Rejîma Îranê kolberekî kurd kuşt

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku li sînorê Bane hêzên Îranê êrişî kolberan kir. Di êrîşê de kolberekî kurd kuştin û komberek jî birîndar kirin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Rejîma Îranê kolberekî kurd kuşt

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku li sînorê Bane hêzên Îranê êrişî kolberan kir. Di êrîşê de kolberekî kurd kuştin û komberek jî birîndar kirin. Hate gotin ku di encama êrişê de kolberê bi navê Seywan Ebdulzade jiyana xwe ji dest da û kolberê bi navê Husên ku paşnavê wî nehate zanîn, birîndar bûye.

Kolber Seywan Ebdulzade xelkê gundê Hewtaşe yê Baneyê ye û 23 saliye. Di 2024an de li Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrişên hêzên Îranê de 52 kolberên Kurd hatin kuştin û 131 kolber jî birîndar bûn.