Ronahiya rêya me

Ew bûne çîmento û pira zexm a ku parçeyên perçebûyî yên civakekê digihîne hev û wê dike yek gewde.

•
1 deqe xwendin
Ronahiya rêya me

Li bakurê Kurdistanê ev çend roj in ku li bajar, bajarok û gundan bêhn û rengê berxwedaneke kûr û pîroz tê hîskirin. Ev axa ku bi hezaran salan bûye hêlîna çand û şaristaniyê, îro careke din bi merasimên girseyî yên bîranîna şehîdên doza azadiyê hejiyaye. Ev deryaya mirovî ku li derdorê dozeke pîroz civiyaye, ne tenê şîn girêdayîna ji bo çûyîna canekî ye; ew daxuyaniya zindîbûn, dilsozî û îradeya resen a gelê kurd e.

Di dîroka hemû gelên cîhanê de pênaseya şehadetiyê heye, lê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de ev pênase digihîje kûrahî û pîroziyeke bêhempa. Di nav şert û mercên ku hebûna gelê kurd hatibû înkarkirin, zimanê wî hatibû qedexekirin û navê axa wî ji nexşeyan hatibû reşkirin de, şehîdbûn ew ronahî û çirûska yekemîn ku şeva tarî û bêdawî ya koletiyê şikand.

Şehîd di doza azadiyê de ne tenê ew kes in ku canê xwe ji dest dane; ew afirînerên ziman, çand, hest û ruhê nû yê civakê ne. Wan bi fedakirina nirxa herî pênasîn a miroviyê "canê xwe" nîşan da ku hebûn û rûmeta neteweyekê ji hemû berjewendiyên takekesî bilindtir e. Ew bûne çîmento û pira zexm a ku parçeyên perçebûyî yên civakekê digihîne hev û wê dike yek gewde.

Ji bo gelê Kurdistanê, xwedîderketina li şehîdan ne erkeke ji rêzê yan jî pabendiyeke civakî ye; ew şêwazeke jiyanê û pênaseya rûmetê ye. Gel divê bi awayê herî xurt li şehîdên xwe xwedê derkeve. Pir girîng e ku nehiştina jibîrkirina nav û têkoşîna wan û çîrokên wan ên lehengiyê di mêjiyê nifşên nû de avakirin xwedî girîngiyek mezin e. Ev di heman demê de erk û berpirsyariyek me hemûyan e. Lazim e em şehîdên xwe nedin jibîrkirin û mîrateya ku wan ji me re hiştiye her daîm bidin jiyîn. 

Li gel vê parastina tekoşîna ziman, çand û xwebûna ku wan bi canê xwe ji me re hiştiye bikaribin mezin bikin. Di vê mijarê de xwedî derketina li mîrateya şehîdên doza azadiyê ji gotinê wêdetir bi xwe têkoşînek e. Ev yek jî dikare bi rêxistinbûnek xurt pêkan be. 

Mîsyona şehîdan di şoreşa Kurdistanê de mîsyoneke veguherîner û pênaseker e. Di serdemên destpêkê yên têkoşînê de, gava ku tirsa dewletê mîna siya mirinê li ser tevahiya civakê ketibû, fedakariya şehîdan ew tirs û sistiya menewî belav kir. Wan îspat kir ku li dijî teknîk û hêzên herî mezin jî, îrade û baweriya mirovî dikare serkeftinê biafirîne. Ger îro gelê kurd bi serbilindî bahsa hebûn û xwebûna xwe dike ev yek bi saya van CANGORIYAN e ku navên wan li ser her zinarekî Kurdistanê hatiye nivîsandin. 

Lewma Tevgera Azadiyê şehîdan weke rêberên xwe yên menewî pênase dike. Ew bi xwîna xwe rêya azadiyê ronî dikin û di şeva herî tarî de dibin stêrkên ku rêya rast nîşanî me didin.

Şehîd di heman demê de xeta pîroziyê ya şoreşê ne. Ew nahêlin ku doz ji xeta xwe ya rast û rûmetdar derkeve. Her kesek ku di nav vê têkoşînê de cih digire, gava ku li beramberî xeyal û keda şehîdan radiweste, xwe nû dike û ruhê berpirsyariyê hîs dike. Ji ber vê yekê ye ku di civaka kurd de şehîd wekî "xwediyên rastîn ên dozê" tên hesibandin.

Keda ku bi saya şehîdan hatiye avakirin, îro bûye stûna sereke ya hemû destkeftiyên gelê kurd. Ji naskirina nasnameya neteweyî bigire heya asta rêxistinbûna siyasî, çandî û civakî, her tişt berhema vê berxwedana mezin e. Ji ber vê yekê, parastina vê kedê nabe ku tenê bi dirûşm an jî bi axaftinên hestiyar sînordar bibe.

Parastina vê kedê divê bibe pênaseya jiyana rojane. Ew bi hewldana ji bo avakirina civakeke azad, wekhev û demokratîk pêkan e. Dema ku em civakeke ku li ser bingeha azadiya jinê, xwişk-biratiya gelan û dadweriyê hatiye avakirin diparêzin, em bi kûrî bersivê didin keda şehîdan. Her kargeh, her dibistan, her sazî û her malbat ku xwedî li nirxên însanî derkeve, dibe kelehek ji bo parastina mîrateya şehîdan.

Li bakurê Kurdistanê li dar xistina van merasimên girseyî di vê pêvajoya hesas de xwedî wateyeke gelekî taybet û stratejîk e. Di nav çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, ev kombûnên bi hezaran mirovî nîşan didin ku gelê kurd şehîdên xwe ne wekî hinceta şer û tolhildanê, belkî wekî garantiya aştiyeke birûmet û domdar dibîne.

Ev merasim û meşên girseyî peyameke zelal didin hemû aliyan: Pêvajoya aştiyê û çareseriya siyasî ne vala ye; ew li ser pîroziya xwîn û keda bi hezaran zarokên vê axê hatiye avakirin. Mirovên ku beşdarî van merasiman dibin, nîşan didin ku aştî ji bo wan ne teslîmiyet e, belkî bicihanîna xewn û xeyalên şehîdan ên ji bo jiyaneke azad û birûmet e.

Asta hestiyar û siyasî ya di van merasiman de nîşan dide ku girêdana gelê Kurdistanê bi mîrateya şehîdan re û banga Rêber Abdullah Ocalan re gihîştiye asteke herî bilind a hişmendiyê. Banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya demokratîk û nûjenkirina siyaseta aştiyane, di nav van girseyan de bersiveke kûr û zindî dibîne.

Gel di van merasiman de bi yek dengî dibêje ku ew amade ne di rêya aştiyê û çareseriya birûmet de bimeşin, lê divê ev meş bi rêzgirtina li mîrata şehîdan û misogerkirina mafên rewa yên gelê kurd pêk bê. Coşa di rûyê dayik, ciwan û kalên Kurdistanê de diyar dike ku îradeya gel naguhere û xeta ku şehîdan xêz kiriye û banga ku Rêber Abdullah Ocalan kiriye, bûne yek pênaseya yekgirtî ya siberoja demokratîk a gelê kurd.

Di encamê de, merasimên bîranînê yên li bakurê Kurdistanê îspat dikin ku şehîd namirin; ew di ruh, hişmendî û berxwedana gel de zindî ne. Meşa di rêya wan de, meşa ber bi azadî, biratî û siberojeke rûmetdar de ye. Heta ku ev îrade û dilsozî di nav gel de hebûna xwe biparêze, wê ti carê ew çira pîroz a azadiyê netefe û wê her dem rêya gelê ya ber bi siberojeke azad ronî bike.