsa kurdan, destkeftiyên kurdan, wekhevî û azadîyê lutkeya xewn û xeyalên Mûsa Anter e.
Xelatên Apê Mûsa li we gişan pîroz bê, nemaze li şagirtîyên Rojava ku ji xwesteka perwerdeya bi kurdî nayên xwarê. Serfirazî û serkeftin her para we be!


