Şer didome

Dema ku exlaq hat rizandin û polîtîka ji nav civakê hat derxistin, civak dibe weke girseyeke bêhiş ku her kes dikare wê ber bi aliyê ku dixwaze ve bikişîne. Çareseriya vê xetereya mezin ne di gilîkirin, xemgînî an jî tenê di temaşekirinê de ye. Çareserî rasterast di xwe-birêxistinkirinê de ye.

•
1 deqe xwendin
Şer didome

Gava ku mijar dibe aştî, diyalog an jî guherîna formên tekoşînê, di hişê mirovan de hesteke rehetbûnê çêdibe. Mirov wisa difikirin ku gava dengê çek, top û fîşekan kêm bû yan jî sekinî, êdî xetere hema hema ji holê rabûye. Lê belê dîrok û ezmûnên gelan nîşan didin ku ev dem, tam ew dem e ku metirsiyeke pir mezintir, kûrtir û bêdengtir dest pê dike; şerê taybet û derûnî.

Îro li seranserî Kurdistanê, li hemberî gelê kurd ev şerê bêdeng bi awayekî pir sîstematîk û berfireh tê meşandin. Ew şerê ku berê bi leşker û polîsan dihat kirin, îro guheriye formeke din û bi destê peyayên dewletê, torên rantê, zextên aboriyê û rantxwarên şer ve rasterast dil û hişê civakê hedef digire.

Armanca sereke ya vê êrîşê aşkere ye; ji hundir ve rizandina civakê. Dema ku hêzên serdest dibînin ku nikarin bi rêya zextên leşkerî civakekê teslîm bigirin, berê xwe didin rîşal, nirx û stûnên wê yên bingehîn.

Îro li seranserî bajar û gundên Kurdistanê bi zanyarî rê li ber belavbûna hişbirê tê vekirin. Ciwanên ku divê paşeroja vê civakê ava bikin, di nav torên tiryak, fihûş û çetetiyê de tên fetisandin. Jiyana şolî, bêexlaqî û çandeke xwe-biyanî weke tiştekî nûjen û asayî tê nîşandan. Mirov ji rê, dîrok û siyaseta azadiyê tê qutkirin û berê wan didin nav valahiyeke kûr a derûnî.

Ji aliyê din ve, ev êrîş tenê bi mirovan re bi sînor nîne. Ekolojî û jîngeha Kurdistanê jî dibe qurbana vê siyaseta rantê. Daristan tên şewitandin û birîn, çem tên zuhakirin, sirûşt bi projeyên enerjiyê yên demkî tê talankirin. Talankirina xwezayê, di heman demê de qutkirina têkiliya mirov bi ax, bîr û nasnameya wî re ye. Mirovê ku ji axa xwe qut bû, hêsantir dibe koleyê sîstemê.

Li hemberî lehiyeke ev çend qirêj û berfireh pirsa esasî li gorî min ev e; em ê çawa ax, civak û paşeroja xwe ji vê felaketê biparêzin? Rêber Apo bi analîz û nirxandinên xwe yên li ser civakê, balê dikişîne ser  "Civaka Exlaqî û Polîtîk". Di vê ferasetê de, exlaq ne tenê çend rêzikên kevneşopî ne; exlaq zanyarî, pîvan û îradeya xwe-nasîn û parastina nirxên xwe-bûnê ye. Polîtîka jî ne lîstikên desthilatdariyê ye, ew şiyana civakê ye ku dikare bi hişmendiya xwe biryarê li ser çarenûs û jiyana xwe bide.

Şerê taybet tam li van her du dîwarên parastinê dixe. Dema ku exlaq hat rizandin û polîtîka ji nav civakê hat derxistin, civak dibe weke girseyeke bêhiş ku her kes dikare wê ber bi aliyê ku dixwaze ve bikişîne. Çareseriya vê xetereya mezin ne di gilîkirin, xemgînî an jî tenê di temaşekirinê de ye. Çareserî rasterast di xwe-birêxistinkirinê de ye.

Rêya wê jî hem di çanda me de heye hem jî alem jî xwe wisa diparêze.  Civakeke ku li ser asta kuçe, tax, gund û navçe û bajaran bi meclis û komunên xwe birêxistin bûbe, dergehên xwe ji torên hişbir û çeteyan re digire. Cîranê ku xwedî li cîranê xwe derbikeve, torên qirêj nikarin têkevin navbera wan. Divê ji bo ciwanan qadên alternatîf ên çand, huner, siyasî û werzişê werin afirandin. Ciwanê ku nirx û dîroka xwe nas bike, qet nakeve valahiya derûnî û torên şerê taybet. Parastina daristan, çem û sirûşta Kurdistanê erkeke siyasî û exlaqî ye. Parastina xwezayê, parastina bîra me ya neteweyî û mirovî ye. Ev şerê qirêj ku armanca wî bêrûmetkirina civakê ye, tenê gava ku em xwedî li exlaq, siyaseta azad û rêxistinbûna xwe derkevin wê têk biçe. Garantiya paşeroj û azadiya Kurdistanê, di avakirina civakeke hişyar, birêxistinkirî û exlaqî de veşartî ye.