Şerê vînê
Wekî diyalîkta jiyanê dema du hêz li hemberî hev bin ne tenê bi şer, bi wêje, derûnî, perwerdehiya qaşo neteweyî, dîn, sinc, sînema, tv û rêzefilman rikber dixwaze vîna te bişikîne

Li jiyanê binihêrin!
Va serdestî û bindestî, şerê man û nemanê…
Ku du hêz rikberên hev bin ango neyar bin; dixwazin îradeya hev bişikînin, ne bi tenê bi şer.
Bi wêje, derûnî, perwerdehiya qaşo neteweyî, dîn, sinc, sînema, tv, rêzefilm û hema bibêje her gav û dem neyar, rikber dixwaze vîna te ango îradeya te bişikîne, tu jî dixwazî eqsî, înkarî û serdestiya wî bişikînî û vîna wî ya vê radeyê bi bin bixî. Gazin ne lazim in, ev diyalektîka jiyanê ya man û nemanê ye. Nexasim van rojan em gelê kurd divê qet nexapin û nekevin dehfika, tora xapandinê ya neyar û nexasim qaşo qelembaz û şervanên rexnegir, êrîşkar û navgeniyên hundir, derve û yên çêkirî.
Em ê îradetaya xwe ya hebûn û birêvebirinê bi dest bixin, bê şik.
Em bi xwe bawer bin!
Dixwazim helbestokek taybet diyarî vê nivîsê bikim, bi destûra we…
Em
Çiqas em ji Mala Tehlo bin jî
îro Mala Hacikê
li Dengiza
Ku niha paşmayîn li Birka Misirca Xerzan
yanî Anqosî
Jiyan mîna evînê, mîna kulîlkên hez mizîlaq
serek bila ew be, darçoqîtik e mazat
Kor be çavên feqîriyê, xaltîka Elîfê xaka xerîbiyê
Dûriya evînê
şewat
Ha pişt dergûşê ha deşta Mûşê
Qêrînên me li me vedigerin
Sêwîtî
Berxwedariya xweşaheng, îro serbilindî
jiyana me ev e, xemgînî û şadî
Dê her dilgeş be şadewarî wek tehtişeha fihûl
Li ber hev nanihêrin, li ber bayê hev dikevin
Ev meşa na wele cenga azadî
Çavtêr in em, guhdengê kilama çirçirkan
Firîkên nokan dineqînin bilbil û şalûl
bizarî me dikin du perîtankên spî yên evîndar
Nûra xweha min dibare herê Nûrê ji Nezarê Kemo
Em in kedkarê jiyan, azadî û şoreşê
Kelqija nava rojê were
Em bikişînin qayîşê li hember kedxwariyê
bû qalek te li min xwakê
min kulîlik çandin li ber derî belbî tu werî
Li ku awirek xemgîn hebe ew ez im, ew tu yî, em kurd tev
Çawa tu têyî, li vegerê difikirî, dem av e
bêyî te nameşe demjimêr, saet kulek e
û di her keder û xemginiyê de ez/em heme/hene
afirînerê hebûn û şadiyê
Divê tu bizanibî bidoşî, pê re pê re bicoşî
belkî çîçim di malê de
Ne bawer im tu çûyî
Bawer nakim tu çûyî ser dilovaniya xwe
dibêm berêvarekê bê xeber tuyê vegerî
Wek ku em qefilî bin ji baranek biharî
Kezî li benda hinekan in simbêl li benda hinekan
Ma ne mirin e ku ray lê nebe
lê ev mirin, mixabin!
Şikêra çêbike piştek û kokelan
Em kedkar in, ez ê werim tu bendewar be
Me azadî tehmand, nifşên bên her çavlirê
Xwediyê sibê Xweda ye bêguman!
Em hiş û azadê xaka xwe ne bi serbilindî
Me çi da ne xem e...


