Rêya 141 gundan hatin girtin

Li Wanê ji ber berfa zêde bariyayî rêyên 141 gundan hatin girtin. Li bajar niha mijeke zêde heye û ajokar zehmetiyê dikêşin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Rêya 141 gundan hatin girtin

Li navenda Wanê ku şevê din baran dibariya, ji saetên serê sibehê ve berf dibare. Ji ber berfê, rêyên 141 gundan hatin girtin û bajar niha di bin mijê de ye. Ji ber mijê, welatî herî zêde 10 metreyan pêşiya xwe dibînin û ev jî dike ku ajokar zehmetiyê bikêşin. Li navçeya Bêgirî ya Wanê, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayî, ji bo rojekê navber dan perwerdeyê. Li bajar hêj berf dibare.