Qanûna çarçove û deriyên girtî

Ji bo ku deriyê bi qanûna çarçove hatiye vekirin veguhere rêyeke vekirî û nebe qefleke nû, pêwîst e hiqûqa zindî, ango parastina yekser û qanûnî ya her kes û aliyê ku siyaseta bêşiddet hildibijêre bê pêşxistin. Li şûna nêzîkatiya berê ku hemû gav di berjewendiya biryarên Encumena Ewlehiya Neteweyî (MGK) de dihatin rawestandin, divê modeleke hîn pratîk bê sepandin û her kes an koma ku di rêya sivîl de gavê diavêje di wê kêliyê de bikeve bin sîwana parastina qanûnî.

•
1 deqe xwendin
Qanûna çarçove û deriyên girtî

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê ket qonaxeke nû û girîng. Lê astengiyên hiqûqî, paradoksa kaxez û jiyanê û berdewamiya tecrîda li Îmraliyê, rê li ber avakirina peymana civakî ya mezin digirin. Ji bo aştiyeke mayînde, pêwîstî bi nêzîkatiyeke zindî, piralî û wêrek heye.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga dîrokî û nêzîkatiya stratejîk a Rêber Abdullah Ocalan hat destpêkirin, li Tirkiyeyê gihîştiye serdemeke gelekî krîtîk. Qonaxa ku îro tê de hatî derbaskirin, tenê ne nîqaşeke li ser bêdengkrina çekan; di heman demê de ceribandineke kûr e bo avakirina sîstemeke nû ya jiyana hevbeş û hevsengiya siyasî. Bi derketina qanûna çarçove re, ji bo cara yekem di van salên dawî yên valahiya hiqûqî de, bingeheke yasayî ji bo veguhertina ji pevçûn û şer ber bi siyaseta demokratîk ve hat danîn. Ev gav, her çiqas di gelek hêlan de kêmasiyên wê yên giştî û teknîkî hebin jî, ji aliyê siyasî ve nîşana wê yekê ye ku dewlet û aliyên peywendîdar neçar mane vegerin ser maseyê û dest bi nîqaşkirina çareseriya pirsgirêka kurd bikin. Li aliyê din, Tevgera Azadiya Kurdistanê bi biryara xwe ya stratejîk a fesixkirina PKKê û rawestandina têkoşîna çekdarî eşkere kir ku ew amade ye bi temamî giraniya xwe bide ser siyaseta sivîl û demokratîk. Ev her du pêşketinên li pey hev, bûne hêza sereke ya avakirina hêviya civakî û çarçoveya vê qonaxa nû amade kirine.

Lê belê astengiya herî mezin a li ber vê pêvajoyê ew e ku sîstem di navbera qanûna li ser kaxezê û qanûna zindî de asê maye. Qanûna çarçove pêşketin û gavên xwe yên siberojê bi temamî bi destpêkirina danîna çekan û pesendkirina Encumena Ewlehiya Neteweyî ve girêdaye. Ev nêzîkatî, her çiqas di nava sîstema fermî de wekî garantiya ewlehiyê bê pênasekirin jî, di pratîkê de rîtma pêvajoyê dixetimîne û wê dike rewşeke rawestiyayî û statîk. Tecrûbeyên cîhanî û dîroka çareserkirina pevçûnan vê rastiyê bi zelalî nîşan didin. Di mînaka Kolombiyayê de çekdanîn tenê piştî garantiya guhertinên makezagonî pêk hat, di Peymana Înê ya Îrlandaya Bakur de çekdanîn ne şerta yekem lê encama pêbaweriya aliyan bû û li Afrîkaya Başûr jî prosedûrên ewlehiyê piştî naskirina mafên siyasî hatin encamdan. Ev mînak hemû nîşan didin ku çekdanîn ne şerta destpêkê ye, lê encama xwezayî ya pêbaweriya demokratîk, guhertinên hiqûqî û vekirina rehet a qenalên danûstandinê ye. Heke armanca sereke avakirina aştiyeke mayînde be, divê hişmendiya heyî ji protokola teslîmbûnê derkeve û veguhere peymana civakî ya hevbeş.

Di vê çarçoveyê de, dînamîka herî lezgîn û xwedî bandor vekirina rasterast a qenalên ragihandinê û avakirina hiqûqa muhatabiyê ye. Rêber Abdullah Ocalan, wekî damezrêner û navenda meşrûiyeta civakî û siyasî, di navenda vê veguhertinê de cih digire. Ji bo ku pêvajo bi rêkûpêk birêve bibe, divê şert û mercên ku ew karibe bi azadî bi tevgerê re, bi raya giştî, saziyên civakî, akademisyen û nûnerên siyasetê re di têkiliyê de be werin afirandin. Tecrîda berdewam û girtina deriyên Îmraliyê ne tenê leza pêvajoyê sist dike, di heman demê de motîvasyon û pêbaweriya civakî ya ber bi aştiyê ve dişikîne. Guhertina şert û mercên Nelson Mandela di pêvajoya Afrîkaya Başûr de mînaka herî diyar e ku nîşan dide vekirina rêyên peywendiyê ne rîsk e, berevajî wê hêza veguherîner a aştî û diyalogê ye. Çûna komên rojnameger, akademisyen û nûnerên ji hemû beşên civakê bo Îmraliyê û destpêkirina nîqaşên azad, ji bo silametiya vê meşê xwedî girîngiyeke sereke ye.

Ji bo ku deriyê bi qanûna çarçove hatiye vekirin veguhere rêyeke vekirî û nebe qefleke nû, pêwîst e hiqûqa zindî, ango parastina yekser û qanûnî ya her kes û aliyê ku siyaseta bêşiddet hildibijêre bê pêşxistin. Li şûna nêzîkatiya berê ku hemû gav di berjewendiya biryarên Encumena Ewlehiya Neteweyî (MGK) de dihatin rawestandin, divê modeleke hîn pratîk bê sepandin û her kes an koma ku di rêya sivîl de gavê diavêje di wê kêliyê de bikeve bin sîwana parastina qanûnî. Ji bo ku ev çarçove bibe xwedî bingeheke zindî, divê rawestandina siyaseta qeyûman îradeya demokratîk a herêmî sererast bike, serbestberdana siyasetmedaran qada siyaseta sivîl berfireh bike û naskirina fermî ya mafên ziman û çandê jiyana hevbeş bike xwedî parastina hiqûqî. Paradigmaya neteweya demokratîk di vê nuqteyê de wateya xwe ya rastîn peyda dike, ku ev paradîgma ne asîmîlasyonê, lê avakirina jiyana hevbeş a ku her civak û nasname bi reng, bawerî û çanda xwe tev li bibe armanc dike.

Di encama van hemû analîz û geşedanan de em dikarin bêjin ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan an jî kêmkirina çalakiyên leşkerî ye, aştî veguhertina kûr a hiqûqî, siyasî û civakî ye. Qanûna çarçove gaveke destpêkê ye, lê ji bo ku ev gav veguhere serkeftineke dîrokî û mayînde, divê hişmendiya ewlehiyê ya teng cihê xwe bide hiqûqa zindî, azadiya muzakereyê û peymana civakî ya giştî. Garantiya herî mezin a vê pêvajoyê azadkirina rêyên diyalogê yên li Îmraliyê û tevlîbûna aktîf a hemû dînamîkên civakî ye. Heke ev nêzîkatiya wêrek bête pejirandin, pêvajo wê ji statîkbûnê rizgar bibe û Tirkiye wê ber bi paşerojeke demokratîk, wekhev û azad ve gavên mezin biavêje.