PZK’ê şaxek li xwe zêde kir
Platforma Zimanê Kurdî (PZK) li Şaxa Genel Îş’ê ya Êlihê civîna çapemeniyê li dar xist.
Platforma Zimanê Kurdî (PZK) li Şaxa Genel Îş’ê ya Êlihê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê Hevserok û rêveberên HDP’ê yên Amed û Êlihê, Hevşaredarê Êlihê, rêveberên PZK, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî diyar kir ku ew li Êlihê nûnertiya xwe vedikin û wiha got: "Cara ewil e ku 9 partî hatin cem hev û ketin nav avabûna vê platformê. Xebata platformê didome. Me piştî Mêrdînê, li Êlihê jî nûnertî vekir. Di dorê de Semsûr, Şirnex, Wan û Riha jî hene. Em ê li van bajaran jî nûnertiyan vekin.”
Cizîrî diyar kir ku armanca wan ew e ku zimanê kurdî bi tevlîbûna partî û dezgehên siyasî li hemû qadên jiyanê belav bikin û wê ji bo vê yekê xebatê bikin.


