Qîbleya Cîhana Misilman Mekkeye lê…
Atmosfera şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê heta cihek rengê Peymana Mekkeyê diyar dike. Lê daneyên din yên şênber jî hene. Ev dane dikarin hê pirtir hedefa Peymana Mekkeyê zelal bikin.
Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkiyeyê Peymana ‘Parastina’ Hevpar a Mekkeyê di 7ê tebaxa 2026an de destnîşan kirin. Peyman ji aliye Mîrzeyê Erebistana Siûdî Muhammedê Kurê Salman, Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf û Serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan ve hat imzekirin.
Dema peymanê demeke pir kirîtik e. Ji ber vê jî analiz û nirxandinên cihêreng li ser mijarê tên kirin. Pirtirê van şîrove û nirxandinan berê Peymana ‘Parastina’ Hevpar a Mekkeyê didin ser Îsraîlê. Ev şîroveger û analîst diyar dikin ku “peyman li dijî Îsraîlê hatiye avakirin.” Vê mexseta xwe jî dispêrin mesheba sunî. Aşkera dikin ku her sê dewlet sunî ne û ji ber vê jî peymanê li dijî Îsraîlê pêk anîne. Raste desthilatdariya van her sê dewletan sunî ne. Lê di vê demê de tenê bi vê daneyê ve girêdayî hinek bêjin “ev peyman li dişî Îsraîlê hatiye çêkirin” divê mirov ji niyeta wan gumanan bike.
Ji bo vê pêwîstî bi daneyên bibawer hene. Ew jî li qadê bi awayek şênber pir-pir zedene. Beriya vê divê konjoktura cografyayê û berjewendiyên krîtîk yên her sê dewletan bê dîtin. Bi vê ve girêdayî heke dem û atmosfara heyî ya li Rojhitana Navîn rast bên bicîhkirin dê armanc û mexseta peymanê çiye û li dijî kê ye dê hêsantir bê dîtin.
Di rol û rista Peymana Mekkeyê de cihê van welatan çiye?
Tirkiye bi artêşa xwe ya mezin û sanayiya pêşketî ya parastin û êrişê, alavên bêmirov ên hewayî, hêza xwe ya deryayî kare bibe movika pişta vê hevpeymanê. Erebistana Siûdî bi hêza xurt a aboriyê, çavkaniyên enerjiyê, firehiya cografya xwe û bi cihê xwe yê jeostratejîk a li Tengava Hurmuz û Babulmenderê dikare hêz û finanse bide aktîvîteyên peymanê. Pakistan jî bi artêşa xwe ya mezin, Ezmûna xwe ya şer û kapasiteya xwe ya nukleerê dikare Peymana Mekkeyê xurtir bike.
Ji aliyê derfetên Peymana Mekkeyê ve analîz û şîrove yekser wek hev in. Kes qala lewaziya vê peymanê nake. Hemû analist û şîroveger li ser armanca Peymana Mekkeyê radiwestin. Hinek dibêjin ev peyman li dijî Îsraîlê hatiya avakirin. Hinek dibêjin li dijî Îranê hatiye avakirin. Hinek jî wek notir pênase dikin.
Her sê şîrove jî heta cihek rast in. Şîroveya ku dibêje “ev peyman li dijî Îsraîlê hatiye avakirin” jî hin rastiyên xwe hene. Lê di van şert û mercên ku ev peyman têde hatiye destnîşankirin de diyar dike ku ev peyman ne ji bo Îsraîlê hatiye çêkirin. Dixuye ku ev şîrove dixwaze rastiya vê peymanê veşêre. Ji ber vê ye ku nahêlin van nêrîn û nirxandinan ji rojeva cîhanê derkeve.
Me qala demê kir. Ev dem, dema şerê Îran û Amerîkayê ye. Heke encama şerê Îran û Amerîkayê ya li heremê didome ji bo avarikirna armanca Peymana Mekkeyê nebe bingeha şîroveyan dê nirxandin û pesendkirinên li ser peymanê nîvçe bimîne û ji rastiya armancê dûr bikeve.
Atmosfera şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê heta cihek rengê Peymana Mekkeyê diyar dike. Lê daneyên din yên şênber jî hene. Ev dane dikarin hê pirtir hedefa Peymana Mekkeyê zelal bikin.
Jivana yek nakokiyên di navbera endamên Peymana Mekkeyê û Îranê de ne. Nakokiyên navbera Erebîstana Siûdî û Îranê diyar e û ne pêwîste ku li ser vê analîz û şîrove bên kirin. Ji xwe her du welat îro di nava şereke germ de ne.
Lê têkiliyên di navbera Îran û Pakistanê de hene balkêş in. Dema mirov li ekranên dijîtal mêze dike dîmenên dostaniyeke kûr a Îran û Pakistanê dertê pêşberê mirov. Lê rastiya li ser erdê dimeneke berovajiyê vê nîşanê me dide. Heke em tenê 2 sal li pişt xwe bizivirin, emê bibînin ku Îran û Pakistan di dîroka nêz de gelek car li hev gij bûne. Ji ber fikara şereke mezin neqewime her du welatan paşve gav avêtine.
Sînorê nava her du welatan 900 km ye û ne sînoreke xwezahî ye. Sînorê siyasî ye. Belûçistanê kiriye du parçe. Pareke beluçiyan maye di nava sînorê Îranê de û pareke din jî maye di nava sînorê Pakistanê de. Menqîba Beluciyan jî dişibe Menqîbeya Kurdan. Kurdistan çewan bi sînorên siyasî kirin çar parçe. Beluçistanê jî kirine parçe-parçe. Heke beşa biçûk ya Aganistanê jî di nava vê de bihesibe Belucistanê jî kirine sê parçe. Mijara Beluçistanê ya di navbera Îran û Pakistanê de rû dide dişiben mijara Kurdistanê ya di navbera Îran û Tirkiyeyê de. Probleman Beluçistanê ya di navbera Îran û Pakistanê de heye mijareke sereke ya rageşiyê ye. Gelek car bûye sedema aloziyên mezin.
Li gor angaşta Pakistanê, Îran, destekê dide rêxistina Artêşa Rizgariya Beluçistanê (BLA) û Artêşa Eniya Belucîstanê (BLF). Ev rêxistin li dijî Dewleta Pakistanê şerê rizgariya Belûçistanê dikin. Tê îdiakirin ku Pakistan jî li dijî Îranê destek dide rêxistina Ceyşul Adl. Li ser van angaştan gelek car her du dewlet li hev gij bûne û di 2024an de bi moşekan bera hev danane.
Li Pakistanê 25-30 milyan nifuza şîayan heye. Îran dixwaze wan şîayên li Pakistanê jî wek Hizbulaha Lubnanê birêxistin bike. Ev jî daneyeke din e ku Îran û Pakistanê dike dijberên hev. Meseleya zêrandina şîayan nakokiya navbera Îran û Erebistana Siûdî ye jî. Li Erebistana Siûdî jî hejmareke zêde şîa hene. Erebistana Siûdî ji ber vê jî bi fikar e.
Meseleya şîatiyê û problema kurd û Kurdistanê di navbera Îran û Tirkiyeyê de jî mijara sereke ya nakokiyan e. Her du alî jî hevûdu bi destekdayîna kurdan tewambar dikin. Lê konsepta her du aliyan jî dagirkirina Kurdistanê û qirkirina kurdan e. Di van her du mijaran de li hev dikin û di nava hevkariyeke hevbeş de cih digirin.
Li Îranê hejmareke mezin ya azerî heye. Nabe ku mirov bêje Tirkiye li ser nifûsa azeriyan bê hesab e. Ev ne li gor bîrdoziya nijadperest ya tirk e. Hesabê Tirkiyeyê teqez li Îranê li ser azeriyan heye. Lê ji ber fikara kurd û Kurdistanê vê hesabê xwe vedişêre. Heke derfet derkeve holê dê li dijî Îranê vê mijarê aktif bike.
Di çarçoveya van daneyan de Peymana Mekkeyê di nava xwe de bingeha dijîtiya Îsraîlê bihewîne jî di armac û hedefa xwe de ne ji bo dijberiya Îsraîlê hatiya damezrandin. Gelek pisporên Amerîkayê û hin zanyar û pisporên leşkeri yên Îsraîlê jî Peymana Mekkeyê wek peymana ku li dijî Îsraîlê hatiye damezrandin nabînin û dibêjin “potansiyela dijberiya Îsraîlê di vê peymanê de heye.” Lê peyman li ser hesabê dijîtiya Amerîka, NATO û Îsraîlê nehatiye damezrandin. Heta serdema çêkirina peymanê li ber çavan bê girtin mirov kare bêje “Peymana Mekkeyê projeya Amerîka, NATO û Îsraîlêye.”
Berya peymanê di 7 û 8ê tîrmeha 2026an de civîna NATOyê li Enqereyê pêk hat. Serokê Amerîkayê Donald Trump pişta Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan miz da û pesnê wî da. Erdogan bi van pesnan serxweş bû. Her pesna ku Trump ji bo Erdogan didan di çapameniya Tirkiyeyê de kêlî bi kêlî bûn rojeva serek. Tê zanîn ku Trump bê berdêl vê krêdiyê nade Erdogan. Baş zane ku pêwîstiya Erdogan bi vê krediye heye. Erdogan jî li ser her du çavan krêdiya Turmp qebûl dikir.
Kes nikare bêje Erdogan ji bo dijîtiya Îsraîlê bike krediya Serokê Amerîkayê Donald Trump qebûl kiriye. Kes nikare bêje Trump jî ji bo dijîtiya Îsraîlê bike vê krediyê daye Erdogan. Heke mijar wisaye çima dibêjin Peymana Mekkeyê li dijî Îsraîlê ye? Ev jî parçeye projeyê ye û ji bo rastiya peymanê şêlû bikin tê nepixandin.
Erdogan tenê ji bo krediya pesinên Trump yên ku ji bo wî daye di vê peymanê de cih nagire. Beriya vê peymana Parîsê heye. Di 5-6ê çileya 2026an de li Parîsê pêk hat. Hat gotin ku Amerîka, Fransa, Îngilistan û Tirkiyeyê di Peymana Parîsê de cih girtine. Lê hê paşê derket holê ku nûnerê Îsraîl jî di wê peymanê de hebûye. Rojek beriya vê peymanê di navbera nûnerên Rojava û Hikûmeta Şamê de li Şamê hevdîtin dihat kirin. Ji nijkave ev hevdîtin ji aliyê Şamê ve hatine betalkirin û konsepta entegrasyona Sûriyeyê xistin meriyetê. Ji 6ê çileya 2026an û şûnve Amerîkayê hevkariya xwe ya bi Rojava re di carek de birî û dijberiya Rojava kir. Her wiha li ber Şamê û Tirkiyeyê cihê xwe girt. Guhertina siyaseta Amerîkayê ya ji nişkave û êriş û geşedanên hevpar yên li dijî Rojava destnîşan kirin ku di konsepta Peymana Parîsê de statuya Rojava di berdêla siyaseteke din ya qirêj de hat guhertin.
Li ser van geşedanan dertê holê ku bingeha Peymana Mekkeyê li ser peymana Parîs û civîna NATOyê hatiye avakirin. Ev jî berê Peymana Mekkeyê nade Îsraîlê.
Erdogan jî bi qasê Trump serxweşê xwe ye. Berjewendiyên desthilatdariya xwe diajone pêşiya her tiştî. Dostanî û biratiya wî li ser hîmê zeximkirina desthilatdariyê li pêş dikeve. Rê hevalên xwe di vê mijarê de dieciqîne û tasfiye dike. Birê xwe Esad jî piştî demek teşhir kir û desthilatdariya wî ji destê wî derxist û berê wî da Moskovê. Dostaniya bi Îranê re jî dê çewan be dem nişan bide. Ya rast ev e ku Trump siyaseta xwe li ser “ Zarokên Baş” nikare bi rê ve bibe. Destê Trump pişta “zarokên” ku destên wan heta çengê di gemarê de ye miz dide. Her kes zane ku Trump vê krediyê tenê ji bo têkbirina Îranê dide “dostên” xwe yên ku heta çengê destên wan di gemarê dene.


