Rejîma Îranê dê keç û kurekî kuşt û xwest bûyer bê veşartin
Rejîma Îranê malbateke kurd kuşt. Wek ku li Tirkiyeyê medyaya alîgir û polîs di bûyerên Ugur Kaymaz û Ceylan Onkol de kirin, medyaya Îranê jî malbatê wek endamên rêxistinê nîşan da.

Li gor nûçeya ANFê, li bajarê Sineyê di encama gulebarandina hêzên rejîma Îranê de dê kur û keça xwe hatin kuştin. Di êrîşê de wênesaz û hunermendê 37 salî Mehdî Tewekulî, xwîşka wî Sumeya Tewekulî û dayika wî Meryem Eslanî jiyana xwe ji dest dan. Hersê kesên ku hatin kuştin di 27ê tîrmehê de bi merasîmeke li Goristana Beheşt-i Muhammedî ya li Sineyê hatin binaxkirin.
Mehdî Tewekulî yê ku bi dê û xwişka xwe re hat kuştin di dîrokên cuda de hatibû girtin û cezayên girtîgehê li wî hatibûn birîn. Mehdî Tewekulî yê ku li Komeleya Sînemaya Ciwanên Kurdistanê mamosteya wênekêşiyê dike di 12ê cotmeha 2016an de li Sine ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin û piştî 35 lêpirsînên li Buroya Îstîxbaratê wî şandin Girtîgeha Navendî ya Sine. Piştre bi kefaletê hat berdan û di tîrmeha 2017an de ji aliyê Şaxa 1emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Sine ve bi tawanbariya ‘li dijî ewlehiya neteweyî tevgerîn’ du sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Tewekulî piştî cezayê xwe qedand, di mijdara 2019an de dîsa ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin û mehek şûnde bi kefaletê hat berdan.
Wênesazê ji Sineyê Mehdî Tewekulî ku li ser êzidiyên Şengalê û penaberên Rojava gelek pêşangeh li dar xistibûn, ji bilî wêneyan di çalakiyên çandî û organîzasyonên Newrozê de jî cih girtibû.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, hêzên dewletê piştî bûyerê zextên li ser malbatê zêde kirine, medyaya dewleta Îranê û berdevkê Fermandariya Hêzên Enzamî yên Îranê (FARAJA) jî Tewekulî û malbata wî mîna endamên çekdar ên PJAKê nîşan dan.
Çavkaniyeke nêzî malbatê ji Hengawê re gotiye ku: “Rêveberên hikûmetê zext li malbatê kirin ku bûyerê ji raya giştî re ranegihînin. Herwiha ji malbatê xwestin ku bûyerê wek qezayeke trafîkê nîşan bidin.”
Bûyera ku li Îranê qewimî bûyerên JÎTEMê qewimî. Ugur Kaymaz di 12 saliya xwe de li ber derê mala xwe bi 13 guleyan hatibû kuştin. JÎTEM ji bo sucê xwe veşêre çekekî ku Ugur nikare hilgire dabûn berê û wî wek şervan nîşan dabûn. Dîsa dema Ceylan Onkol di temenê xwe yê 12 salî de li ber çêrandina heywanên xwe bi guleya hawanê hat kuştin û li pey hev derew li dû hatin rêz kirin, rejîma Îranê jî malbata Tewekulî tehdîd kirin ku ti daxuyaniyê nedin çapemeniyê. Zext li wan kirin ku bûyerê mîna qezaya trafîkê bidin nîşandan.


