Rênîşandana ber bi Jiyana Nû ve

Hişmendiya ekolojîk divê wekî felsefeya jiyanê di nav meclîsên herêmî û şaredariyan de bibe şertê destpêkê yê her xebatekê û ji temenê biçûk de di perwerdehiyê de cih bigire.

•
1 deqe xwendin
Rênîşandana ber bi Jiyana Nû ve

Banga Rêber Abdullah Ocalan ya Aştî û Civaka Demokratîk li Bakurê Kurdistanê ne tenê destpêka pêvajoyeke siyasî, di heman demê de xala werçerxanê ya ji bo şiyarbûnek û înşayeke kûr a civakî ye. Ev bang, weke rênîşandana derketina ji krîzên hişmendî û sîsteman, barê berpirsiyariyeke mezin da ser milê dînamîkên herêmî. Di nava du salên derbasbûyî de, bi pêşengiya Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên civaka sivîl, li gelek bajar, navçe û gundan konferans, komxebat û civînên girîng hatin lidarxistin. Di van xebatan de, her çend nîqaşên teorîk ên pir alî û dewlemend hatibin kirin jî, pirsên li ser bandora vî karî ya di pratîka civakî de, asta xwedîderketina li ziman û çandê û şêwazê têkoşîna li dijî şerê taybet wekî mijarên bingehîn ên lêpirsînê li pêşiya me rawestiyane.

Pêvajoya înşayê di cewherê xwe de hewl dide modela Neteweya Demokratîk ku xwe dispêre Civaka Demokratîk Ekolojîk û Azadiya Jinê, di nava şaneyên herî piçûk ên civakê de şênber bike. Di nava du salan de, di asta hişyariya polîtîk de gihanekî girîng çêbû û gel hewl da ku bi rêya meclîsên taxan û komîsyonên herêmî çareseriyên xweser ji pirsgirêkên xwe re bibîne. Lê, gava em li encamên pratîkî dinêrin, tê dîtin ku ev pêvajo hîn jî di nava sînorên nîqaşên li salonan û derdorên çalakvanên aktîf de asê maye. Ji bo ku înşa bi ser bikeve, divê ev hişmendî ji çarçoveya teorîk derkeve û rasterast bandorê li jiyana rojane bike û di warê aborî, zihnî, civakî û debarê de di gel de guhertinekê çêke. Guherîna rasteqîn wê demê dest pê dike ku welatiyekî asayî hîs bike ku ev sîstema nû ne tenê daxwazeke siyasî ye, lê modeleke jiyanî ye ku nanê wî, azadiya wî û rûmeta wî ya rojane diparêze.

Yek ji qadên herî giran ku ev pêvajoya înşayê rû bi rû maye, polîtîkayên şerê taybet in ku bi rêya belavkirina tiryakê, fohûşê û birîna girêdanên exlaqî yên civakê re ciwanan dikin armanc. Komxebat û konferansên ku hatin lidarxistin, di hişyarkirina malbat û civakê de roleke girîng lîstin û xeta parastinê ya exlaqî xurt kirin. Di vî warî de rexneyeke pozîtîf a ku divê were kirin ev e ku; heya niha têkoşîn bi piranî li ser bingeha şermezarkirin û daxuyaniyan hat meşandin, lê di warê pratîkî de qadên alternatîf ên ku bikarin ciwanan dikişînin nav xwe wek navendên çandî, werzişî, kooperatîfên hilberînê û akademiyên ciwanan lawaz man. Ji bo şikandina bandora şerê taybet, pêwîstî bi Komîsyonên Parastina Cewherî ya Civakî heye ku li ser asta taxan bi awayekî organîk xwe birêxistin bikin, piştgiriya derûnî-civakî bidin ciwanan û wan di nava jiyana komunal a çalak de bi cih bikin.

Di warê parastina xweza, dîrok û mîrateya çandî de jî heman refleksên parastinê derketin pêş. Li dijî talankirina ekolojîk a li herêmê dengên nerazîbunan bilind bûn, lê ev nerazîbûn bi piranî reaktîf in, ango piştî ku xisarek mezin digihîje xwezayê dest pê dikin. Di paradigmaya neteweya demokratîk de, ekolojî pîvaneke exlaqî ye ku pêwendiya mirov û gerdûnê ji nû ve pênase dike. Ji ber vê yekê, hişmendiya ekolojîk divê wekî felsefeya jiyanê di nav meclîsên herêmî û şaredariyan de bibe şertê destpêkê yê her xebatekê û ji temenê biçûk de di perwerdehiyê de cih bigire. Wê demê civak dikare li gorî vê hişmendiyê teşe bigre û xwedî li xwezaya xwe derkeve. 

Bêguman, birîna herî kûr a ku di nava van du salan de di rojevê de ma, rewşa zimanê kurdî ye. Her çend xebatên giranbuha yên sazî û komeleyên ziman hatibin meşandin jî, rêjeya axaftina rojane ya bi zimanê dayikê, bi taybetî di nava nifşê nû de, her ku diçe kêm dibe. Sedema  herî mezin a vê yekê ew e ku tê îdîakirin ku kurdî hîn neketiye qada aborî, bazirganî û biryargirtina rojane û wekî zimanê daxuyaniyên polîtîk an jî tenê wekî nirxekî nostaljîk tê dîtin. Lê eşkereye ku li qadê rewş pir cûda ye. Taybetmendiyeke zimanan ewe ku her ku tên bi karanîn dewlemend dibin û pêş dikevin. Lewma ger em îro di her qada civakê de bi zimanê xwe neaxivin, em nikarin bêjin ev ziman di qadên cûda de pêş neketiye. Li gorî min nerînên bi vî rengî bi xwe astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêşxistina ziman bi xwe ne. 

Li aliyê din malbatên kurd ji ber fişarên asîmîlasyonê yên pergalê û nezelaliya paşerojê, carna di parastina ziman de lawaz dimînin. Çareseriya vê lewaziyê di herêmîkirin û asayîkirina ziman de ye; divê kurdî bibe zimanê bazarê, yê kooperatîfan, yê lîstikên zarokan ên li kolanan û berî her tiştî bibe qanûna bingehîn a her malbatê. Divê HER MALEK BIBE DIBISTANEK û ziman ji xeta teorîk derkeve û bibe amûra hilberîna jiyana nû.

Di encamê de, du salên borî nîşan dan ku bingeha guherînê ya ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk hat avêtin pir xurt e û civakê ev bang weke derfetekê ji bo parastina hebûna xwe qebûl kiriye. Lê, ji bo gihîştina serkeftineke mayinde, divê modela Neteweya Demokratîk ne tenê weke bernameyeke siyasî, lê weke çandeke jiyanî ya rojane were meşandin. Bi parastina ziman, bi avakirina aboriya komunal, bi xurtkirina têkiliyên exlaqî û bi derketina ji salonên girtî ber bi nava kolan û malan ve, ev pêvajoya înşayê dê bikaribe civakeke azad, xweser û demokratîk bi destê xwe ava bike.