Serdanên malbatên şehîdan ên li Almanyayê

Bi pêşengiya KOMAWê, malbatên şehîdan ên li Almanyayê serdana saziyên çapemeniya azad û KNKê kirin. Malbatan bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştiya demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin nîşan dan. Di hevdîtinên bi nûnerên siyasî û Tevgera Jinan re, peyamên bihêzkirina yekîtiya neteweyî, xebatên civakî û xwedîderketina li mîrasa şehîdan derketin pêş.

•
1 deqe xwendin
Serdanên malbatên şehîdan ên li Almanyayê

Li hin herêmên Almanyayê, bi rêxistina KOMAWê, malbatên şehîdan ji bo serdana saziyên çapemeniya azad û KNK – Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê rêwîtiyekê pêk anîn. Nêzîkî 43 malbatên şehîdan di vê gerê de cih girtin. Armanca wan ew bû ku, wek malbatên şehîdan, ji bo pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd, Birêz Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, piştgiriyê bidin û di vê pêvajoyê de roleke aktîf bilîzin. 

Malbatên şehîdan ji Navenda Çanda Kurdî ya Mannheimê derket. Berî ku rêwî bibin, ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyekê rawestan û rêz girtin. Piştre daxuyaniyek hate xwendin û piştî wê heyeta malbatên şehîdan ber bi serdanan ve çû.

Daxuyaniya malbatên şehîdan:

"JI BO ÇAPEMENIYÊ Û RAYA GIŞTÎ

Gelê me yê hêja û rûmetdar,

52 sal in ku bingeha Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatiye avakirin. Di 27ê Mijdara 1978an de bi avakirina partiyê, bi bîranîna şehîdê mezin ê şoreşger Haki Karer, têkoşîna şoreşgerî di pêşengiya PKKê de berdewam kir. Di encama vê têkoşîna 52 salan de, ku bi ked û fedakariyên mezin hatiye domandin, gelê ku hatibû înkar kirin, biçûkxistin û di nav talûkeya asîmîlasyonê de ber bi tunebûnê ve diçû, gihişt xala ku deng û hêza xwe bi têkoşînê nîşan da û xwe wek gelê xwedî îrade derxist holê.

Em gihiştin vê astê bi ked û fedakariyên bi hezaran şehîdên me. Di vê têkoşînê de, bi pêşengiya gelê me û Rêbertiya me, bi têkoşîna mezin a partiya me û gelê me, ev rê hatiye domandin.

Wek ku hûn jî dizanin, bi Manifestoya 27ê Sibata 2025an pêvajoyek nû dest pê kir. Di 1ê Adarê de agirbest hate ragihandin. Piştre, di 7ê Gulanê de PKK xwe fesih kir û çekên xwe terikand. Di Tîrmeha 2025an de jî komek ji 30 gerîlayan bi awayekî sembolîk çekên xwe şewitandin.

Tevgera me û gelê me, Rêberê me Birêz Abdullah Ocalan wekî sermuzakerevan qebûl kir û li ser pêvajoya aştiyê bi awayekî saxlem û tendurist pêşdebirinê israr kir. Di pêvajoya ku pêş ket de, nîqaş û çalakiyên ku hatin kirin, careke din rastiya Rêbertiyê derxistin holê. Herwiha eşkere bû ku bê azadiya gelê kurd, bê jiyaneke azad û bê şertên bêşer û pevçûnê, Rêbertiya me jî nikare xwe bi temamî azad hîs bike.

Em jî wekî malbatên şehîdan îro li vir kom bûne û dixwazin bibêjin ku em piştgiriyê didin têkoşîna aştiyê ya ku ji aliyê Rêbertiya me û Tevgera me ve hatiye destpêkirin.

Di heman demê de, em 15ê Tebaxa 1984an, ku Tevgera Azadiya Kurdistanê têkoşîna xwe ya berxwedanê bi rebertiyê Egîd (Mahsum Korkmaz) dest pê kir, bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em şehîd Zekî Şengalî, Şehîd Erdal (Engin Sincer) û hemû şehîdên meha tebaxê bi rêz û hurmet bi bîr tînin û dibêjin ku mîrasa wan ji bo hemû gelên ku li Tirkiye û Kurdistanê ji bo azadiyê têkoşîn dikin, nirxeke hevpar e.

Em careke din diyar dikin ku Rêbertiya me ji bo pêşketina aştiyê, azadiyê û demokrasiyê li Kurdistanê, Tirkiyeyê û hemû Rojhilata Navîn ked û xebateke mezin daye.

Em ji vir ve dixwazin saziyên din jî, wekî KOMAW û saziyên me yên din, serdana bikin; heyecan û hêviya ku di nav civakê de çêbûye bi hev re bijîn û nirxên ku bi ked û fedakariyên bêhejmar ên şehîdên me hatine afirandin biparêzin û xwedî derkevin.

Dema ku em qanûnên ku hefteya borî di Meclîsa Tirkiyeyê de hatine qebûlkirin di vê çarçoveyê de dinirxînin, tevî ku gelek kêmasiyên wan hene, em diyar dikin ku em qanûna çarçoveyê ya derketî piştgirî dikin.

Nebûna rêziknameyekê ji bo hevalên me yên ku di zindanê de ne û herwiha nebûna rêziknameyekê di mijara zimanê Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî de, kêmasiyên girîng in.

Tevî van kêmasiyan, em diyar dikin ku Rêbertiya me rêberê vê gele û sermuzakerevane û divê di demeke nêzîk de azadiya wî ya fîzîkî were misoger kirin û ew bi gelê kurd re bicive.

Em bawer dikin ku hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn hemû gel, bawerî û reng dikarin di hawîrdoreke azad, demokratîk û wekhev de bi hev re bijîn.

Wekî Birêz Abdullah Ocalan jî gotiye: “Rêya hezar kîlometran bi gavekê dest pê dike.”

Em, wek malbatên şehîdan, xebatkar, sempatîzan û dostên Tevgera Azadiya Kurdistanê, dê li her derê rêxistina xwe xurtir bikin û di vê rêya hezaran kîlometreyan de li kêleka Rêbertiya xwe berdewam bikin.

Wekî ku em di dema şer de li ber şehîdan soza xwe dan, îro jî di dema aştiyê de li ber şehîdan, gelê me û Rêbertiya me soza xwe didin ku em ê gavên şoreşgerî bi hev re bavêjin."

Serdana saziyên çapemeniya azad

Malbatên şehîdan ji aliyê xebatkarên çapemeniya azad ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Piştre, bi rêberiya xebatkarên çapemeniya azad, serdana televizyonan hate kirin û derbarê xebat û çalakiyên saziyên çapemeniya azad de agahî hat dayîn.

Li vir, li ser navê xebatkarên çapemeniya azad, İsmet Kem axaftinek kir. Di axaftina xwe de wî diyar kir ku serdana malbatên şehîdan ji bo wan rûmeteke mezin e û got ku ew ji vê serdanê re gelek kêfxweş û serbilind in.

Li Almanyayê serdana malbatên şehîdan-.jpeg

Serdana KNK

Piştre heyeta malbatên şehîdan bi otobûsê ber bi KNK – Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ve çû.

Li KNKê heyet ji aliyê endamê Konseya Rêveber a KCKê Zübeyir Aydar, Hevserokê Kongra-Gel Remzi Kartal û nûnerên Tevgera Jinên Ewropayê ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de li ser pêvajoya nû ya siyasî û pêşketinên dawî axaftin û nirxandin hatin kirin.

Malbatên şehîdan diyar kirin ku armancên wan ji vê gerê çend xal in:

- Pîrozbahî û bîranîna 15’ê Tebaxê.

- Xwedîderketina li ser saziyên gelê Kurd.

- Wek malbatên şehîdan, xwedîderketina li ser pêvajoya aştiya demokratîk û civaka demokratîk ku ji aliyê Rêberê gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û bi vê yekê hêza destê Rêbertiyê xurtir kirin.

- Beşdarbûna di 34emîn Festîvala Navneteweyî ya Çanda Kurdî ya ku dê di 5 îlona 2026an de were lidarxistin.

Malbatên şehîdan bang li hemû malbatên şehîdan kirin ku di festîvalê de hev bibînin û ji bo azadiya Rêbertiyê û aştiya mayînde, hêza destê Rêbertiyê bi hêztir bikin.

Hevserokê Kongra-Gel Remzi Kartal di axaftina xwe de wiha got:

“Wekî ku em fam dikin, dewletê di hin mijaran de guhertin kiriye. Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem e ku zemînek nû ya pêvajoya diyalogê çêdibe. Em jî li gorî têkoşîn û xebatên xwe dixwazin ku vê pêvajoya diyalogê pêş bixin. Lê em dizanin ku ev tenê destpêkeke germ e.

Bi vê pêvajoyê re em ê xebatên xwe hêztir bikin, çalakiyên siyasî û civakî berdewam bikin û wan mezintir bikin. Li pêşiya me derîyekî nû hatiye vekirin. Em ê ji bo ku vê derî zêdetir vekin û mezin bikin, erkên xwe bi cih bînin.

Ev pêşketin dikare nîşana guhertineke girîng di dîroka Komara Tirkiyeyê de be. Em ê her gaveke ku di rêya derbasbûna siyaseta înkarê û polîtîkayên kevn de were avakirin, bi baldarî bişopînin.

Divê em li gorî bang û perspektîfa Rêbertiyê tevbigere. Divê çarçoveya ku bangê derxistiye holê bingeh bigirin. Çi gavên ku dewletê bavêje, erkê me ew e ku em xebatên xwe berdewam bikin, têkoşîna civakî û çalakiyên rêxistinkirî xurtir bikin.

Di vê demê de divê em rastiyên dîrokî û pêşketinên ku rû dane bi hêztir bixebitin. Ji bo gelê me û ji bo tevahiya civakê dikare serdemeke nû derkeve holê.

Ji ber vê yekê divê em moral, heyecan û hêza têkoşînê bilind bikin û bi mirovên derdora xwe re têkiliya xurtir û hevkarîyek mezintir ava bikin.

Nêzîkatiya me tenê li ser gavên ku dê ji aliyê dewletê ve bên avakirin ne girêdayî ye. Em maf, daxwaz û têkoşîna civakî ya xwe esas digirin. Em ê ji niha û pê ve xebatên xwe hêztir bidomînin û hewldanên ji bo çareseriya demokratîk û civakî pêş bixin.

Di pêvajoya bê de em ê pêşketinan bi baldarî bişopînin û li gorî bang û şertên nû tevbigere. Armanca me mezinkirina xebatên civakî, xurtkirina îrade û hevkariyên gelê me û pêşdebirina rêya çareseriya demokratîk e.

Bi mezinakirina têkoşîna xwe û xurtkirina yekîtî û hevkariyê, em ê ber bi serkeftinê ve pêşde biçin.

Li ser vê bingehê, ez 15’ê Tebaxa Berxwedanê ji hemû we re pîroz dikim û serkeftinê ji we re dixwazim

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Zübeyir Aydar jî di axaftina xwe de wiha got:

“Li pêşiya me pêvajoyeke nû heye. Di vê pêvajoyê de divê herkes baş fam bike ka çi dibe û armanc çi ye. Em ê bi hev re bibînin ku pêşketinên vê serdema nû dê ber bi ku ve biçin.

Em rêxistinek in û ev rastiya bingehîn a me ye. Pêvajoya ku em tê de ne, ji bo me pir girîng e. Her ku pêvajo pêş dikeve, berpirsiyariya me jî zêde dibe. Em wek rêxistin li gorî perspektîfa Rêbertiya me biryarên xwe girtine.

Nêzîkatiya me zelal e, heke şaşiyên me hene, em ê wan rast bikin; kêmasiyên xwe temam bikin û xebatên xwe bibin asteke baştir. Armanca me zelal e. Bêyî ku valahiyekê çêbikin, em ê xebatên xwe di pratîkê de bidomînin.

Alternatîfeke din ji bo me tune ye. Divê em rêxistina xwe xurtir bikin û xebatên xwe bibin asteke pêşdetir. Em ê xwe biparêzin û meşa xwe bidomînin; siyaseta xwe û dîplomasiya xwe jî bi hêzeke mezintir bidomînin. Gelê me jî li ser vê bingehê rêxistin bikin.

Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê divê em zêdetir bi gelê xwe re bicivin, gelê xwe rêxistin bikin û îradeya civakê xurtir bikin. Divê erkên ku li ser milê me ne bi cih bînin.

Heke pêvajo li Bakurê Kurdistanê bi ser bikeve, ji bo ewlehiya Rojava û parastina destkeftiyên wê jî zemînek girîng dê çêbibe. Ji ber vê yekê divê em hem di warê siyasî û hem jî di warê civakî de xebatên xwe xurtir bikin.

Van xebatan tenê çalakiyên rojane nînin; girîngiyeke stratejîk hene. Ji ber vê yekê divê em bi hevalên xwe re tevbigere, xebatên rêxistinê pêş bixin û peyamên rast bigihînin gelê xwe.

Divê em kanalên ragihandinê xurtir bi kar bînin. Divê peyamên xwe bigihînin gel û xebatên xwe xuya û bi bandor bikin. Ji bo vê yekê girîng e ku li qadên cuda civîn, serdan û hevdîtin bêne lidarxistin.

Hemû van xebatan armanceke hevpar hene; pêşdebirina têkoşîna siyasî. Hêza me ya siyasî, rêxistinî û civakî heye. Heke em van hêzan bi awayekî rast bi hev re bikin, em dikarin di pêvajoya bê de bibin hêztir.

Divê herkes bizane ku em ê xebatên xwe bidomînin. Di serdema bê de em ê zêdetir bi gelê xwe re bicivin û hemû xebatên xwe mezintir bikin.

Niha erkeke girîng a din jî heye: xurtkirina yekîtiya Kurdên. Divê em beşên cuda yên gelê Kurd bînin cem hev û îrade û têgihiştineke hevpar ava bikin.

Di vê çarçoveyê de girîng e ku di nav hêz û nûnerên siyasî yên kurd de hevdîtin bên kirin û zemîna yekîtiyê û xebata hevpar were pêşxistin. Armanc ew e ku kurd dikarin cudahiyên navbera xwe derbas bikin û îradeyeke hevpar derxin holê.

Yekîtiya kurdan ji bo me armanceke bingehîn e. Ji ber vê yekê divê herkes berpirsiyariya xwe bi cih bîne û beşdarî pêşdebirina xebatên hevpar bibe.

Di serdema bê de em dikarin civîn, hevdîtin û kombûnên cuda pêk bînin û vê pêvajoyê pêşde bibin. Divê li zanîngeh, salon û qadên cuda yên civakî bi gelê xwe re bicivin, ramanên xwe parve bikin û ji bo paşeroja hevpar xebateke hêztir pêk bînin.

Bi kurtasî; em ê rêxistina xwe xurtir bikin, têkiliya xwe bi gel re pêş bixin, xebatên siyasî û dîplomatîk mezintir bikin û ji bo ku yekîtiya gelê kurd bibe asteke pêşdetir bixebitin.”

Nûnerê Tevgera Jinên Ewropayê jî di axaftina xwe de wiha gotin:

“Em nêzîkî salvegera 15ê Tebaxê dibin. Ji ber vê yekê divê em pêşî xebatên xwe û berpirsiyariya xwe li hember vê rojê derxin holê. Têkoşîna ku di 15ê Tebaxê de dest pê kir, ji bo Kurdistanê bû xalek dîrokî ya veguherînê. Em jî wek jin vê têkoşînê pir girîng dibînin.

Em li ber bîranîna hemû şehîdên ku di 15ê Tebaxê û di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêz û hurmet serê xwe ditewînin.

Ji bo me berpirsiyariyeke bingehîn e ku em bîranîna wan bijîn û têkoşîna wan bidomînin. Ji ber ku em di her gavekê û her xebatekê ku îro dikin de xwe wek şopînerên vê têkoşînê dibînin. Di heman demê de gelek malbat di vê têkoşînê de berdêlên mezin dane û şehîd dane.

Divê em xwedî li mîrasa şehîdan derkevin û têkoşîna wan bi awayekî rast fam bikin.

Bi taybetî ji bo pêşketina Tevgera Jinê, ev pêvajo xwedî cihekî girîng e. Rêbertiyê roleke pêşeng ji Tevgera Jinê re daye. Ji bo rêxistinkirina jinan û jinan kirina subjekteke aktîf di têkoşînê de, perspektîfeke girîng hatiye danîn.

Li vir divê em hin pirsan ji xwe bikin. Em ê vê têkoşînê çawa bidomînin? Em ê mîrasa şehîdan çawa biparêzin? Em ê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî çawa xurtir bikin?

Hin pêvajoyên ku di borî de derbas bûn, ji bo me gelek giran û hejander bûn. Li ber bîranîna heval û şehîdên xwe berpirsiyariyeke mezin li ser milê me heye. Bi taybetî ji bo Tevgera Jinê, ev serdem dersên girîng derbarê domandina têkoşînê de derxistine holê.

Di serdema tasfiyekirinê ya 2004an de em gelek êş û azar dîtin. Ji ber ku cara yekem ji bo me wek şopînerên vê têkoşînê fikarên cidî çêbûn ku gelo em dikarin rêça şehîdan biparêzin an na.

Parastina rêça têkoşînê ya ku şehîdan danîn, ji bo me tenê erkek nîne; di heman demê de berpirsiyariyeke dîrokî ye.

Li hember hewildanên tasfiyekirinê û polîtîkayên ku dixwestin têkoşînê lawaz bikin, divê berxwedan bê kirin. Tevî ku di wê pêvajoyê de tirs û fikarên mezin hebûn, em têkoşîna xwe domandin.

Têkoşîna me tenê bi têkoşîna çekdarî ve sînordar nîne. Mijara bingehîn pêşdebirina îradeya siyasî ya gelê kurd û têkoşîna demokratîk e. Pêşdebirina têkoşîna siyasî armanceke bingehîn e.

Dema ku em ji borî heta îro dinêrin, em baştir dibînin ku tenê nêzîkatiyeke ku li ser pevçûn û şîdetê ava bûye têrê nake. Ji bo paşeroja gelê kurd divê qadeya siyasî were pêşxistin, rêxistin xurtir bibe û têkoşîna demokratîk were mezinkirin.

Perspektîfa ku Rêbertiyê derxistiye holê jî li vê derê girîng e. Divê em hemû aliyên siyasî, civakî û demokratîk ên têkoşîna xwe bi hev re hilbijêrin û bi hev re pêş bixin.

Dema em salvegera 15ê Tebaxê bi bîr tînin, divê girêdana xwe bi bîranîna şehîdan ne tenê bi gotinan, lê bi xebatên xwe nîşan bidin. Parastina mîrasa wan tenê bi domandina têkoşîna me bi awayekî zêdetir agahdar, rêxistinkirî û xurt gengaz e. Îro erkê me ew e ku em ji borî dersan bigirin û xwe ji bo paşerojê bi hêzeke mezintir amade bikin.