Rêxistinên civakî û tabû
Pirsgirêka baweriyê ku sedemeke girîng a bîrdoziya dewletê ye, ji aliyê civaknasên Heyama Navîn ve wekî mezheb tên çareserkirin ku mezheb piranî tên hemberî çandên xweser. Ziman, çand, bawerî (bi giranî mezheb), civaksazî û hwd bi awayên xwecihî tên birêvebirin.

Wekî destpêk pirseke wiha dikare were pirsîn: rêxistinên civakî-dîrokî dewletê li ser lingan digirin an dewlet wan li ser lingan digire? Helbet di vir de pêşveçûnên çandî, civakî û dîrokî xwedî girîngî ne. Ev pirs ji bo vê girîng e; qeyrana ku niha pergala kapîtalîst dijî, lêgerînên nû û rewşên navxweyî yên bi taybet ku kurd niha dijîn û nîqaş dikin, bi vê rewşê re hevbend e. Gelo li dervayê dewletê derfetên ku gel xwe bi rêxistin bikin hene? Civaka kurd di vê hêlî de çend beşî dijî; beşeke giran a civaka kurd ku xwe dîtine nedîtine ji dewletên dagirker zilmê dîtine, sendroma hêzê dijîn û li gorî wan azadbûyîn xwedî dewlet bûnê ye. Beşeke ku serê wan partî û rêxistinên (bi taybet PDK) başûrê Kurdistanê dikşînin û xwedî erka desthilatdariyê ne û naxwazin desthilatdarî ji dest malbat û rêxistinên wan derê, ramana dewletbûnê pir giran diparêzin. Dibe ku ji van hin alî, ramana dewletbûnê wekî gihîştina azadiya neteweyî bi rastî jî bawer dikin û wisa xwedî lê dertên. Ev asayî ye. Di pêşengiya Birêz Ocalan de Tevgera siyasî ya kurd jî ramaneke cuda ya dîrokî, felsefî, siyasî û rêxistinî pêşniyar dike. Kesên ku têr hay ji vê paradîgmayê nebin, dikarin parastinên birêz Ocalan lêkolîn bikin.
Serdemên heyî
Dîroka mirovahiyê wekî bi milyonan sal tê lêkolînkirin. Di vir de bi qasî dîtbariyên ku derketine ronahiyê, dewlet şeş-heft hezar salên ji vê dîrokî ye. Di vê şeş-heft hezar salî de jî, wekî destpêk, pêşveçûna qeyranî û serdema (hewldana) hakimiyeta teqez dikare were pênasandin. Serdema hakimiyeta teqez, dikare wekî 300 salên dawîn were pêşniyarkirin ku serdema nêz a sanayiyê û netewdewletê hildide nav xwe. Di serdema gelêrî de venêrandin, piranî wekî koledarî, di nepejirandina vê rewşê de şer an jî koçkirin e. Anku gelên xweser di berdêla ku dest ji ax û jiyana xwe berdin de jî çand, pîvan û kevneşopên xwe diparêzin. Ev ji bo pergalên hoz, eşîr, bawerî û hwd ên xweser bivê nevê ye. Navê dewletê, di vê heyama dirêj de piranî talan û koledarkirin e. Ev rewş, di rewşên navxweyî yên gelan de jî xwe dide der. Ji ber ku pergalên hozî, eşîrî, qewmî û hwd li ser pîvanên wekheviya xwezayî ya dîrokî pêş ketine, ji navê derketina binemal, kast û hwd heta roja me jî nehatiye pejirandin û daqurtandin. Giranî sedemên derûnî yên qeyranan ji vir tên. Împaratoriyên Heyama Navîn, dikarin bi giranî wekî mafyayên baweriyê (bîrdoziyên baweriyê) werin ravekirin. Herêmên-welatên dûr û fireh vedinêrînin. Lê bi tenê bacê distînin. Tasarûfa wan a sereke ev e.
Heyama Navîn
Pirsgirêka baweriyê ku sedemeke girîng a bîrdoziya dewletê ye, ji aliyê civaknasên Heyama Navîn ve wekî mezheb tên çareserkirin ku mezheb piranî tên hemberî çandên xweser. Ziman, çand, bawerî (bi giranî mezheb), civaksazî û hwd bi awayên xwecihî tên birêvebirin. Di van Împaratoriyan de du hiqûq hene; ya bingehîn hiqûqên xwecihî ne ku esas ew in. A duyemîn jî hiqûqa împaratoriyê ye ku ji bo venêrandinê, împaratorî rêveberiyên hêzên xwecihî bi zaneyî berdidin hev du û qaşo di nava wan de peymanên ku bi tenê di qesrên împaratoriyê û yên rêveberiyên xwecihî de bikar bên (ev derbasdar in) in. Ku were pirsîn: şêlandina bacê ji navê derê, osmaniyan ji aliyê çandî, ziman, civaksazî, kevneşop û hwd de çi dan gelên di bib desthilatdariya xwe de? Bersiv, hîç e! Heman pirs ji bo Romayê, Sasaniyan û yên din jî dikare were pirsîn. Rêxistinên leşkerî û bac! Dewletên Heyama Navîn ev in. Di Heyama Navîn de ji Îbnî Ruştan bigre heta Shekspîran, ev nexweşiya bêwate ya desthilatdariyê dibe mijara wêjeya fikirdar a pêkenok û lêkolînên felsefî û hwd. Gelo qesra Stenbolê ya osmanî nebe, gelê kurd, ereb, ermen, misirî û bi dehan gelên din nikarin xwe bi rê ve bibin? Jixwe ew xwe bi rê ve dibin. Wateya paşayên osmanî yên li van deran çi ne? Bi tenê leşker û bac ku zextên siyasî bi xwe re derdixe holê. Dewletên mezin ên Heyama Navîn demokrat nebûn ku ew qas herêm û gel di nava xwe de dihewandin. Ji ber ku bi tenê bacê distandin û ji bilî bacê tev li karên herêm û gelan ên navxweyî nedibûn, li hemberî wan sebir dihat ravekirin. Şerên ku di vê 300 (bi taybet 100 salên dawî) salên dawîn de pêk hatin, bi qasî hemû dîroka mirovahiyê zirar da. Sedem ew bû ku dest werdan nirxên herî bingehîn ên gel û herêman. Ziman, çand heyberî, beden, raman, pîvan û her tişt kirin mijara qirkirin, kirîn û firotanê. Vê, bi ramana netewdewletê pêk anîn. Heke em vegerin her sê awayên rêxistinî yên dewleta dîrokî, hişmendî heman be jî, li gorî şert û mercên heyam, çand, aborî û hwd rewşên ji hev gelek cuda xwe didin der.
Hewla sanayiyê destpêkê ji aliyê dewletê ve pêk nayê. Kompaniyên Ewropî wekî destpêka bûrjûvaziyê bi giranî bi serê xwe rêxistinên berfireh pêk tînin. Kompaniyên Holanda, Swîsre, Brîtanî û yên din di destpêkê de li dervayê dewletê wekî saziyên bazirganî yên sivîl dertên holê. Lê vana bi demê re xwe wekî aliyê rêxistina dewletê yên herî hişk birêxistin dikin. Ji dagirkeriya navdar a Hindistanê bigre heta koloniyên afrîkayî, mora vana tê de heye. Vana, bi xwe re hişmendiya sermayeyê ya serdema sanayiyê derdixin holê. Ji koledariyê bigre heta şêlandina nedîtî ya kedê, rehmetê bi împaratoriyên Heyama Navîn didin xwendin, koledariya Serdema Gelêrî pir li pey xwe dihêlin. Bi rengê netewê, xwe rewa dikin. Wisa be dewlet li kuderê vê rewşê ye? Di vir de dewlet çi ye? Li cihê vana, dikarîbû rewşeke din jî pêk bihata. Gotegot an jî rastiya malbata Rokefeler, DYAya Al Kapone, mafyayên ku dewletê vedinêrînin (an jî dewlet bi wan re hevkariyê dikin), gotegotên 12 malbatên ku dinyayê bi rê ve dibin û hwd. Dîsa ev pirs xwe dide der: dewlet li ser bedena çandî, dîrokî, civakî û aborî ya gelan rûniştiye jê dixwe yan jê re rista giyanî pêk tîne? Divê ku pirsa yekem zêdetir nêzî rastiyê be. Lewre tişta ku jêre dewlet tê gotin, wekî rêvebirin beşeke pir zêde piçûk a desthilatî ye. Li vir asêbûna li têgehan jî pir hewce nîn e; dewlet an jî navekî din. Naverok girîng e. Rastiyekê jî heye ku ji aliyê rêxistina siyasî û rêveberî ve mirovahî dubarebûnên neçar dijî. Rewş û rastiya wê çi dibe bila bibe, ku pergalekê carekê rûnişt, guhertina wê pir zehmet e yan jî bi bûyer pêk tê. Bi heman awayî guhertina hişên koledar jî zehmet e. Wisa be pergala siyasî û rêveberî ya herêmek an jî dinyayê bi giranî yan jî ji binî ve dikare were guhertin? Gelên dinyayê dikarin bi qasî kompaniyên ewropî xwedî bandor bin? An jî bi qasî Al Kaponê ku DYA vedinêrand! Ku tê payîn di rewşa CÎA û hin saziyên DYAyê yên îroyîn de jî bandora van meriyetan heye.
Serxwebûniyek çawa?
Ji bo kurdan awayê herî baş ê sazîbûnê çi ye? Serxwebûn tê çi wateyê? Tirkiye serbixwe tê hesibandin, lê îro pêlîstoka Trump e. Lê 22 dewletên ereban? Serxwebûna Afganistanê ji gelê wî re çi anî? Divê ev neyê fêkirin ku li vir ramaneke li dijî serxwebûnê heye. Çawanî û rewşa serxwebûna îroyîn tê nîqaşkirin. Rêveberî û rêxistinbûn divê hebe. Lê sînorên wê heta ku û bi cîranan re heta çi astî têkilî? Naveroka dewletê dikare hîna zêde were vekolîn. Çiqas were vekolîn dê bixuyê ku tişteke xwedayî, çarenûsî, nayê guherîn tune! Heta ku dê bixuyê rewş û bûyerên ku bandora xwe li pêşveçûnên girîng ên mijarên çandî, dîrokî û civakî kiriye, bi hewlên beşên pir piçûk pêk hatine. Çewt bin jî, gav hatine avêtin û rewş derketine holê. Raman û angaşta Birêz Ocalan a gel dikarin xwe birêxistin bikin û pergala xwe ava bikin, bi van rewşên ku pir hindik hatin vekirin re dikare zelaltir be.
Pirsgirêk ew e ku rêxistina herî demokratîk jî çawa bi demê re vedigere hemberî xwe? Netewdewletên ku îro bêhnê li gelan (bi taybet di dema avabûnê de heta roja me) çikandin, gelo bi giranî ji ber rewşên ku pir hindikên wan hatin vekirin ên di vê nivîsê de pêk hatin an sedemên ku îro di asta çarenûsê de tên dîtin hene? Rastiyekê heye ku civak tên venêrandin, bi xwe xwe venanêrînin. Xeta di navbera dewlet û demokrasiyê de ev e. Civaka kurd, bêyî ku ji aliyê civaknasî ve derbixe zanebûnê, bi giranî ji aliyê çandî ve çanda eşîrê ya kevnare dijî, ji aliyê rêveberî ve (li dervayê rêxistinên xwe yên siyasî) feodaltiya dawiya Heyama Navîn dijîn. Di meriyetê de netewê jî nas nekirine. Li dervayê civaka xwe, ketine nava pergala kapîtal a hemdem jî. Di van rewşan de bandora dewletên dagirker jî gelek e. Civakeke bi vî awayî bikarîbe bibe nemûşa pergaleke serneteweyî, mijara nîqaşên berfireh e. Lê ji bo vê yekê bi qasî bandora dewletên dagirker, bi wan ve girêdayî gelek sedemên navxweyî jî hene; dejenerebûna çanda eşîrê, di vê hêlî de pergala dijkurdî ya ji aliyê dewletên dagirker ve di nava kurdan de hatiye bicihkirin, rewşa neyînî ya ku jin lê rû bi rû ye, pirsgirêkên aborî, derxistina holê ya pergaleke civakî ya ku tê xwestin û gelek mijarên bi vî awayî dikarin werin destnîşankirin.
Peymanên ku dê bi cîranan re, navxweyî û bi dinyayê re werin danîn di çi çawaniyê de bin? Di vir de avantaja konfederalîzma demokratîk, wekî birêz Ocalan jî destnîşan dike, meriyeta wê di dîrokê de (lê bi awayên demên xwe) berfireh dikare were dîtin. Heke bifikirîn, perwerde û hîskirinên pêwîst civaka kurd bikarîbe van meriyetên dîrokî bi rastiya îroyîn re rojane bike, dê rêyeke pêwîst a derketinê bibîne. DYA ya ku îro di pergala heyî de hegemonî dike jî li xwe mikur tê ku ew pergala dewleta Romayê dide meşandin. Tirk li pey neo osmanîtiyê ne. Pergala siyasî ya meclîsa dozdehan a Xamaneyê Îranê, Mîtolojiya dozdeh Xwedawên berê ye ku îro rojane kirine. Ekumenîk, Mason û gelek rêxistinên bi vî rengî ku rayên wan dûr û dirêj diçin, îro siyaseta dinyayê averê dikin. Bi heman awayî bi pergala Konfederalîzma Demokratîk gel dikarin li ser xîmên xwe yên dîrokî xwe rojane bikin. Pergaleke herî guncav çawa dikare were avakirin û jiyîn, herî baş rabirdû dikare rê rave bike. Bi destnîşankirina ku dîrok di îro de zindî û veşartî ye.


