‘Redkirina YPJê redkirina şoreşê ye’

Endama Fermandariya Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn derbarê nêzikatiya Şamê ya li dijî YPJê wiha got: “Heke Sûriye di îdiaya avakirina Sûriyeyeke nû de be, wê demê neçar e ku di fermiyetê de YPJê qebûl bike. Redkirina YPJê û sînorkirina jinan di nav hin saziyan de, tunehesibandina şoreşê ye.”

•
1 deqe xwendin
‘Redkirina YPJê redkirina şoreşê ye’

Piştî ‘Bihara Ereban’ gelên Sûriyeyê ji bo parastina xwe dest bi serhildanan kirin. Bi pêşengiya jinan di 19ê Tîrmehê de li rojevayê Kurdistanê şoreşek pêk hat. Di nav vê şoreşê de gelan jiyaneke bi hev re ava kir. Lê piştî hilweşîna rejîma Baasê û hatina HTŞê ew aramiya di nav Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ket bin xetereyê. Tevî kaosa ku bi destê dewleta tirk tê gurkirin jî rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide entegrasyoneke demokratîk pêk bîne.

Em derbarê şoreşê û pêvajoya entegrasyonê ya ku niha tê meşandin bi endama Fermandariya Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn re axivîn. 

Şoreşa 19ê Tîrmehê wekî Şoreşa Jinan tê binavkirin. Wekî fermandareke YPJê, gava hûn li paş xwe dinihêrin, guhertina herî mezin a ku vê şoreşê di jiyana gelan û bi taybet di jiyana jinên herêmê de ava kir çi ye?

Şoreşa 19ê Tîrmehê di cîhana mirovahiyê de, ne yekem şoreş e. Di gelek şoreş û serildanên ku li Kurdistanê pêk hatin de jinan pêşengî kir û li ser bingeha parastina çandê ji bo dîroka Kurdistanê bûn mîrate. Mirov dikare bêje Şoreşa 19ê Tîrmehê ji têkoşîna ku li Kurdistanê hatiye dayîn û hê jî tê dayîn ders derxist û li ser bingeha parastin û demokrasiyê (ku hemû pêkhateyan di nav xwe de digire) bû senteza hemû şoreş û serhildanên ku pêk hatine. 19ê Tîrmehê li dijî hişmendiya faşîst, aqilê navendî, polîtîkayên çewisandinê û hişmendiya baviksalar bi hewldana xwedîderketina li nasname, hebûn, rûmet û çanda xwe derket holê. Şoreş pêşî bi destdanîna baregehên Baasê yên li Kobanê dest pê kir. Jin, ciwan bi hemû pêkhateyên din ên civakê re rabûn ser piyan. Me digot ji bilî Tevgera Azadiyê emrê hemû serhildanan kurt bûye. Ji ber vê me digot wek serhildanên berê bi ser bikeve jî dê emirkurt be. 

Lê dema mirov li van salên borî dihêre dibîne ku bi saya hezaran şehîdan û vê têkoşînê civak careke din xwe birêxistin kir. Vê xwe-birêxistinkirinê li ser bingaha naskirina dijminê xwe û li dijî vê naskirinê xwedî li xwe derketinê pêk hat. Yek ji xalên herî girîng ên ku vê şoreşê kir şoreşa jinan tarza têkoşînê ya ku di xizmeta gel de bû. Vê têkoşînê hişt ku jin bikaribin tev li qadên siyasî, dîplomasî, civakî, saziyî û leşkerî bibin û bi vî awayî dengê xwe bidin bihîstin.

Di vê wateyê de, ji 2012an vir ve îro şoreşê di jiyan û hişmediya gel, civak û jinan de rastiya jiyaneke nû daye afirandin. Ev şoreş tevî neheqî, her cure îşkence, siyaseta qirkirinê  û şerê taybet di nav civaka kurd de bandoreke pir mezin kir ku bikaribe û bizanibe xwe ava bike. 

Jixwe tê zanîn ku ev şoreş ji aliyekî ve li ser bingeha yekîtiya gelan, li ser tevlîbûna hemû pêkhateyan pêk hat. Ji ber ku şoreş bi vî rengê xwe mezin bû loma li cîhanê deng veda. Li aliyê din bi tevlîbûna jinan, ew baweriya şikestî û wendabûyî ya di civakê de hat vegerandin. Sînorên ku li ser jinan hatibûn ferzkirin bi temamî hatin şikandin. Di aliyê perwerde, xwendin, şer û hunera xwe-parastinê de pêşketinek mezin bi dest xistin, li ser vê bingehê civakê ji nû ve ava kirin. Lewma şoreş bû Şoreşa Jinan. 

Di aliyê leşkerî de, tevlîbûnek rast û pêşengiyek mezin li hemberî hêzên tarî yên wek DAIŞê hat meşandin. Jinan di şer de bi awayekî piralî û serkeftî xwe nîşan da, ku ev yek ji bo tevahiya cîhanê bû çavkaniya îlhamê. Di şerê li dijî dagirkeriyê de, jinan hemû hêza xwe seferber kir û bi rengê xwe yê taybet rola xwe lîst. Li ser esasê bawerî û bixwe-baweriyê, jinan dest bi avakirina pergala xwe ya parastinê kirin.

Dema em li Şoreşa Rojava û tiştên ku hatine jiyîn dinihêrin dibînin ku jinan demokrasî û çanda wekheviyê ava kir. Di hemû şert û mercên dijwar ên Sûriyeyê û civaka kurd de, jinan helwesta têkoşîna rast û rewa bi pêş xist û ji bo pêşerojê jî dê ev têkoşîn xwe bidomîne. Têkoşîna jinan a ji bo hebûn û nasnameya xwe, dê li hemberî pergala navendî her tim bibe gava yekem a serkeftinê.

Dema em li geşedanên îsal dinihêrin dibînin ku hin kanton ketin bin desthilatdariya HTŞê. Jiyana li van kantonan ji bo gelan û jinan çawa guherî?

Model an jî hişmediya di vê şoreşê de bandor li ser pêkhateyan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn. Tevî ewqas êrişên ku pêk hatin jî aramî û îstiqrara di nav pêkhateyan de bi pêş ket. Şoreşê nîşan da ku pêkhateyên civakê çawa dikarin bi hev re bijîn. Piştî ku hin bajar ketin bin destê desthilatdariya demkî, di nav ew pêkhateyên ku bi hev re jiyan dikirin de ji aliyê ewlehî, îstiqrar û bi hev re jiyanê de metirsî çêbûn û mixabin ev rewş heta niha jî berdewam e. Piştî hilweşîna rejîma Baasê û şerê ku hat meşandin gelê durzî û elewî bi qirkirinê re rû bi rû man. Komkujiyên ku li ser durzî û elewiyan pêk hatin metirsiyeke mezin li nav Sûriyeyê ava kir.

Şerê ku herî dawî li vir pêk hat jî di esasê xwe de bi armanca rûxandina pergala demokratîk û qirkirina gelan pêk hat. Metirsiya ku di nav gelên kurd, durzî, ereb û elewî de hatiye afirandin bi xwe re qeyranên aborî, civakî û jiyanî jî derxistin holê. Ji ber vê yekê vê pergala ku bi temamî navendî ye, hemû rengan di nav xwe de nahewîne, hemû ziman û çandan di xwe de nabîne, helbet dê bi helwestên civakî re jî rû bi rû bimîne. Hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê ji hedefgirtina aramiya ku di nav şoreşê de afirandibûn, aciz in. Ji ber ku ev pêkhate nikarin xwe di nav pergala heyî de îfade bikin. 

Tê zanîn ku hûn dixwazin bi entegrasyonê Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ava bikin. Gelo îro şert û mercên siyasî li Şamê û li qada navneteweyî ji bo qebûlkirina vê modelê çi qas guncav in?

Rejîma Baasê bi salan e tundî li civakê dikir û civakê tune dihesiband. Ji ber vê yekê daxwazeke pir mezin a hilweşîna rejîmê hebû. Lê mixabin desthilatdariya ku hat dewsa rejîmê heman hişmediyê bi rêbazên hişktir li ser gel dide meşandin. Ev rejîm naxwaze gel entegreyê rêvebiriya nû bibe, berovajiyê vê dixwaze gel asîmîle bike. 

Di pêvajoya entegrasyonê de yekrengbûn tê hedefkirin. Ev ne nêzikatiyeke rast e ji ber vê yekê bertekan bi xwe re tîne. Lê entegrasyona ku em dizanin û hewl didin bi pêş bixin demokratîk e û hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne. Entegrasyon divê li ser bingeha bihevrejiyanê pêk were lê di kiryarên desthilatdariyê de xwe-ferzkirin heye. Îro bikarneanîna rêbaza hilbijartinê û tayînkirina hin kesên ji parlementoyê mînaka vê ferzkirinê ye.

Di sedsala 21ê de gelek pêşketin çêdibin. Di vê sedsalê de şer û çareserî bi hev re tên nîqaşkirin û Sûriye jî beşek ji van nîqaşan e. Di nav van nîqaşan de yên ku ji çareseriyê bêpar dimînin civak in. Eger li Sûriyeyê hişmendiyeke demokratîk û têkoşîneke rast bê meşandin, ev dikare bibe çareseriyek bingehîn. Eger desthilatdariya Şamê qebûl bike ku guherîn û veguherîn pêwîst in, divê modela entegrasyona demokratîk a ku li Sûriyeyê tê xwestin, wekî xeyalekê neyê dîtin û di pratîkê de bê pêkanîn.

Di pêvajoya entegrasyonê de rewşa ziman çi ye û çima hewl didin navê bajarên kurdan biguherînin?

Di nav hikûmetê de li hemberî zimanê kurdî hîn jî nerazîbûnên mezin hene. Nîqaş li ser vê mijarê hene li di asta ku tê xwestin de pêşketin tune ne. Nenasîna zimanê kurdî wekî zimanekî bingehîn ê vê civakê, di heman demê de tê wateya redkirin û berterefkirina çandekê. Eger desthilatdarî bixwaze di nav civakê de aramiyê ava bike, divê hesasiyet û rastiya çanda hemû pêkhateyan qebûl bike û nêzîkatiyeke demokratîk nîşan bide. Tevî ku bi hezaran xwendekar 13-14 sal in li dibistanan bi zimanê kurdî perwerdeyê dibînin, hîn jî statuya vî zimanî bi fermî nehatiye qebûlkirin û nêzîkatiyên redkar dewam dikin. Mînaka herî berbiçav, guhertina navên bajarên kurdî ye; wekî çawa di dema rejîmê de navê Kobanê wekî ‘Eyn el-Ereb’ dihate bikaranîn, îro jî heman feraset û înkar dewam dike. Ev nêzikatî ne tenê înkarkirina ziman e, di heman demê de înkarkirina hebûn, nasname û nirxên şoreşa kurdî ye. Ji ber vê feraseta navendîparêz bertekên civakî yên pir cidî derdikevin pêş û ev mafê rewa yê gel e. Civakeke ku ziman û çanda wê ya resen neyê garantîkirin, nikare bi rehetî qala azadî, parastin û mafên xwe bike. Qebûlkirina fermî ya zimanê zikmakî, şerta sereke ya hebûn û îsbatkirina civakekê ye. Civakeke bê ziman û bê çand, civakeke bê parastin û bê garantî ye.

Li gor nêrîna we cihgirtina YPJê di nav artêşa Sûriyeya nû de xwedî çi girîngiyê ye? Eger Şam cihgirtina YPJê di nav artêşê de qebûl neke, alternatîfa we ya parastinê dê çi be?

Vê mijarê ji aliyê me ve bi awayekî pir alî hat meşandin. YPJ îro li Kurdistanê ne hêza yekem a jinan e lê xwe li ser têkoşîna jinan a ku heta niha hatiye dayîn xurt kiriye. Têkoşîna ku tê dayîn di jinan de hişmendiya ku dê jiyan çawa bê jiyîn dide afirandin. Ji ber vê yekê YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye di heman demê de ji bo hemû jinên cîhanê hêza perwerde û têkoşînê ya jiyanê ye. 

Neqebûlkirina YPJê û sînorkirina jinan di nav hin saziyan de, tunehesibandina şoreşê ye. Li dijî vê neqebûlkirinê me rêxistinbûna xwe ya heyî xurttir kir û niha em dixwazin li herêmên xwe wek hêzeke leşkerî jî werin nasîn. Desthilatdarî bi hincetên dînî naxwaze ev pêk were lê daxwaza me daxwazeke rewa ye. 

Îro hemû cîhan li ser wekheviya zayendî têdikoşe. Heke Sûriye di îdiaya avakirina Sûriyeyeke nû de be, wê demê neçar e ku di fermiyetê de jinan qebûl bike. Qebûlkirina YPJê qebûlkirina hemû mafên jinan e. Li aliyê din YPJ îro di nav civakê de xwedî fermiyetê ye. Li dijî berdewamkirina redkirina jinan li nav artêşê dê wek jin têkoşîna me li dijî desthilatdariyê bidome. Bi vê têkoşînê re pêwîstiya gel bi taybet jî ya jinan li ku bi me hebe em ê bi wan re bin. Ji ber vê yekê li dijî tunehesibandina desthilatdariyê dê alternatîfa herî mezin berdewamkirina têkoşîna me be. 

Îro li herêmê gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Di bin van şert û mercan de, pêwîstî çima bi YPJê heye? 

Ji ber ku îro li Sûriyeyê bêîstiqrariyeke mezin heye û her roj ji aliyê çeteyên DAIŞê ve êriş li ser civakê pêk tên hemû pêkhate û zayendên di nav civakê de di bin xetereyê de ne. Ji ber vê yekê pêwîstiya civakê bi hêza xweparastinê ango hêzên wek YPJê heye. Lewma em dibêjin israrkirina di fermîbûna YPJê de israra xwe-parastinê ye jî. Ev xwe-parastin îro tenê ji bo jinên kurd na ji bo hemû jinên li Sûriyeyê derbasdar e. Tê zanîn ku jinên êzidî, durzî û elewî hatin revandin û îro aqûbeta gelek ji wan jî ne diyar e. Ji bo civak bi metirsiyên wiha re rû bi rû nemîne pêwîstî bi YPJê heye. Li aliyê din israra di parastinê de israrda di rêxistinbûn, civakîbûn û garantîkirina pêşerojê de ye. 

Wekî fermandarekê, peyama we ya dawî ji bo jinên cîhanê, çi ye? Her wiha ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Jinan hûn ê çi bikin?

YPJ li ser bingeha têkoşîna jinan ku li deşt û çiya tê dayîn hat avakirin û li ser vê bingehê şoreşek pêk hat. Bi hatina desthilatdariya nû re ew jinên ku di nav şoreşê de jiyaneke ava kiribûn hemû ketin rewşa xwe-parastinê. Divê hemû jinên cîhanê yên ku çavên xwe li hebûna xwe vedikin, xwedî li têkoşîn û destkeftiyên YPJê derbikevin. Jixwe di kampanyaya ku ji aliyê hin rêxistinan ve hat destpêkirin de me dît ku ji civakên rojavayî heta Rojhilata Navîn jinan piştgirî da parastina YPJê. 

YPJ bi têkoşîna ku ji bo jinan da, di nav dîrokê de cih girt. Bi hezaran şehîdên wê hene. Ji ber vê yekê divê her jinek ji bo YPJê rabe ser piyan û wek YPJ em ê jî xwedî li têkoşîn û xeyalên hevalên xwe derbikevin û xebatên xwe bidomînin.