Ronahiya nîv sed salê
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd ne dawî qonaxeke nû ye. Çawa ku têkoşîna PKKê kurd hişyar kirin, zanebûna newteweyî di nav wan de ava kir niha jî di vê qonaxa nû de wê gelê kurd bi hişmendiya azadiyê ber bi xwebûnê ve biçin.

Di herikîna dîroka gelan de hinek qonax hene ku ne tenê rêwîtiyek, belê dibin xala werçerxanê ya çarenûsa gelekî. Têkoşîna tevgera PKKê ya ku nîv sedsal li pey xwe hişt, ji bo civaka kurd ne tenê rûpeleke rûdanên siyasî an jî leşkerî ye; ew ronesansek e, şiyarbûneke kûr a hişmendî, hiş û viyanê ye. Ev rêwîtî, çîroka gelekî ye ku ji bin xwesteka asîmîlasyon û tunebûnê, ber bi xwebûn û azadiyê ve gavên herî wêrek avêtine. Bi saya vê têkoşînê, gelê kurd îro ne wekî qurbaniyekî dîrokê, lê wekî aktorekî serbilind û xwedîrûmet li qada navneteweyî cihê xwe girtiye.
Îro, ger nîqaşek li ser paşeroj, form an jî forma vê tevgerê hebe, an jî pirs bê kirin ku ev fesixbûn çi ye? Bersiv di nav kûrahiya civakê de veşartî ye. Divê baş were zanîn ku tiştê di nav van 50 salan de hatiye afirandin, ne tenê qalikeke rêxistinî ye ku bi hêsanî wenda bibe. Tiştê ku hatiye avakirin, mîrateyeke zindî, hişmendiyeke kûr û îradeyeke pola ye ku di kûrahiya dil û mejiyê bi milyonan mirovî de rehên xwe berdane erdê.
Her sedsal bi mîrateya xwe tê naskirin û fêmkirin. Têkoşîna pêncî salî ji bo civaka kurd bû roniya çavan û pira herî qewîn a di navbera paşeroj û pêşerojê de. Berî her tiştî, vê mîrateyê her serhildan û berxwedana beriya xwe ya ku di nav rûpelên tarî yên dîrokê de hatibû tepisandin û wendakirin, wekî mîrateyeke pîroz hembêz kir. Bi têkoşîna xwe can da wan û kir bingehê hişmendiya neteweyî. Kurdan bi saya vê hişmendiyê reşbînî avêtin û li her devera cîhanê, ji Ewropayê heya Rojhilata Navîn, bi serbilindî xwedî li nasnameya xwe derketin.
Dîsa, yek ji destkeftiyên herî mezin û şoreşgerî, bêguman şoreşa jinê ye. Jin û ciwanên kurd, ên ku berê di nav çar dîwaran de an jî di bin bîrdoziyên paşverû de dihatin fetisandin, bûn hêza herî dînamîk a jiyanê. Jinên kurd bûn rûyê herî bedew û bibandor ê vê berxwedanê; wan bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" ne tenê civaka xwe, lê belê hemû jinên cîhanê rû bi rûyî ronesansekê kirin û bûn çavkaniya herî mezin a îlhamê. Di demekê de ku polîtîkayên qirkirinê roj bi roj gelê kurd ber bi wendabûnê ve dibe, ev îrade bû mertalê herî qewîn û cewherê parastina hebûnê.
Ji ber vê yekê, ger îro rûpeleke nû di warê fîzîkî û rêxistinî de rû bide û form biguhere, ev nayê wê wateyê ku ev mîrateya pêncî salî wenda dibe. Hişmendiya ku ketiye dilê zarokekî, îradeya ku ketiye canê jineke azad û zanista ku ketiye mêjiyê civakê, ti carê venagere wekî berê. Ev çem carekê herikiye, rêya xwe dîtiye û ti bend û sînor nikarin pêşiya herikîna wê ya ber bi azadiyê ve bigirin.
Di vê çarçoveyê de, bersiva herî xurt û watedar ji bo wan kesên ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk rexne dikin, di fêmkirina cewherê siyasetê de ye. Yên ku îro gavan ber bi aştiyê ve wekî paşvekişîn an jî lawazbûnê dinirxînin, di nav tarîtiya fikarên xwe û şerxwaziyê de wenda bûne. Divê were fêmkirin ku aştî û rûniştina li ser maseya çareseriyê ne nîşaneya lawazbûnê ye, berovajî wê, nîşaneya herî mezin a serkeftin, mezinbûn, kemilîn û bixwebaweriyê ye. Aştî, ne teslîmiyet e; aştî, veguhertina forma têkoşînê ye ji bo felsefe û fikrên azad, ku ti çek nikarin li hemberî wan bisekinin. Sazî, komele, şaredarî û tevgerên demokratîk ên ku îro li her qadê siyasetê dikin, berhemên herî xurt û zindî yên vê mîrateyê ne. Rexnekirina pêvajoya aştiyê, nexwendina rast a dîrokê û nedîtina hêza civakbûnê ye. Rêya ku ber bi aştiyeke rûmetdar ve diçe, berhemê wê berxwedana bêhempa ye ku îro mafê gotinê daye gelê kurd.
Wekî peyama dawî, guhertina şert û mercên polîtîk an jî gavên nû yên konjonkturel, ti carê nayê wê wateyê ku gelê kurd dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê berdaye an jî wê berde. Rêwîtiya ber bi azadiyeke birûmet ve, herikîna avê ya xwezayî ye û ti hêz nikare daxwaza azadiyê ya gelekî ji nav bibe. Gelê kurd, îro bi saziyên xwe yên demokratîk, bi hişmendiya xwe ya neteweyî û bi îradeya xwe ya ku sînorên herêmî derbas kirine, xwediyê wê fersend û qabiliyetê ye ku paşeroja xwe bi destên xwe ava bike. Hêviya azadiyê ku di mejiyê bi milyonan kesî de şîn bûye, îro êdî daristaneke mezin e; ti ba û bahoz nikarin pelên vê daristanê biweşînin. Têkoşîn heya azadiyeke mayînde, wekhev û rûmetdar, her tim bi dildarî, biryarî û bi serbilindî wê berdewam bike.
Loma em dikarin bêjin ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd ne dawî qonaxeke nû ye. Çawa ku têkoşîna PKKê kurd hişyar kirin, zanebûna newteweyî di nav wan de ava kir niha jî di vê qonaxa nû de wê gelê kurd bi hişmendiya azadiyê ber bi xwebûnê ve biçin. Ji ber vê yekê girîng e ku mirov bikaribe hêzê ji mîrateya xwe werbigire û bi gavên bixwebawer ber bi azadiyê ve bimeşe. Rê diyar e, armanc diyar e, êdî dem dema gavavêtinê ye.


