Reel-polîtîk û ziman

Min hinekî dabû ber bayê demê lê nivîseke Hesen Huseyîn Denîz bi navê “Pêwîstî Bi Konferanseke Ziman Heye” careke din birîneke min a jibîrçûyî tevrakir û xwîn kir.

•
1 deqe xwendin
Reel-polîtîk û ziman

Min hinekî dabû ber bayê demê lê nivîseke Hesen Huseyîn Denîz bi navê “Pêwîstî Bi Konferanseke Ziman Heye” careke din birîneke min a jibîrçûyî tevrakir û xwîn kir. Di serî de bêjim ez tevî hemû kakilê nivîsara wî dibim. Birêz Denîz gelek pirsgirêkên ziman ên îro hene anîne ziman û ji bo çareseriya wan konferanseke ziman pêşniyar kiriye.

Dil dixwest ku çar pênc sal berê, wexta bi “Rastnivîsîn”(!?)ekê topa rêziman û rastnivîsa ji Celadet Bedirxan vir ve hatibû qebûlkirin û 90 sal in rûniştibû, hate avêtin jî dengê xwe derxista, helwest nîşanî bêrêziya li rêziman û rastnivîsa rûniştî bida. Belkî nişan dabe lê qasî ku min şopandiye, min nedîtiye, ne bihîstiye. Lê dixuyê ku ew jî dildarekî zimanê xwe ye, li ser pirsgirêkan sere xwe diêşîne, ditêkile. Bila wisa be, dereng nîn e, helwesteke di cih de ye û bi nirx e.

Pêşî ez diyar bikim ku ez xebatkar û dildarekî ziman, çand, wêje û azadiya gelê xwe me. Bi navê zimanzan xwe pênase nakim, piştî ku haya me ji pratika kesên ku navên wan weke ‘zimanzan’ tên pênasekirin bû, ji bo pênaseya zimanzaniyê ez dibêjim haşa û şerm dikim. Yên tê gihiştine ku di van waran de pirsgirêkên civaka wan hene û sere xwe ji wan re diêşînin dikarin û ferz e ku dîtinên xwe bi têkildaran û platforman re parve bikin, tiştên nelirê, nerast, kiryarên çewt rexne bikin, binirxînin, hişyarî û pêşniyaran bikin. Ev reftareke medenî û pêwîst e. Êdî pir baş zelal bûye ku eger ev tenê weke kare ‘zimanzan’ û ‘akademîsyen’an bê dîtin, wêga em mala xwe bi destê xwe xira dikin. Eşkere bûye ku xema wan ziman û pirsgirêkên ziman re nemaye. Bi salan e rexne li wan û xirakirina ziman a ew dibin sedem tê kirin, gelek der û dor û kes bi hawar û gazî deng didin ‘zimanzan’ û ‘akademîsyen’ bersivikê jî nadin. Ma ev e zimanzanî û akademîsyenî?

Madem ez xwe weke dildar, xebatkar û hezkiriyekî ziman, çand, wêje û azadiya gelê xwe dibinim mafê min û kesên weke min jî heye ku ez û ew bibin xwedî gotin. Çima hewce dibînim vê yeke bêjim, ez wê biderbirînim. Çawa min gotibû ez dildar û xebatkarekî zimanê xwe me, me ji ciwaniya xwe heta îro hişê xwe, mêjiyê xwe; çi viyan û şiyana me heye ji bo gelê kurd, azadî û felata wî, ziman, çand û wêjeya wî bi rê xist. Di salên herî hela hela de dûvedirêj bi zindan, îşkenceneyan re derbas bûn, çi heye me da riya vî welatî, vî gelî û vî zimanî. Me her derfetên ku derketine pêş me nenêrî, me di riya xwe de dewam kir. Di wan salan de ew kes bûn ‘zimanzan’, ‘akademîsyen’ û îro jî pozbilind. Lê em tu car ji van dildarî û baweriyên xwe neqetiyan. Me çi derfet dît xwe bixwe perwerde kir. Bê pirole bi dehan nivîsên li ser ziman; ne bi kopiya Celadet Bedirxan, mijarên xweser, di qada zimanê kurdî-kurmancî de mijarên kes li ser ranewestiyaye yên nipnû di gelek rojname, malper û kovaran de hatine weşandin. Me çi bi dest xist, bi keda xwe, bi derziyê kola. Hêmayên ku her kes bi xal û apên xwe yan jî kedeke ji rêzê bi dest dixist, me çar qat zêde ked dayê. Daneheva ew gihiştinê em jî kêm zêde gihiştinê. Tenê di destê wan de belge û dîplome hene yê me jî tenê dil û mêjiyê me. Lê divê bê zanîn ku tenê belge û dîplome têra zanîna ziman nakin. Me bi tecrubeyan dîtiye ku gelek kesên bi belge û dîplome xwedî şiyana zanîna ziman nîn in lê navê wan zimanzan e. Xwe dispêrin belge û dîplomeyan, ziman nanêrin tu dibê trenê dinêrin. Haya wan kûraya ziman nîn e. Tenê dizanin malhaziriya Celadet Bedirxan kopî bikin û li ser navên xwe biweşînin. Ji van kesan hinekan ‘Rastnivîsan’a xwe derxistine, hinekan jî rêziman. Paşê jî li ser bingeha wî, wî tehrîf dikin, xira dikin. Ji wan yekî jî ji wî cudatir tiştek negotiye. Vê rebenî û belengaziya xwe weke tiştekî xas pênase dikin. Lê berhemên wan li ser navê rastnivîs û rêzimanê derxistine trajîkomîk in. Lê xwe dispêrin kaxizên di destê wan de weke belge û dîplome, yên bi kedeke bêhempa hewl didin tiştekî jî nahesibîn. Bila ew di bin siya ‘berhemên’ ku têra wan nake xwe lê dirêj bikin de pozê xwe bilind bikin, xwe qure bikin lê gotineke me jî heye, me heta niha paşde nedaye, em