Şehîdên Neteweya Demokratîk
Neteweya Demokratîk dualîbûna xeternak a ku pergala modernîteya kapîtalîst di navbera "Tirkbûn" û "Kurdbûnê" de ava kiriye, hildiweşîne. Ev xala felsefî fêmkirina durûtiya pergalê hêsan dike. Çima dema ku tirk ji bo serxwebûna xwe têdikoşin dibin "lêheng", lê dema kurd mafên xwe yên cewherî dixwazin dibin "terorîst"?

Têgeha "Neteweya Demokratîk", li dijî modela klasîk a netewe-dewletê ku xwe dispêre yekperestiyê, alternatîfeke kûr a felsefî, civakî û siyasî ye. Şehîdên Tevgera Azadiyê ji bo serketina vê alternatîfe têkoşiyan.
Felsefeya netewe-dewletê ya ku bi Şoreşa Fransî ya sala 1789an dest pê kir, li ser prensîba "Yek dewlet, yek netewe, yek ziman, yek çand" ava bû. Ev modela ku li Ewropayê derket û paşê di sedsala 20an de li Rojhilata Navîn hat sepandin, ji bo avakirina "homojeniyekê" (yekperestiyê) serî li bişavtin, zext, sînorên hişk û tunekirina piranî û pirçandiyê da. Paradîgmaya Kemalîst a li Tirkiyeyê jî mînak a herî girîng a vê felsefeya dogmatîk û bişavker e ku daxwazên mafdar ên wekî çand, ziman û hebûna kurdan wekî "parçekarî” pênase kir.
Li hemberî vê qeyrana felsefî û civakî, têgeha Neteweya Demokratîk pergaleke nû pêşkêş dike. Di vê paradîgmayê de, pênaseya neteweyê êdî ne li ser bingeha "genetîk", "nijad", "ol" an jî "sînorên çêkirî yên dewletê" tê kirin. Neteweya Demokratîk, neteweyekê wekî "civaka hişmendî û îradeya hevpar a jiyanê" pênase dike. Li vir, felsefeya bingehîn ne yek kirina bi darê zorê ye, komkirina dilxwazî ya hemû cudahiyan e di bin banê yekitiyeke demokratîk de. Bi kurtayî, paradigmaya Neteweya Demokratîk bersiv û çarseriya qeyran a felsefî ya Netewe-Dewletê ye.
Rûyê felsefî yê Neteweya Demokratîk xwe dispêre sê stûnên gerdûnî û radîkal.
Stûna yekemîn, Mirovên xwedî hişê dogmatîk pergalê di statîkbûnê de dibînin. Lê wekî ku di felsefeya Rêzberê Gelê Kurd Aabdullah Öcalan de tê destnîşankirin, hişê wî "hişekî koçerî" ye ku her dem di rewşa "bûnê" de ye. Ev nêzîkatî rê nade ku pergal bibe amrazekî hişk û pîroz ê zilmê. Hişê koçerî rê dide ku mirov ji bo her pirsgirêk, fikir û nasnameyê perspektîfekê pêş bixe û pergalê li gora guherînên civakî nû bike.
Stûna duyemîn, Di pergala netewe-dewletê de welatîbûn statuyeke hiqûqî ya sar e ku dewlet li ser mirov ferz dike. Di pergala Neteweya Demokratîk de welatîbûn bi "azadiyê" re dibe yek. Welatî ne bendeyê dewletê ye, ew xwediyê mafê raman, rêxistinbûn û parastina nasnameya xwe ya resen e. Mirov dikare bi ziman û çanda xwe kurd, tirk, ermenî an elewî be, lê di heman demê de bibe endamekî dilxwaz û çalak ê Neteweya Demokratîk.
Stûna sêyemîn, Neteweya Demokratîk sînorên heyî yên dewletan (wekî dewleta unîter a Tirkiyeyê) rasterast nake armanca hilweşandinê, lê naveroka wan a zordar dirûxîne û diguherîne. Ew pergaleke konfederal a meclîs, komun û akademiyan li seranserê civakê ava dike da ku hêza biryardanê ji navendê (Enqereyê) derbasî destê gel bibe.
Neteweya Demokratîk dualîbûna xeternak a ku pergala modernîteya kapîtalîst di navbera "Tirkbûn" û "Kurdbûnê" de ava kiriye, hildiweşîne. Ew tîne ziman ku îtîraz û serhildana Kurdan a ku bi derfetên xwemalî hatî meşandin, tu carî nebûye dijberiya gelê tirk. Ev xala felsefî fêmkirina durûtiya pergalê hêsan dike. Çima dema ku tirk ji bo serxwebûna xwe têdikoşin dibin "lêheng", lê dema kurd mafên xwe yên cewherî dixwazin dibin "terorîst"?
Neteweya Demokratîk vê durûtiyê radike. Ew felsefeyeke wisa ava dike ku tê de:
Gotina "Ne mutlu Türk'üm diyene" êdî nabe şûrê bişavtinê li ser serê pêkhateyên din.
Her kes bi nasnameya xwe serbilind e, lê tu nasname li ser ya din re nayê girtin.
Biratî ne tenê gotineke romantîk e, ew modeleke hiqûqî, aborî û siyasî ye ku tê de hemû rengên Tirkiyeyê bi hev re welat pênase dikin.
Bi vî awayî, Neteweya Demokratîk nêzîkatiya 1789an a nêzîk serdemê ku li ser netewe dewleta yekperest ava bûbû, digire û serdemeke nû ya azadiyê vedike. Ev model dema ku li Tirkiyeyê bi ser bikeve, dê bibe hêvî û ronahî ji bo pêşîgirtina li şer û jenosîdên mîna yên li herêmê (wekî li Şengal û Xazeyê) diqewimin, ji ber ku ew dermanê herî bi bandor ê nexweşiya neteweperestiya kor e.


