Qanûna hevgirtina civakî

Rola ragihandina azad û raya giştî ya demokratîk di vê pêvajoyê de ew e ku vê pêngavê ne bi zimanê têkçûn an serkeftina aliyekî, lê wekî derfeteke avaker ji bo hemû gelan şîrove bike.

•
1 deqe xwendin
Qanûna hevgirtina civakî

Di vê serdemê de ku pirs û krîzên siyasî yên li Tirkiyeyê gihîştine asteke krîtîk, pêşnûmeqanûna bi navê “Qanûna Hevgirtina Civakî û Piştevaniya Millî” ku ji 12 xalan pêk tê, hatiye amadekirin û ji bo meclisa Tirkiyeyê hatiye şandin. Ev gaveke hiqûqî ye ku dema di çarçoveya paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de bê nirxandin, xwedî naverok û wateyeke ku dikare rê li ber çareseriyeke siyasî û komareke demokratîk vebike.

Rêber Abdullah Ocalan di her fersendê de destnîşan dike ku çareseriya mayînde ya pirsgirêka kurdî û demokratîkkirina Tirkiyeyê ne bi rêyên ewlehîperest û polîtîkayên zextê, lê bi rêya siyaseteke avaker, diyalog û garantiya hiqûqî pêkan e. Ji ber vê yekê, anîna vê pêşnumeyê ji bo rojeva meclisê bixwe bersiveke erênî ye ji bo daxwaza derbasbûna ji nîqaşên demkurt ber bi saziyîbûn û çarçoveyeke qanûnî ve. Çarçoveyeke qanûnî ya ku rola siyaseta demokratîk nas dike, deriyekî fermî û girîng ji bo dînamîkên çareseriyê vedike û nîşan dide ku pêvajo dikare ji qonaxa nîqaşên demkurt derbasî qonaxeke hiqûqî bibe.

Ev pêşniyaza qanûnê li ser encam û teyîdkirina bi dawîanîna hebûna çekdarî ya PKKê hatiye sêwirandin. Li gorî metna ku hatiye ragihandin, ji bo ku qanûn bikeve dewrê pêşiyê saziyên ewlehiyê divê tespît bikin û Desteya Ewlehiya Neteweyî teyîd bike ku sazûmaniya çekdarî û hemû hêzên wê bi temamî bi dawî bûne. Qanûn kesên ku rêxistin damezrandin an birêvebirin, endamtiya rêxistinê, alîkarî, propaganda û fînansekirina wê digire nav xwe, lê sûcê kuştina bi qestî û sûcên ku berî 1ê Hezîrana 2005an hatine kirin û cezayê hetahetayê li wan hatiye birîn li derveyî çarçoveyê hatine hiştin. Lêpirsîn û dozên li dadgehan piştî nirxandinê têne paşxistin; ji bo cezayên heta panzdeh salan pênc sal, ji bo cezayên zêdetir an hetahetayê deh sal. Heke di wê demê de sûcên nû neyên kirin, doz tê betalkirin û girtî têne berdan. Piştî du an sê salan jî, bi daxwaza desteya taybet û biryara dadgehê, mafên sivîl, siyasî û xebatê dikarin ji nû ve werin destxistin. Ji bo şopandina qanûnê desteyeke rêveberiyê bi serokatiya cîgirê serokkomar û beşdariya wezîrên têkildar, serokê MÎTê û sekreterê MGKê tê avakirin. Di meclisê de jî komîsyoneke şopandinê tê damezrandin. Piştî weşandina biryara MGKê di rojnameya rermî de, di nav şeş mehan de serlêdana nivîskî pêwîst e.

Naveroka vê pêşnûmeqanûnê, ku xalên derbarê pêvajoyên serlêdanê, mekanîzmayên darazê û cezakirinê û avahiyên bişopandinê dihewîne nav xwe, divê ne wekî xaleke dawî, lê wekî zemîneke destpêkê ya hiqûqî bê dîtin. Rexne û nirxandina pozîtîf di vê xalê de ew e ku ev xebat dikare bibe gava yekemîn a pêvajoyeke berfirehtir. Ji bo ku civaka demokratîk ava bibe û aştiyeke domdar pêk were, hewcedarî bi gavên wêrek heye ku li ser erdê bi piştgiriya civakê û bi îradeyeke siyasî ya xurt werin sepandin. Ev qanûn wekî çarçoveyeke destpêkê derfetê dide ku pêvajoya siyasî ji nîqaşên demkurt derbasî saziyîbûnê bibe. Gava ku rê li ber pêşkarî û rêxistina azad a civakê vebike, dikare bibe bingeheke xurt ku vîzyona Aştî û Civaka Demokratîk bigihîne encameke pratîk û dîrokî. Di heman demê de girîng e ku metna hiqûqî û sepandina wê ji hev cuda bê dîtin; serkeftin ne tenê bi derbasbûna metnê ve, lê bi berdewamiya îradeya siyasî, baweriya civakî û gavên piştre ve girêdayî ye.

Ji bo raya giştî ya kurd jî pêwîst e ku ev pêşnume wekî qanûneke çarçoveyî were dîtin, ne wekî rêziknameya dawî ya ku hemû pirsgirêkan bi tenê çareser dike. Ew qanûn peşiya tevgerê vedike ku mafê xwe ne bi sîleh û îllegal bigere li şûna wê rê vedike ku kurd û tevger bi rêya siyaseta demokratîk li mafê xwe bigerin. Ango destûra bidawîanîna serdemekê ye û pêşî li serdemeke nû vedike. Divê mirov metna hiqûqî û sepandina wê ji hev cuda bike, ji ber ku çawa tiştên di qanûnê de hatine nivîsandin girîng in, sepandina wan jî wê ew qas diyarker be. Di civaka kurd de bi awayekî xwezayî bendewarî çêdibin û di cihê ku çapemenî van bendewariyan bilind bike yan kêm bike de, divê bi awayekî zelal vebêje ka kîjan rêzikname teqez bûne û kîjan hîn ne diyar in. Serkeftina pêvajoyê ne tenê bi metna ku ji meclisê derbas dibe ye; ew ê bi berdewamiya îradeya siyasî, baweriya civakî û gavên piştre ve girêdayî be. Girîng e ku nirxandinên aktorên siyasî yên cuda yên li ser vê qanûnê jî ji xwendevanan re werin veguhastin, ji lewra gava ku rêzikname bi piştgiriya partiyên cuda pêşkêşî meclisê tê kirin, ji aliyê civaka sivîl ve jî bangên nêzîkatiyeke ne teng û ewlekarî, lê avaker û piştgir têne kirin.

Rola ragihandina azad û raya giştî ya demokratîk di vê pêvajoyê de ew e ku vê pêngavê ne bi zimanê têkçûn an serkeftina aliyekî, lê wekî derfeteke avaker ji bo hemû gelan şîrove bike. Bêguman ev pêşnumeqanûn gaveke girîng e; ger di çarçoveya ku hatiye diyarkirin de pêvajo bi pêş bikeve, wê ev pêşnumeqanûn ji bo gavên cuda yên hiqûqî û yasayî bibe bingehek. 

Bi kurtahî, Pêşnumeqanûna Hevgirtina Civakî û Piştevaniya Millî, gava ku bi îradeyeke siyasî ya xurt, piştgiriya civakê û nêzîkatiyeke avaker were sepandin, dikare bibe gava yekemîn a pêvajoyeke ku ji bo hemû gelên Tirkiyeyê derfetên nû yên demokratîk û aştiyê diafirîne û vîzyona Aştî û Civaka Demokratîk bigihîne encameke pratîk û dîrokî.