Remzî Kartal: Divê qanûn demildest bikeve meriyetê û meclis qanûnên nû amade bike
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal derbarê qanûna çarçoveyî destnîşan kir ku divê qanûn demildest bikeve meriyetê, meclis ji bo bipêşketina pêvajoyê qanûnên nû amade bike û wiha got: “Pêwîst e qada civakî, gelê me, hêzên demokrasîxwaz, kurd, tirk her kes xwe berpirsyar bibîne, xwe bi rêxistin bike. Di vê çarçoveyê de bersiva vê dema dîrokî bide.”

Fexredîn Kiliç
Xalên pêşnumeya qanûnê ya bi navê “Qanûna xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû amadekirin, hat aşkerekirin. Ji bo ketina meriyetê ya vê qanûnê, dê şertê tespît û teyîdê yê Desteya Ewlehiyê ya Neteweyî pêwîst be ku ka hemû rêxistinên girêdayî PKK/KCKê, xwe fesix kirine û çek bi temamî danîne yan na. Heke ev şert bi cih hatibe, di çarçoveya pêşnumeyê de sûcên ku hatine diyarkirin tê pêşbînkirin ku lêpirsîn, darizandin û biryarên cezakirinê dê bên taloqkirin. Bi vê qanûnê re, kesên ku beriya sala 2005an cezayê muebeda girankirî li wan hatiye birîn an jî sûcên bi cezayê muebeda giran kirine, li derveyî çarçoveya qanûnê hatine hiştin. Hevserokê Kongreya Gel a Kurdistanê (KONGRA-GEL) Remzî Kartal derbarê qanûna çarçoveyî ji rojnameya me re axivî.
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan 27ê sibata 2025an daye destpêkirin sal û nîv li pey xwe hiştin. Di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdî gelek gav avêtin. Di vê pêvajoyê de dewleta Tirkiyeyê cara ewil e gaveke şênber avêt û qanûna çarçoveyî pêşkeşî meclisa Tirkiyeyê kir. Hûn vê qanûna çarçoveyî çawa dinirxînin?
Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê cara yekemîn e di çarçoveya guftûgoyên bi gelê kurd û nûnerên gelê kurd re qanûnek dikeve rojeva meclisa Tirkiyeyê. Belê gelek kêmasiyên wê hene. Destpêkê nav û naveroka wê. Çarçoveya qanûnê dikaribû firehtir bibûya. Her kes girtibûya nav xwe da hêvî bide aştî, demokrasî, raya giştî ya gelê Tirkiyeyê, bi taybetî gelê kurd û tirk. Divê hinek wêrektir bûya netirsiyana. Hinekî tirs heye. Hinekî ji aliyê siyasî ve hesab hene. Di vê çarçoveyê de hinek teng girtine. Mînak kesên beriya 2005an ceza wergirtine li derveyî qanûnê hatine hiştin. Şert û mercên Rêber Apo li derve hiştine. Ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê ku aştî û demokrasiyê dixwazin, dikaribûya hêviyên wan zêdetir bûya. Lê belê ji destpêka Komara Tirkiyeyê heta niha, girîng e ku cara yekemîn e qanûneke bi vî rengî tê meclisa Tirkiyeyê. Her çend kêmasiyên qanûnê hebin jî ji bo despêkê derfetek e. Em hêvî dikin ew cihên ku kêm mane li nav nîqaşên meclisa Tirkiyeyê bên nîqaşkirin. Derfet heye ku di nav wan nîqaşan de bê berfirehkirin. Çarçoveya vê hinek din bê berfirehkirin. Heke bi vî rengî be dê ji bo demên pêş zêdetir hêviyê bide.
Qanûna çarçoveyî ji 12 xalan pêk tê lê hema bêje di her xalê de ji bo pêkanîna xalan şert hene. Ev yek di nav gel de dibe sedema fikaran. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin?
Em jî weke gel rexne dikin. Ev yek jî metirsiya dewletê dide nîşandan. Rêber Apo li ser navê gelê kurd bi temamî tevgera xwe ewqas biryarên wêrek dan û gavên wêrek avêtin. Ji bangawaziyê heta îro gavên ku Tevgera Azadiyê û Rêber Apo avêtine wêrekî ne. Ji ber vê yekê pêwîst e rêveberiya dewletê jî xwe ji hin tirsan rizgar bike. Baweriyê bide raya giştî ya Tirkiyeyê jî. Helwesteke demokratîk û aştiyane bi pêş bixe. Şert û mercên ku di van xalan de anîne ziman bi demê re bandoreke neyînî dikin. Hem ji aliyê gerîla hem ji aliyê Ewropayê hem ji aliyê derketina zindanan hem jî ji bo moral û motîvasyona gelê kurd û tirk. Em hêvî dikin ku hem nîqaşên parlamentoyê hem jî qanûnên piştre dê bên rojevê. Ji ber ev qanûna destpêkê ye, gava yekemîn e. Piştî vê wê qanûnên cuda cuda jî werin. Em hêvî dikin di qanûnên pêş de fikarên gel li ber çavan bên girtin û pêşiya tevlîbûna civaka demokratîk bê vekirin.
Gelek rayedarên dewleta tirk dibêjin ‘em li gorî hesasiyetên gelê tirk tevdigerin’. Gelo hesasiyetên gelê kurd ku bi sedan sal in tê înkarkirin, îmhakirin, asîmîlekirin çima li ber çavan nayên girtin?
Her tim dibêjin ‘em dixwazin xwişk û biratiya gelê kurd û tirk û aştiyê pêk bînin’. Gava ku em di vê çarçoveyê de li meseleyê binihêrin divê xwişk û biratî li ser bingeheke wekhev û demokratîk çêbibe, bawerî bide, hesasiyet bi yekalî çênabe. Xwişk û biratî bi hesasiyeta yekalî çênabe. Heke hesasiyetek hebe divê dualî be. Ev yek dide xuyakirin ku bingeha nêzîkatiya wan a xwişk û biratiya gelan, demokratîk û wekhev nîne. Ev jî ji bo wan kêmasiyek e. Ev yek bi awayekî zelal dibe belgeyeke kêmasî û şaşitiya wan. An ku siyaseta rêveberiya dewletê. Pêwîst e gelê kurd û tirk ên demokrasîxwaz têkoşîna xwe mezin bikin. Divê xwişk û biratiya gelan li ser bingeha hesasiyetên her du gelan bi pêş bikeve. Xwişk û biratî, aştî û demokrasî wisa çêdibe. Kesên ku aştî û demokrasiyê dixwazin pêwîst e vê kêmasiyê bi têkoşînê her tim di rojevê de bihêlin di vê çarçoveyê de bi têkoşîna xwe bi pêş bixin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya di 2yê tebaxê de destnîşan kir ku ev qanûn gaveke destpêkê ye û bi qasî avakirina komarê girîng e. Hûn gotinên Rêberê Gelê Kurd çawa dinirxînin?
Hemû gotinên Rêber Apo çawa ku dîrokî ne, çawa ku rêbazên esasî û stratejîk diyar dikin, ev nêrînên Rêber Apo jî di wê çarçoveyê de xalên esasî ne. Yanî ev gava ku hate avêtin çiqas biçûk be jî her çiqas rexneyên me û hêzên demokratîk li ser vê qanûnê hene jî ev qanûn bi qasî avakirina komarê girîng e. Ji ber ku ev gav destpêka demokratîkkirina komarê ye. Weke dîsa Rêber Apo gotiye, ‘Ji bo avakirina Komara Demokratîk bi hezaran gav pêwîst in. Çawa ku rêya hezar kîlometreyan bi gavekê dest pê dike avakirina komara demokratîk jî dê bi vê gavê dest pê bike. Ev gav stratejîk e, dîrokî ye. Pêwîst e em hem kêmasiyên wê bizanibin hem jî girîngiya wê li ber çavan bigirin’.
Serokê MHPê yê Giştî Devlet Bahçelî di hevpeyvînekê de dîsa destnîşan kir ku divê “Mafê Hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd pêk bê, lê gotin hene gav tune ne. Hûn vê çawa dinirxînin û ev qanûna çarçoveyî dê rê li ber van gotinên Bahçelî vebike gelo?
Gotinên Bahçelî girîng in. Bahçelî di vê pêvajoyê de rolekê dilîze. Serokatî di banga xwe de dibêje ku ‘ez amade me gavan biavêjim heke hûn jî amade bin rêya siyasî û demokratîk vebikin’ Devlet Bahçelî jî ji bangawaziya Rêber Apo re bersiv da. Bersiv girîng bû niha jî vê dubare dike. Lê belê dubarekirin têrê nake. Pêwîst e ev gotin bên pratîzekirin û pêkanîn. Wext hatiye. Piştî vê demê gotin têrê nakin. Heke gotin bê dubarekirin giraniya gotinê namîne. Vê qanûnê rê neda ku peyama birêz Bahçelî pratîze bibe. Pêwîst e Bahçelî di dema pêş de di qanûna duyemîn de teqez li ser bisekine nîqaşên di nav dewlet û meclisê de ji bo ku ev gotinên wî pêk bên rol bilîze. Heke ev qanûna duyemîn jî nebe wê demê ti wateya gotinê namîne. Wê demê bi armanceke siyasî ew gotin tên gotin ne ji bo pêkanînê. Em hêvî dikin Bahçelî ji bo ku vê gotina xwe pêk bîne di nav dewlet, parlamento û raya giştî de têkoşînê bide.
Vegera siyasetmedarên kurd ên weke we jî ku li Ewropayê xebatên xwe dimeşînin, di rojevê de ye. Ev qanûn ji bo we jî derbasdar e. Hûn vê yekê çawa dinirxînin. Ev qanûn têrê dike ku siyasetmedar vegerin?
Di qanûnê de dibêjin kesên beriya 1ê hezîrana 2005an cezayên muebeda giran wergirtine ji vê qanûnê sûd wernagirin. Em jî yek ji wan kesan in. Beriya 2005an em hatin Ewropayê. Ji xebatên wê demê xwestin me ceza bikin. Divê ev şert di vê qanûnê de nebûya. Kesên ku bi rastî dixwazin ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk rol bilîzin divê pêşî li wan bê vekirin. Lê diyar e ji bo kesên vegerin şert danîne. Heke ev xal neyê guhertin bi vî rengî hatin zehmet e. Heke kesê ku ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk vegere were girtin ev yek xizmeta pêvajoyê nake dê pêvajoyê provoke bike. Em hêvî dikin ev şertên ku danîne li meclisê bên guhertin çarçoveya demokratîk bê berfirehtirkirin.
Serokê koma AKPê Abdullah Guler piştî qanûna çarçoveyî aşkere kir diyar kir ku dê bi demê re qanûnên nû bên çêkirin û rojnameger û akademîsyen dikarin biçin hevdîtinan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin. Divê ev yek çawa bê şîrovekirin?
Weke gotin jî be, ev yek girîng e. Rêber Apo rê li ber vî şensê dîrokî vekir ku ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ye. Ev projeya Rêber Apo ye. Dewletê jî bersiv da. Ji ber vê yekê ji bo ku ev proje pêk were, ji bo ku provakasyon çênebin û pêvajo di dema xwe de bigihîje armanca xwe, pêwîst e Rêber Apo di şert û mercên azad de bikaribe bixebite. Piştî vê qanûnê divê di qanûna duyemîn de azadiya Serok û xebatên wî bikevin rojevê. Rayedaran gotiye rojnameger akademîsyen dikarin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Divê ev bê pratîzekirin û Rêber Apo pêvajoyê kordîne bike. Heke Rêber Apo pêvajoyê kordîne neke ne ji Ewropayê ne jî ji çiya kes nayê. Kesên bên dê bi bangawaziya Rêber Apo werin. Divê Rêber Apo li ser hatinan bisekine dê çawa bên, çi bibe dê vegera welat çawa be? Divê Rêber Apo li ser van bisekine. Şert û mercên çûyîna Îmraliyê jî bên pratîzekirin.
Heke ev qanûna çarçoveyî destpêkek be divê piştî vê dewlet gavên çawa biavêje ku pêvajo ber bi encamekê ve biçe û li welat aştiyeke mayînde pêk were?
Dewletê heta niha li qada civakî û siyasî rol nelîstiye. Bi taybetî AKPê û MHPê xebatên kirin di nav xwe de girtin. Heta deqîqeya dawî bi ti partiyan re parve nekirin. Heta bi taybetî zimanê çapemeniya AKPê ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk xebateke cidî nekir. Zimanê wan zimanekî klasîk ku ewlekariyê esas digire an jî dibêje ‘Tirkiyeya Bêteror’ di raya giştî de ji bo pêvajoyê piştgiriyeke mezin çênekir. An ku qada civakî amade nekir. Pêwîst e AKP piştî vê qanûnê pêşiyê li qada civakî, li medyayê vebike. Medya serbest nîqaş bike. Rewşenbîr û kesayet bikaribin bi serbestî nîqaşan bikin. Zextên li ser medyayê û qada siyasî divê rabin. Divê pêvajo hêviyê bide. Piştî derketina vê qanûnê wezîfeyeke mezin dikeve ser milê AKPê. Hem pratîzekirina vê qanûnê hem jî amadekariya qanûnên nû bike û gavên demokratîk biavêje. Ev dê di pêvajoyê de hêviyeke mezin çêbike.
Pratîzekirina vê qanûnê jî girîng e û divê gavên nû jî bên avêtin. Ji bo fikarên gelê kurd jî ji holê rabibin divê ev qanûn demildest bikeve meriyetê. Prosedura çêkirina qanûnê ya dewletê hûn çawa dinirxînin?
Çima Rêber Apo girîngî dide vê qanûnê divê dewlet qîmeta vê nirxandinê bizanibe. Di pratîzekirinê de tempoya xwe ya sivik, tempoya ku her tiştî di kontrolkirina xwe de digire, divê dest ji vê şêwaza xwe berde. Di dema pratîzekirin û gavavêtinê de bi tempoyeke zêdetir bixebite û baweriyê bide raya giştî ya Tirkiyeyê. Heke dê aştiya gelan çêbibe, wê demê pêwîst e hesasiyeta her du gelan hesasiyeta gelên din ji bo aştî û demokrasiyê li ber çavan bigire, wêrek bibe di demê de pratîze bike. Divê pratîzekirin dirêj nebe. Em hêvî dikin ku hikûmet bileztir gavan biavêje. Amadekariyên nû bike. Divê meclis ji bo amadekariyên nû bixebite, qanûnên nû amade bike ji bo ku pêvajo bi pêş bikeve çi pêwîst be bike. Divê çapemenî, qada civakî û siyasî her kes her tiştî li benda dewletê nehêle. Em her tiştî bihêlin li benda dewletê ka dê AKP çi bike, wê demê kirdeyê vê pêvajoyê dibe AKP. Yanî dê pêvajoyê li gorî xwe bimeşîne. Esas gelê me tevgera azadiyê û demokrasîxwaz kirde ne. Bi têkoşîna wan pêvajo hatiye vê merheleyê pêwîst e ji vir û şûnde jî ji bo pêvajo mezin bibe, gavên demokratîk ên tên xwestin bên avêtin. Qanûn bên guhertin. Pêwîst e qada civakî, gelê me, hêzên demokrasîxwaz, kurd, tirk her kes xwe berpirsyar bibîne, xwe bi rêxistin bike. Di vê çarçoveyê de bersiva vê dema dîrokî bide. Dem dema azadî û demokrasiyê ye. Em bi hêvî ne ku her kes rola xwe ya dîrokî bilîze.


