'Şerma hemû partiyan e'

Malbatîn girtiyan în di 16’î mijdara 2021’an de ji bo girtiyîn nexweş û yîn înfaza wan hatine şewitandin bîn berdan dest bi Nobeda Edaletî kiribûn, çalakiya xwe berdewam dikin. Malbatîn girtiyan...

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Malbatên girtiyan ên di 16’ê mijdara 2021’an de ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan dest bi Nobeda Edaletê kiribûn, çalakiya xwe berdewam dikin. Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî dan û daxwazên xwe anîn ziman. Nûnerên TUAY-DER, MED-DER, MEBYA-DER'ê jî xwestin li pêş girtîgehê tev li çalakiya malbatan bibin. Lê polîsan destûr nedan ku nûnerên saziyan tev li daxuyaniyê bibin. Xwişka Abdulselam Înci Guler di nobedê de axivî û got: "Di nobeda ku em bi mehan didomînin de em daxwaze edaletê diqêrin. Tiştên em li vir pê rû bi rû dimînin eyba hemû partiyan e. Em her kesî dawetî vir dikin ku alîkariya me bikin.