Radyoya Star FM: Dengê jinên Rojava ye
Radyoya Star FM’ê, di kanûna 2017’an de dest bi weşanê kir. Bi dirûşmeya “Dengê jin û jiyanê” li navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo dest bi weşanê kir.

Radyoya Star FM’ê, di kanûna 2017’an de dest bi weşanê kir. Bi dirûşmeya “Dengê jin û jiyanê” li navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo dest bi weşanê kir. Dema radyoyê dest bi weşanê kir, li navçeyên Çilaxa, Girkêlegê, Rimêlan û gundewarên wê dihat guhdarkirin. Radyoya jinan e û hemû xebatkarên radyoyê jin in. Xebatkarên radyo bi hejmareke pir kêm û teknîkeke sînordarkirî dest bi weşanê kirin. Bi derfet û hewldanên xwe dest bi weşanê kirin û niha gihiştin asta ku li herêmek pir fireh weşanê dikin mezin bûne.
Di konferansa Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) ya dawî de, biryar hat girtin ku Radyoya Star FM derkeve asta herêma Cizirê. Piştî biryarê 6 mehan di milê teknîk, weşan û xebatkaran de xebat hat kirin. Ji bo pêlên weşana radyoyê ji Dêrikê heta Hesekê û Tiltemir belav bibe, xebat hatin kirin. Piştî ev xebat temam bûn, êdî bi awayekî fermî, dê di cotmehê de dest bi weşana nû bikin. Niha reklamên weşanê dest pê kiriye.
Bi hejmareke kêm û teknîka kêm dest bi weşanê kirin
Avakara Radyoya Star FM’ê Avaşîn Hêlîn têkildarî xebatên radyoyê ya 4 sal berê bi hejmareke pir hindik dest bi weşanê kir, ji rojnameya me re axivî. Avaşîn Hêlîn, têkildarî xebatên radyoyê û serboriya wê wiha got: “Dema me nû dest bi weşana radyoyê kir, hejmara me kêm bû. Cara yekem radyoyeke jinan li herêmê dest bi weşanê kir. Me ewil bi çend kesan û bi çend bernameyan dest bi weşanê kir. Wê demê kesên pispor û ji weşangeriyê fam dike û fêrî me bike tune bû. Kesên ku pêşkêşvaniyê û teknîkê fêr bike tune bû. Kesên radyogerî çawa tê kirin û çawa tê rêvebirin fêr bike tune bû. Me xwe bi xwe fêr kir. Me bi hewladên xwe û tecrûbeyên rojnamevanên derdora xwe xebatên radyogeriyê pêş xist. Me bi nirxandin, rexne û pêşniyarên derve xwe pêş xist. Radyoyê wisa xwe bi rêxistin kir, xwe mezin kir û dest bi bernameyên cûr bi cûr kir. Me ji ekîbek pir biçûk û hejmarek pir biçûk, tecrûbeyên kêm dest pê kir. Lê bi demê re bi meh û salan re me xwe fêr kir. Me tora weşanê fireh kir û naverok xurt kir. Me hewl da xwe bigihînin hemû jinan û ferdên civakê. Me xwest em bibin deng û awazên wan, hest û rengê wan. Li ser vê hest û ramanê me bername li xwe zêde kirin.”
Hemû xebatkarên wê jin in
Avaşîn Hêlîn, li ser bernameyên nû û xebata nû jî rawestiya û wiha axivî: “Radyoya Star FM’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekemîn radyoya jinan e. Hemû xebatkarên wê ji jinan pêk tê. Radyo bi 2 zimanan weşanê dike. Zimanê kurdî esasî ye, nûçe bi zimanê erebî jî têne pêşkêşkirin. Di nava hemû bernameyan de 2 bernameyên erebî, dosyayên taybet ên erebî jî hene. Ji ber ku herêmên em lê dijîn pêkhateyên suryanî jî hene, me salek berê bernameyeke bi zimanê suryanî jî li bernameyan zêde kir.”
Radyoya jinên herêmê ye
Hêlîn, anî ziman ku di radyoyê de 23 bernameyan wan hene û wiha berdewam kir: “Bernameyên me der barê mijarên tenduristî, civakî, çandinî, jin, zarokan de hene. Dîsa danasîna gund û bajaran heye. Bernameyên helbest û çîrokan hene.”
Hêlîn, liser hedef û armanca radyoyê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Me xwest em ewilî bibin dengê gelê Cizîrê û piştre jî bibin dengê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Gelek nêrîn û pêşniyaz ji me re tên. Rojnamevanên jin, jinên ku li me guhdar dikin gelek tiştan ji me dixwazin. Li ser daxwaza jinan me tora radyoyê mezin kir. Me kir radyoya herêma Cizîr. Rast e em xebatkarên vê radyoyê ne. Lê radyo ya vî gelî û vê civakê ye. Radyo êdî radyoya jinên vê herêmê ye. Nêrîn, daxwaz, êş û şahiyên xwe heta astekê bi mere parve dikin. Gelek jin dixwazin werin xebata radyoyê bikin. Mînak, mamosteya jineolojiyê hat xwe pêşniyar kir û dest bi bernameya jineolojiyê kir. Ji bo bernameya dîrokê mamosteyeke jin xwe pêşniyaz kir û dest bi bernameyê kir. Ji bo bernameya çîrokan kesek di nava hunerê de cih digire xwe pêşniyar kir û dest bi bernameyê kir. Gelek pêşniyazên cûr bi cûr tên kirin. Dixwazin bernameyeke li ser jinên ezîdî li bernameyan bê zêdekirin. Dixwazin bernameya zarokan jî li bernameyan bê zêdekir


